Heft nuwazeyên cîhanê
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Heft nuwazeyên cîhanê, navê heft avahiyên ku li gorî nivîskarên yewnan ên Antîkê yên herî ecêb û bedew ên cîhanê bûne. Ji ber windabûna piraniya van avahiyan (roja îro bi tenê pîramîdên Gîzeyê dimînin) di sala 2007'an de lîsteyeke nû yên heft nuwazeyên cîhanê hat çêkirin.
Naverok |
Heft nuwazeyên cîhanê li gorî yewnanên Antîkê [biguherîne]
| Avahî | Cih | Avaker û dema avakirinê | Dem û sedema rûxînê | Wêne |
|---|---|---|---|---|
| Pîramîda Keops | Gîze, Misir | Bi destê firewn Keops, 2550 berî zayînê | Pîramîdên Gîzeyê îro dimînin. | |
| Bexçeyên Hilawistî yên Babîlê | Babîl, Îraq | Di dema Nebukadnezarê II'de[1] ji bo prensesa Med Amytis hatiye çêkirin (berî zayinê salên 600'î)[2][3] | Dîrokzan nizanin, dibe ku cihekî afirandî be. | |
| Peykerê Zeus ê Olîmpiyayê | Olîmpiya, Yewnanistan | Ji aliyê Fîdiyas ve, 430 berî zayînê | 426'a berî zayînê, agir pê ketiye. | |
| Perestgeha Artemîsê ya Efesê | Efes, Tirkiye | 560 berî zayînê | 263'a berî zayînê, agir pê ketiye. | |
| Aramgeha Mausolos a Halîkarnasê | Halîkarnas (Halîkarnasos, îro Bodrum e), Tirkiye | 360 berî zayînê | 1493-1522 zayînî, hatiye rûxandin. | |
| Peykerê Gewre yê Rodosê (peykerê xwedawendê hetavê Heliyos) |
Rodos, Yewnanistan | Ji aliyê Kares ve, 304-292 berî zayînê | 225 berî zayînê, ji ber erdhejekê | |
| Birca Çiraxê ya Îskenderiyeyê (çiraya behrê ya Îskenderiyeyê) | Îskenderiye, Misir | 200 berî zayînê | 1300 zayînî, ji ber erdhejekê | |
Heft nuwazeyên nû yên cîhanê (2007) [biguherîne]
| Avahî | Cih | Avaker | Dema avakirinê | Wêne |
|---|---|---|---|---|
| Bedena Çînê | Di dirêjahiya sînorê bakurê Çînê û Mongolistanê de, ji herêma Gansu (li rojavayê) heta kendava Liaodong (li rojhilatê), Çîn | |||
| Petra | Erebe (Arabah), Urdun | Serbajarê edomîtan bû | ||
| Peykerê Îsa | Rio de Janeiro, Brazîl | |||
| Machu Picchu | Cuzco, Perû | |||
| Chichen Itzá | Yucatán, Meksîk | |||
| Coliseum | Roma, Îtalya | Ji aliyê xanedana flavî ve. | ||
| Tac Mehel | Agra, Hindistan | |||
Heft nuwazeyên cîhanê li gorî American Society of Civil Engineers (1994) [biguherîne]
Di sala 1994'an de Yekîtiya Endazyarên Amerîkayê lîsteya xwe ya Heft nuwazeyên cîhanê pêşkêş kir. Daxwaza wan ew bû ku lîsteya heft nuwazeyên cîhanê modern bibe.
| Avahî | Cih | Dema destpêka avakirinê | Dema amadekirinê | Wêne |
|---|---|---|---|---|
| Tûnela Kanalê | Li bin Kanala Doverê, di navbera Brîtanya û Fransayê de | 01.12.1987 | 06.05.1994 | |
| Birca CN'ê | Toronto, Kanada | 06.02.1973 | 26.06.1976 | |
| Avahiya Empire State | New York, DYA | 22.01.1930 | 01.05.1931 | |
| Pira Golden Gateyê | Golden Gate, Kalîforniya, DYA | 05.01.1933 | 27.05.1937 | |
| Bendava Itaipûyê | Rûbarê Paraná, di navbera Brazîl û Paraguayê de | 01.01.1970 | 05.05.1984 | |
| Projeya Deltayê | Holand | 1953 | 10.05.1997 | |
| Kanala Panamayê | Panama | 01.01.1880 | 07.01.1914 | |