Famîleya genim û kurtîjan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Famîleya genim û kurtîjan
Poaceae
Genim
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Monocots
(ne aşkera ye): Commelinids
Kom: Poales
Famîle: Poaceae
Barnhart
Binefamîle

Anomochlooideae
Pharoideae
Puelioideae
Bambusoideae
Pooideae
Ehrhartoideae
Aristidoideae
Arundinoideae
Chloridoideae
Panicoideae
Danthonioideae
Micrairoideae

Famîleya genim û kurtîjan, famîleya genim, famîleya biqurfan (Poaceae = Gramineae) navê famîleyeke riwekan e ku li seranser erdê, di tevahiya rewşên avhewayê de endamên vê famîleyê kêm-zêde digihên. Di desteya genimiyan (genimkî) Poales de cih digire.

Çend ji endamên vê komê li Kurdistanê digihên, ne diyar e, lewra li ser floraya Kurdistanê xebateke zanistî nehatiye kirin. Li parêzgeha Dîlok, Riha, Amedê, li deşta Mûşê û Rewanê çandiniya genim, ceh pêşketî ye.

Giyayên bi hazaran salan in, ji aliyê mirovan ve çandiniya wan tên kirin in. Genim, ceh, tarîgan (şilêl), baçîk (xamkêsan), riz (birinc), garis (gilgil) ûêd di vê malbatê de cih digirin ku bo mirov û ajalanên xurdemeniyên sereke ne. 650 cins û bi qasî 10.000 endamên vê komê hene. Ji vê famîleyê re famîleya giyayên şîrîn ên mêrg û çîmenan jî tê gotin.