Hindok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hindok, biskufît

Hindok, hindo, biskufît, biskuwît, piskewît (bi fransî: biscuit, ji bi latînî: bis coctus [panis], „du car pijiyayî [nan] ango nanê ducar hatiye pijandin“) cure şîranîyek e. Hin kes hindoyê wekî şekiro jî dibînin û dikin bi kateoriya şekirokê. Bêjeya biskufît ji fransî derbasê osmanîyan, ji wan jî derbasê kurdî bûye. Niha li Kurdistanê bêjeya hindo yan hindokê kêm tê bikaranîn. Di hin devokan de piskuvêt, piskiwêt jî tê bikaranîn.

Ji têkelên dipoxpoxînin (hevîr diwerimînin), xwê (solin), ard (arvan), rûnê nivîşkî, şekir, têkelên perû yên wekî toza kakaoyê, fruktoz, şîrê toz, penîr ûêd tê çêkirin.

Ji van têkelan hevîr tê strîn, dirûv pê dixînin û dipijînin. Îro pirranî di fabrîkan de hilberîna wê tê kirin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]