Famîleya rozagulan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rûgul
Temporal range: Cretaceous -Niha
Kulîlka şîlanê (Rosa canina)
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne aşkera ye): Angiosperms
(ne aşkera ye): Eudicots
(ne aşkera ye): Rosids
Kom: Rosales
Famîle: Rosaceae
Juss.
Belavbûna rûgulan li ser riwê zemînê

Rûgul, rozagul, an jî gul (Rosaceae), famîleyekî riwekan e. Di koma rozagulan (Rosales) de cih digire.

Li ser navê famîleyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rozagul ji du peyvan pêk tê, roza û gul. Roza cureyê almasteke pembe ye, ji xişrê vê almastê re bi kurdî roza tê gotin. Roza ji bo gulên rengên wan dişibin xişrê almastê jî tê bikaranîn. Di zimanên ewropayî de bêjeya roza herwiha di wateya gul de ye.

Taksonomî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Endamên famîleya rozagulan dar, devî yan giha ne. Bi qasî 90 cins û 3.000 cureyên riwekan hene di vê famîleyê te. Lêkolînên nû yên molekûlarbiyolojiyê daye nîşandan ku tasnîfkirinên berê yên li ser vê famîleyê têr nakin, hin cins bi şaşî hatine dabeşandin, di rastiyê de endamê famîleyên din in. Gotûbêjên riweknasan bidawî nebûne.

Dabeşandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rûgul di koma rozagulan (Rosales) de cih digire.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Famîleya rozagulan de hene