Pişik
Pişik[1] (an cigera spî an kezeba sor[çavkanî pêwîst e]) organa bêhnstendinê ye. Di sînga mirov de li herdu aliyan cî digre. Peywira wê ya yekem ji hewayê bi alikariya poz û xortomên bêhnê oksîjen kişandin û tevlî tevgera xwînê kirin û karbondîoksîda nav xwînê derxistin û di dev re avêtina derve ye.
Di bedena mirovan de du pişik hene: pişika çep û pişika rast. Pişika rast ji sê û pişika çep jî ji du perçeyan pêk tê. Ji wan perçeyan ra bi zimanê latinî lobus (lobus superior, lobus inferior, lobus medius) tên gotin. Her perçe bi serê xwe cardin tê cudakirin. Bi latînî ji wan perceyên hin piçûk ra dibêjin lobuli.
Le ji bona bihngirtine ne tene dev, poz u pisik hewce ne; her usa ji masîlikên navbere parxanan, parxan u masîlika bi nav diafragm ji gelek giring in. Bi alikariya hewaye nav pisike, mirov dikarin qisebikin (bipeyivin, dengbikin). Ango pişik u qilqancik ji bo qisekirine ji pewist in. Le qisekirin bixwe bi alikariya leven (jiyen) deng, di qirika mirovan da u bi alikariya ziman pekte.
Anatomî [biguherîne]
Pişik (bi latînî: pulmo) endemek di hindirrî sîng de ye. Qebareya herdu pişikan 2-3 l e û pişika çep ji a rast 10-20% biçûktir e. Ew bi perdeyê kêlekê (pleura) hatî pêçan bilî devê pişikê (hilum pulmonalis). Di devî pişikê de bronşa sereke, xwînber û xwînhênera pişikê derbasî pişikê dibin.
Pişika rast sê parçeyên wê hene, parçeya jorîn (lobus superior), parçeya navîn (lobus medius) û parçeya jêrîn (lobus inferior). Navbera wan parçeyan kend hene. Kenda xwar (fissura obliqua) li paş navbera parçeyê jorîn û jêrîn e, û li pêş navbera parçeyê jêrîn û navîn e. Kenda berwar navbera parçeyê jorîn û navîn e.
Pişika çep du parçeyên wê hene, parçeya jorîn û a jêrîn. Kenda xwar navbera wan ne. li serrûyî pişikê çep bin devê pişikê çala dil (Impressio cardiaca) heye.
Çavkanî [biguherîne]
- ↑ Hüseyin Bektaş (2004)
Girêdanên derve [biguherîne]
|
||||||||