Gotûbêj:Dîlan Gwyn

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çewtiyên Wîkîpediyaya îngilîzî[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalê @MikaelF Ew şiroveya Dîlan li ser Twitterê tenê ji bo xweşbîniyê ( tolerans ) sembolîk e . Mesela, piştî kuştina Hrant Dink jî slogana “Em hemû Ermenî ne” (Hepimiz Ermeniyiz) derket.Yanî mirov dikare Dîlan weke aktrîseke swêdî -kurdî bihesibîn e . Lê diya wê û bavê wê rehmetî herdu kurd in û ne çerkez , yewnan an jî ermenî . Nivîskarên Wîkîpediya înglîzî şiroveya wê şaş fêm kirin. Avestaboy (gotûbêj) 10:03, 5 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]

Agahîdanka rast[çavkaniyê biguhêre]

Êvar baş hevalê @MikaelF. Aniha te agahîdankê guherand. Lê bi dîtina min agahîdanka aktoran çêtir e . Ji ber ku Dîlan Gwyn aktor e . Agahîdank bi rengên cuda ne. Ez agahîdanka standard bi taybet ji bo siyasetmedar an kesayetiyên dîrokî bikar tînim. Silav û rêz

Avestaboy (gotûbêj) 21:37, 18 gulan 2023 (UTC)[bersiv bide]

Dembaş hevalê hêja, tu çawa yî, baş î? Daxwaza min ev e ku gotar bi Wîkîdaneyê ve girêdayî be. Bi vî awayî naveroka gotarê û çavkanî bêtir tên kontrolkirin. Wekî din, tu dizanî ez hindek tembel im, ez dixwazim bi tenê "Agahîdank" binivîsim da ku Wîkîdane agahîdankeke qenc û tijî agahî ji me re çêke. Bila hêsantir û otomatîktir be. Ez gelek hez ji "Agahîdanka giştî" dikim. :) Qewet be. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 07:25, 19 gulan 2023 (UTC)[bersiv bide]