Hûrxwînborî
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hûrxwînborî (bi Inglîzî capillary) parek ji koendama gera xwînê û hûrtirîn par ji xwînboriyan in. Hûrxwînborî naziktirîn par ji amanên xwînê ye û bi rêya wan oksîjen û pêdvîtiyên dî yên mîna xwerekmakan digehin hemî xaneyên laşî. Hûrxwînborî xwînberan bi xwînwerînan ra digehînin.
Leşkelêşî (Anatomî) [biguherîne]
Hûrxwînborî 5 heta 10 maykrometiran stûr in, tenê ji çîneka xaneyan pêkdihên ko jê ra dibêjin navpoş. Ev çîn wesa nazik e ko molekulên wekî oksîjen û av û çevrî jê derbaz dibin û digehin xaneyan û yên wekî duanoksîda karbonê û ûreyê ji xaneyan derbazî nav xwînê dibin.