Helbestên dînik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Helbestên Dînik hat beralîkirin)
Helbestên Dînik
Nivîskar Occo Mahabad
Şêwe Helbest
Ziman Kurdî
Dîrok 2012
Weşanxane Ava
Rûpel 80
ISBN ISBN 978-605-87434-7-2

Albûma Helbestên Dînik albûmeke helbestan e.[çavkanî hewce ye]

Albûm navê xwe ji kitêba Occo Mahabad ya Helbestên Dînik girtiye. Di vê albûmê de ji bîstan zêdetir helbest hene. Mijara helbestan ser eşq û evînê ye.

Helbestên Dînik kitêba wî ya yekemîn e û ji aliyê Weşanxaneya Ava ve di sala 2012an de derketiye. Kitêba Helbestên Dînik ji 80 rûpelan pêk tê.

Occo Mahabad xwestiye ku qalib û qlîşeyên zimanê kurdî bişkêne. Lewma em zimanê wî de şop û dengên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî dibînin. Di helbestan de şêweya modern û yên dengbêjî bi hev re hatine bikaranîn. Mijara helbestan bi giştî li ser evîn, eşq û pevşabûnan e. Occo Mahabad tê de 12 cure, şêwe û terz bi kar aniye. Ev kitêb ji aliyê raya giştî ve gelek hat rexnekirin. Kitêb bi formeke azad û zêde zêde erotîk bû. Piştî kitêba Arjen Arî ya Erotîka kitêbeke radîkal hat dîtin. Him ji aliyekî zehf hat hezkirin him jî jê zehf hat nefretkirin. Lê rastiya herî mezin ev bû ku kitêb xwe da xwendin. Rastiyeke din jî ew e ku di civata kurdan de erotîzm girîng e. Di kilam û stranan de, ji xeynî wê şair û edîbên mezin Baba Tahirê Uryan, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û gelek nirxên din li ser erotîzmê sekinîne. Divê em vê rastiyê qebûl bikin û tiştekî normal bibînin[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]