J. Hans D. Jensen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Memorial Plaque, Heidelberg Institute for Theoretical Physics, Philosophenweg 16.jpg

Hans Jensen (* 25'ê pûşperê 1907 li Hamburg; † 11'ê reşemiyê 1973 li Heidelberg; navê dirêjî Johannes Hans Daniel Jensen) fîzîknasekî Alman bû ku guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hatibû dîtin. Wî bi tevî Maria Goeppert-Mayer di cîhana atomdendikê de teoriya modela keriyê (qetît, feliq, kûzî, şêrt) ava kirin. Cihê herî lê maye û xebitiye Zanîngeha Heidelberg bûye.

Jiyan[biguherîne]

Hans Jensen di 25'ê pûşpera sala 1907 wekî sêyemîn zarokê baxçevan Karl Friedrich Jensen û hevjîna wî Helene Auguste Adolphine (keçiktiyê Ohm) hatiye jiyanê. Ji sala 1926 pê ve li Zanîngeha Hamburg Universität Hamburg û zanîngeha Albert-Ludwigs-Universität li Freiburg a Breisgau fîzîk, matematîk, kîmyaya fîzîkal û fîlozofî xwendiye. Piştî doktoriya xwe ya di warê fîzîkê de, wekî asîstan (li Hamburgê) dimîne. Sala 1937 dibe doçent û sala 1941 li zanîngeha bi navê Technischen Hochschule Hannover payeya profesoriyê werdigire.

Di navberê de wekî profesorê mêvan li DYA, bi taybetî li Institute for Advanced Study a li Princeton (1952) e, li University of Wisconsin (1951), li University of Minnesota (1956), li Indiana University (1953), li California Institute of Technology (1953) û Berkeley (1952), li University of California at La Jolla (1961) dersdariyê dike. Ew ji sala 1955 pê ve bi Otto Haxel bi navê Kovara Fîzîkê Zeitschrift für Physik kovarekê dertîne.

Xebat û girîngî[biguherîne]

Ew ji destpêka 1930yê ve li ser atomdendikê radiweste. Ji be lêkolîn û xebatên xwe sala 1963 nîvê Xelata Nobelê werdigire, nîvê din ji Eugene Wigner re diçe.

Xelat û paye[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]