Evdilqadirê Geylanî
Şêx Evdilqadirê Geylanî (1078-1166), feqîhê henbelî û sofî yê misilman ko terîqeta Qadirî girêdayî baweriyên wî ye. Gora wî li Bexdayê ye. Ew bi xwe kurd e.[1]
Jînenîgar [biguherîne]
Navê wî yê tivav Ebû Salih Seyyid Muhyeddîn Ebdulqadir ê Geylanî ye. Ew li serê heyva Remezana sala 470yê mişextî (1078ê) di malbateke seyyid da li gundekî herêma Geylanê li bakurê Îranê hat dinyayê.
Jibo dûmandina xwîndina xwe çû Bexdayê û fiqih û şerîet li ser rêbaza Henbelî xwend û bû yek ji navdarên mezheb ango rêçika Henbelî. Di tesewwufê ango sofiyatiyê da, ew yek ji murîdên Cuneydê Bexdayî bû. Nasnav ango leqebên wî ev in: muhyeddîn (vejînendeyê dînî), Sultanê Ewliyayan û Xews
Wî 4 jin û 49 zaro (27 pis û 22 dot) hebûn. Gorr û mezarê yek ji pisên wî, Şêx Ebdulezîzê Geylanî li bajarê Akrê ye.