Komkujiya Gurgumê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Komkujiya Gurgumê, terteleya Mareşê, qirkirina Mareşê ji komkujiya di 19'ê berfanbarê 1978 heya 26'ê berfanbarê 1978'ê li perêzgeha bakurê Kurdistanê, Gurgumê li dijî kurdên elewî[1] pêk hat e. Qetlîam ji aliyê hêzên rastradîkal, Gurên Boz, tirk-îslamîst û hin komên polîs û leşkeran ve tê kirin.

Ferhengok[biguherîne]

Mixabin zimanzanên me têgînên krîmînolojiyê standard nekirine. Gelek tevlîhevî derdikevin. Pêşniyar ev e;

  • Tevkujî: Ji kujtina hejmarekê mirovan re tê gotin. Bo mînak kujtina 33 kurdan ji aliyê general Mustafa Muglali ve.
  • Komkujî: Heger di kujtinê de komekê homojen hedef bê girtin, li cih an herêma ku kujerî lê hatiye plankirin pirraniya endamên vê komê bên kujtin. Ji aliyekê ve ev jî tevkujî ye, lê xwerû elewî hedef hatine girtin (ango koma homojen). Herwiha Helebce (bajarek bûye hedef).
  • Nîjadkujî: Bo mînak genosîda Hayan (Ermeniyan) û li Ewropayê qelandina ûrtê cihûyan nîjadkujî ne.

Ziyan zêde bûye[biguherîne]

Di terteleyê de 289 dikanên kurdan tên rûxandin û talankirin, agir berdidin 552 malên kurdan. Gorî daxuyaniyên fermî di nava 7 rojan de tenê 150 kes hatine kujtin lê tê texmînkirin ku zêdetirî 2500 kes jiyana xwe jidest dane yan windabûne. Elewî ji bajêr direvin, malên xwe bardikin û tirk dest didin ser xaniyên wan. Pirraniya elewiyan êdî venagerin. Tê zanîn siyaseta cihgirê Mustafa Kemal Atatürk, İsmet İnönü ew bû ku parêzgehên di sînorê Kurdistan û Tirkiyeyê de ji kurdan bide valakirin, qet nebe li van parêzgehan nifûsa kurdan bide kêmkirin. Bi vê komkujiyê xeyalekê Inönü jî bicih dihat.

Darizandinên dewletê[biguherîne]

Wekî gelek caran di vê bûyerê de herwiha dewleta tirk nahêle edalet pêk were. Darizan 23 salan didomin, hin kes tên cezakirin (paşê jî efûkirin), lê 68 berpirsiyar û kujer rêça xwe winda dikin, hêj jî nehatine girtin û darizandin.

Çavkanî[biguherîne]

  1. http://www.radikal.com.tr/Radikal.aspx?aType=RadikalDetayV3&ArticleID=1086405&CategoryID=77 (li gora polisa dewleta tirk "MIT", Tirkên sûnnî hatin bikûjin Kurdên alevî)