George Orwell

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
George Orwell

George Orwell (25'ê Xêve 1903-21'ê Befirbara Paşîn 1950)-( navê wî yê rastî Eric Arthur Blair e), nivîskar û rojnamevanekê Ingîlîz e. Herçind e ko bi rexne û têbînî yên xwe yên sîyasî û kultûrî ve gelek berniyas bû, yek ji hezkirîtirîn gotarnivîsên edebiyata Inglîzî li sedsala 20'ê bû. Ev ji ber du romanên ko li salên dawî ya temenê xwe yê kurt da nivîsîn; Zeviya Lawiran (bi Inglîzî Animal Farm) û Hizar û nehsed û heştê û çar navdar e.

Jînenîgar[biguherîne]

Destpêka Jiyanê[biguherîne]

George Orwell Ji ber karê bavê xwe, li Motîbîhara Bengalê li Hindistanê hat dinyayê. Babê wî, Richard Walmesley Blair, li pişka tiryakê li Xizmetkarî yên Bajêrwarî li Hidistana bin desthilata Racên Berîtanyayî (bi Inglîzî Raj) kar dikir. Dema hêşta yeksalî, bi dayika xwe, Ida Mabel Blair, ra vegeriya Brîtanyayê. Wî heta temenê çar saliyê babê xwe nedît ve. Dema şeş salî çû dibistaneka Anglîkan. Piştî du salan ji ber başî ya rewşa wî li dibistanê ji bo serkevtîtirîn dibistana wî çaxî ya Berîtanyayê, St. Cyprian's School li Sussexê hat veguhaztin. Ji ber serkevtina xwe, bûrsa xwendinê li Wellington College û Eton Collegeê bidestanîn. Piştî salekê ko li Wellingtonê bû, xwe veguhazt Etonê û li wêderê ji sala 1917'ê heta 1921'ê zana yê Şahî (bi Inglîzî King's Scholar) bû.

Burma û romana pêşîn[biguherîne]

Ji ber ko malbata wî nedikarîn diravê xwîndina wî li zanîngehê bidin û wî jî bûrsa zanîngehê bi dest nexist, çû Burmayê û li vir di navbera salên 1922-1927'ê wekî polîsekî xizmeta Polîsê ŞahaneHindistanê kir. Li wî çaxî kêfa bi Impiryalîzmê nedihat, û piştî ko li sala 1927'ê ji bo bêhnvedanekê vegeryabû Berîtanyayê biryara xwevekêşana ji karê polîsiyê da. Wî paştir serbihura xwe li Burmayê ji bo nivîsîna romana Rojên Burmayê û gotarên mîna Kuştina Fîlekî bikaranîn.

Li sala 1928'ê çû Fransayê, cihê ko Xaleta wî lê dijiya. Hîvî ya wî ew bî ko li wêderê bibit nivîskarekê azad. Ji bona jiyana zindanê nas bike, xwe bi sûcê serxweşbûnê avêt hebsê.

Di sala 1930'an de nêzîkî ramanên sosyalîzmê bû. Li sala 1936'ê çû Îspanyayê da di şerê navxweyî yê Îspanyayê da li dijî rejîma Frankoyî şer bikit. Ew li wêderê tevî nêzî 25 kesên dî yên Brîtanyayî dibit endamê Partiya Yekbûna Marksîsîtî ya Karkeran (PYMK) (bi Inglîzî Workers' Party of Marxist Unification). PYMK hevalbenda Partiya Serxwe ya Kar bû. Van destekên tundrê digel Anarşîstên Katalonyayê bawerî hebû ko tenê bi rabûna çîna karker dikarin rejîma Frankoyî biherifînin.

Li wî şerî da ew li stuhê xwe brîndar bû û çi nema bû bimirit. Di romana Rêzgirtinek ji bo Katalonyayê da qala wî şerî û birîndarbûna xwe dikit. Hwer wekî ew dibêjit, xelkî jê ra digot bext û şansê wî zehf bû ko nehat kuştin. Wî di bersivand: Şans û bext ew e ko hema her birîndar nebî.

Li salên Şerê Cîhanî yê duyê, ji bo Pişka Rojhilatî ya BBC'ê kardikir. Ji ber ko karê wî propagende ji bo Brîtanyayê bû wî bêz ji xwe vedibûn. Wezareta Zanyaran (bi Inglîzî Ministry of Information) bû hêvêna hizra Wezareta Rastiyan di romana wî ya bi navê Hezar û nehsed û heştê û çarê da. Bi ser mûçeyê (=mi'aşê) baş yê ko werdigirt ra, li sala 1943'ê xwe li karî vekêşa (istîfa). Piştra bû sernivîskarê edebî yê heftîname ya çepî ya Tribune.

Kitêba wî ya pêşîn Rojên Burmayê, rexneyên li ser kolonyalîzma Brîtanyayê a li Burmayê bû. Berbi dawiya Şerê Cîhanî yê duyê kitêbek bi navê Zeviya Lawiran ko bi awayekê hişk rejîma Stalînî rexnedikit, çapkir. Firotina wê kitêbê ji bo cara pêşîn di jiyana wî da rewşa wî ya diravî başkir.

Kitêba Orwellî ya herî navdar Hezar û Nehsed û Heştê û Çar e. George Orwell di vê romana xwe da, berovajîkirina rastiyan, windakirina azadiya raman û pêkanînên xerab ên cîhana hevdem ên li beranberî mirovahiyê rexne dikit.

George Orwell, di 21 Befirbara Paşîna sala 1950'ê ji ber nesaxiya êşa zirav (tuberklosîsê) li Londonê mir. Reng e wî ew nesaxî li wan salên ko li Fransayê bû vegirt bûbit.

Nihêrînên sîyasî yên wî[biguherîne]

Bawerî ya sîyasî ya Corcî bi dirêjahiya jiyana wî di guhartinê da bû. Dema li Burmayê, dujminahî ya imperyalîzmê li cem peyda bû. Dema li parîsê hejarî û xizanî dîtî, bû sosyalîst. Wî li sala 1946'ê nivîsî: "Ji sala 1936'ê were her dêreka ko min nivîsîbit, bi awayekê rastûrast an nerastûrast di bin bandora nihêrîna min ya li dijî totalîtaryanîzmê û têgehiştina min di sosyalîzma demokratîk da bûye.

Bandora wî[biguherîne]

Navûbang a wî li dirêjahî ya salan ji ber karên wî yên rojnamevanî bûye.

Berhemên wî[biguherîne]

Kitêb[biguherîne]

  • Kevtî û Veder li Parîs û Londonê, 1933 (Down and Out in Parîs and London)
  • Rojên Burmayê, 1934 (Burmese Days)
  • Kîja Melayî, 1935 (Clergyman's Daughter)
  • Rêzgirtinek ji bo Katalonyayê, 1938 (Homage to Catalonia)
  • Zevîka Lawiran, 1945 (Animal Farm)
  • Hezar û Nehsed û Heştê û Çar, 1949 (Nineteen Eighty-Four)

Gotar[biguherîne]

  • Kuştina Fîlekî, 1936 (Shooting an Elephant)
  • Fincaneka Xweş a Çayê, 1946 (A Nice Cup of Tea)
  • Havrîyek li Şerê Îspanyayê, 1943 (Looking Back on the Spanish War)
  • Têbînî li ser Neteweperêsiyê, 1945 (Notes on Nationalism)

Hozan (Şî'r)[biguherîne]

  • Hozaneka Biçûk, 1936 (A little Poem)