Gotûbêj:Erdêxan

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Erdêxan, Erdehan[çavkaniyê biguhêre]

Navê Erdehanê bi rastî Erdêxan e bi kurdî? Di sala 1928-an de navê fermî (bi tîpên erebî) Erdehan tê dîtin, Ne Erdêxan, ne Erdêhan... Silav --MikaelF 18:48, 6 adar 2009 (UTC)[bersiv bide]

Kekê bilêvkirina gel e Erdêxan. Terekeme wekî Erdê/ahan dibêjin. Min Erdêxanî naskirine, dîtine li metropolan. Hin caran bi tesîra Terekemeyan ew jî dibêjin Erdê/ahan "X" û "H" ji ferqa Kurdî û Tirkî tê. Tirkî îro serdest e. Erdê kî ye? Erdê xan e:) Erd jî Îranî (Kurdî) ye, Xan an Han jî..Tu dizanî xebatên Kurdan ên cografîk kêm in û ew jî bi amatorî ne. Yan jî ji kanên xelkê girtine. Erdêxan herêmeke Kurdan e. Beriya 1878 bawer nakim ji xeynî hinde Ermeniyan û Gurciyan ti Tirkêk an Terekemeyek li wir hebe. Gelek anîne bicihkirine. Îro siyasetmedarên Kurdan jî Erdêxanê wekî bajarekê Kurdan nahesibînin. Bi xwe nezan û dergevan in, bi xwe re me jî wekî xulam dibînin. Tu bi ya xwe yî. Min got xebatekê tu jî bike û de facto bike, lê te jî ala spî kişand. Birayê hêja, de facto nebe em nikarin jê derbikevin. Bi Xwedê nahêlin ti standardiyeke Kurdan çêbe. Li Wîkîpediya mafê me heye em standadiyekê çêbikin lê gelek bikarhêner jî naxwazin. Te bi tîpên Erebî dîtiye? Gelo ya Osmaniyan e? Ma Osmanî navên Kurdî hemiyan bi orgînala xwe bilêvkirine? Osmanî ne Kurd bin (an Ereb), çawa diakrin dengên taybet ên Kurdî derînin, çawa dikarin orgînalê biakrbînin? Silav.. --Bablekan 19:58, 6 adar 2009 (UTC)[bersiv bide]