Akrê

Akrê
Akre
Bajarê Akrê
Akrê li ser nexşeya Iraq nîşan dide
Akrê
Akrê
Akrê (Iraq)
Kargêrî
Welat Kurdistana Başûr
Dûgel Herêma Kurdistanê, Îraq
Parêzgeh Duhok
Demografî
Gelhe 23.088 (2009)
Erdnîgarî
Koordînat 36°44′00″Bk 43°54′00″Rh / 36.73333°Bk 43.90000°Rh / 36.73333; 43.90000

Akrê, bajarekê Kurdistana Başûr e. Ev bajêr dikevit navbera Dihok, Hewlêr, Mûsil û Amêdiyê. Bajêrê kevin li pala Çiyayê Akrê ye û li gelek taxan serbanê malekê hewşa maleka dî ye. Lê niha bajêr ber bi aliyê deştê ve zêde dibit.

Kelha Akrê ya kevin bêguman yek ji cihên asê ji bo bergirî ya dijberî dujminan bûye. Li dema hatina leşkirê Ereban Kelha Akrê yek ji cihên şerê dijberî leşkirê Îslamê bûye. Ev kelh niha wêeaneyeka bêxudan e. Karên giring li wê kelhê hatine kirin. Ji wan karan anîna avê bi boriyan ji nihalekê bo ser çiya ye.

Pêkhateya civakî ya bajêrî têkhilek ji jiyana bajêriyan û xelkên eşîretî ye. Akreyî wekî bajêrî ji nimûneyên bajêrwarî ya kevin ya Mîrgeha Behdînan in, lê eşîretên mîna Zêbarî, Herkî û Surçi rolên gelek giring di dîroka vî bajêrî da lîstine.

Yek ji bingehên rewşenhizirî ya Mîrgeha Behdînan Akrê bûye. Hind cihên girêdayî bi Akrê ve mîna gundê Şoşê jî gelek zana, nivîskar û hozanvan pêgehandine.[1]

Nahiyeyên Akriyê (navên fermî, 2009)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cihên turîstîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 5 çiriya pêşîn 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 26 tebax 2021{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]