Gergerî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gergerî an Şikakî navê eşîreke şebekan û êzidyan e.

Şebekan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nava eşîrên şebekan de ev a herî mezin e. Gergerî qasî heft gundan de jiyan dikin. Tê xuyandin ku navê vê eşîrê kurdî ye û koçeriyek (reduplication: gergerok <ger) wan ya di demên borî de nişan dide. Ji gergeriyan re şikakî jî tê gotin.

Herwiha li bakûrên warê şebekan, li herêma Botan jî eşîreke kurdên kurmancîaxiv bi vî navê heye. Gergeriyên li Botan îdîa dikin ku qebîleke şikakan e, yên ku di Şerefnameye de li ser eşîrên Botan hatine jimartin.[1] Dîsa, çawa ku tê zanîn, li Dêrsimê jî eşîreke kurdan bi navê Şavak heye. Manendiya navê wan bi navê şebekan (belê ji vanan re şabak jî tê gotin) re xuyayî ye. Dibe ku dengê -b- û -v- hatibine veguherandin. Di vê kontekstê de pêwendiya vê eşîrê jî bi êla Şikak re gelekî balkêş e. Heta navê Şavakan ê xwemalî Şikakî ye.[2]

Êzidî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Êla Gergeriyan di nav Êzdîxanê da Pîr bûne. Niha dijîn Şengalê, Qafqasyê û Elmanya yê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]