Fatma Savcı

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Fatma Savcı, anku Fatma Savcî, helbestvan û nivîskareke kurd e ku di sala 1974an de li gundê Girê Mîran ê Nisêbîn ji dayika xwe bûye.

Zarokatî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bav û kalên wê ji Hêştrekê, gundê Midyadê ne. Li gundê Girê Mîran dibistana bingehîn xwendiye. Tevlî têkoşîna doza azadiya kurdan bûye.

Salên li girtîgehê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1992an de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dûgela Tirk ve hatiye girtin. Cezayê panzdeh salan wergirtiye. Diwanzdeh salan di girtîgehên wekî Colemêrg, Elezîz, Çanakkale, Stembol, Mêrdîn û Mîdyadê de maye. Di zîndanan de dest bi nivîsandina helbestan kiriye.

Helbestên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Helbestên wê di gelek kovar û malperan de wekî Jiyana Rewşen, Azadiya Welat, Tîroj, Peyv, Kovara W, Hîwa, Mavî ve Kent hatine weşandin.

Niha[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî diwanzdeh salan di sala 2003an de ji girtîgehê hatiye berdan. Niha li Stembolê dijî û nivîsandina xwe ya helbest û pexşanên wêjeyî didomîne.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]