Gotûbêj:Tehsîn Beg

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mîr Tehsîn Beg: Mîrê Êzdiyan ê berê bû, Tehsîn kurê Seîd Beg kurê Husên Bege, diya wî Xoxê keça Nayif Beg kurê Hesen Beg kurê Husên Beg e. Li 15 gilavêj a sala 1933an li Ba’edrê ser bi qeza Şêxan li Başurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Li 28 kanûna duyem a sala 2019an di jiyê 86 salan de li Almanya koça dawiyê dike.

Jînenîgarî[çavkaniyê biguhêre]

Mîr Tehsîn Beg Li 15 gilavêj a sala 1933an li Baedrê ser bi qeza Şêxan li Başurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Piştî koça mirina bavê wî, Di dawiya meha Tîrmeha 1944an di temenê 11 saliyê de ji bû postê mîratî a kurdên êzidî dihê berbijar kirin. Ji wê demê pê de 75 salan dibe mîrê êzidî ên Kurdistan û cîhanê. Di serdema ku ew sinêle de Meyan xatûnê îdareya kar û barên mîratîyê dikir heta ew boye 18 sal. Di 18 salîya xwe de dest kir bi cîbicî kirina êrkên mîratîya hemû kurdên êzîdî, jî serokatîya karûbarên dinyewî heta nûnerî kirina êzîdiyan li hemû kombûn û kor û peywendî ên bi welatan re û pêkhateyên din.

Mîr Tehsîn Beg di Nîsana 1959an de di dema bizava Ebdulah Şewaf de li Mûsilê hate zîndanî kirin, Di destpêka sala 1960î de û ta Tebaxa 1961an ji bo Amara, Bexda û Dîwaniyê hate sirgûn kirin. Di dema dest pê kirina Şoreşa Îlonê di sala 1961an de, hat zîndanî kirin û bo Dadgeha Urfî ya Mûsilê hate veguhastin. Di sala 1970î de pêwendî bi Şoreşa Îlonê re kir û li Nawpirdan li nêzîkî baregaha Barzaniyê Nemir niştecih bû, piştî têkçûyîna tevgerê li sala 1975an koçberî Îranê dibe, Paşî di heman salê de berê xwe dide Berîtanya heta sala 1981an ango 7 salan li Londonê dimîne.

Li sala 1981an ji alîyê hukmeta Be’is ve lêborîn ji bo mîr Tehsîn derdikeve û Roja 9. 9. 1981an vedigere [[Îraq]ê. Mîr Tehsîn Beg Du caran rastî êrîşa kuştinê hatîye û du caran jî birîndar bûye. Cara yekem roja 18ê Sibata 1992an li navbera Mûsil û Şêxanê. Cara duyem jî roja 22. 9. 2003an li navbera El-Qoş û Şêxanê de.

Mîr Tehsîn Beg hevdîtin li gel hejmarek mezin ji Padîşah, Serok û siyasetmedarên cîhanê re kiribû, Papayê Vatîkanê jî dît û berevanî li mafê êzidiyan kir herwisa sindoqeke xêrxwaziyê bi navê xwe dirust kiriye û dahatê wê bo perestgeha Laleşê terxan kiriye. Hejmarek ji xelat û rêgirtinên navdewletî yên derbarê pêkvejiyan, lêborîn û aştiyê wergirtine.

Piştî mana çend rojan di nexweşxaneyeke Almanyayê de Li 28 kanûna duyem a sala 2019an di jiyê 86 salan de koça dawiyê dike.

Muhemedê Mezopotamî (gotûbêj) 06:55, 22 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

Kur û keçên wî[çavkaniyê biguhêre]

Kurên Mîr Tehsîn evin: Ziyad, Merwan, Serbest, Hazim, Ferhad û Îsmet.

Keçên wî jî evin: Hediye, Nefiye, Nesrîn. Muhemedê Mezopotamî (gotûbêj) 06:56, 22 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

Desthilatên olî ên mîr[çavkaniyê biguhêre]

Li gora binemayên bîrûbawerî ên Êzdîtîê mîrê Êzîdîyan ev desthilatê olî hene:

-Serokatîya civata ruhanî a Êzîdîyan dike.

-Berpirsê sereke ê peristgeha Lalişe ku pîzotirîn li ba Êzîdîyan.

-Berpirsê sereke ê merasîmên Tawise ku merasîma here giring a Êzîdîyane.

-Berbirse ji encamdan û rêxistina merasîmên olî.

-Berpirse ji hemû wan kar û xêrên ku xelik ji bû hejaran pêşkêşî wî dike. Muhemedê Mezopotamî (gotûbêj) 07:03, 22 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

Desthilatên dinyewî ên mîr[çavkaniyê biguhêre]

Desthilatên mîrê Êzîdîyan ên dinyewî evin:

-Berbirse ji serok eşîretên Kurdên Êzîdî û destnîşankirina wan.

-Nûnerên Kurdên Êzîdî e ji bû karûbarên naxwe û derve.

-Berpirse ji çareserkirina kêşeyên ku dinavbera eşîretên wan bi eşîretên herêmêde çêbibin. Muhemedê Mezopotamî (gotûbêj) 07:06, 22 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

Hilbijartina mîr[çavkaniyê biguhêre]

Nizîkî 10 sedsale, jiyan û jiyara Kurdên Êzîdî ji aliyê mîrê wan ve dihê birêvebirin, Li gor bîrûbawerên Êzîdîyan dema mîrek jîyana xwe ji dest dide yek yan jî pitir ji endamên nav malbata mîr “Mala Îmaret” dê ji bû mîratîyê bê berbijarkirin paşî dê ji aliyê serok eşîretan, Rihsipîyan û Kesên dîyar bê pesendkirin û bibe mîr. Muhemedê Mezopotamî (gotûbêj) 07:08, 22 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

Ew gotar du car he ye[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalno ! Aniha ew gotar du car he ye. Gelo hûn dikarin wê gotar bikin yek ? https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Mîr_Tehsîn_Seîd_Beg Avestaboy (gotûbêj) 18:32, 11 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF: Avestaboy Avestaboy (gotûbêj) 19:53, 12 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]