Konê Reş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Konê Reş
Konê Reş (2013)
JidayikbûnSelmanê Osmanê Evdo
1ê kanûna paşîn a 1953an (71 salî)
Qamişlo
Pîşe
NeteweKurd
Xelat
biguhêreBelge

Konê Reş (Selmanê Osmanê Evdo) (jdb. 1953 li Qamişloyê), nivîskar û helbestvanê kurd e.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1953an de li li gundê Doda ya Qamişloyê ji dayik bû.[2] Li Qamişlo û Hesekê bakaloriya standiye û gelek hewl dane xwe da xwendina bilind jî bidawî bîne, lê ew pê re neçûye serî, ta ko di Almanya ve derketiye.[3]

Ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe de ye û gelek dostaniyên wî bi rewşenbîrên kurdistanî re hene û di tev kovar, rojname û belavokên kurdî de beşdariya wî heye. Hem jî xwediyê kovara Gurzek Gul e, ew kovara ko di nav salên 1989 û 1992an de li nav kurdên Başûrê Kurdistanê dihate belavkirin.

Konê Reş ji ber xebatên xwe yên li ser çand, ziman û wêjeya kurdî Xelata Şerefnamê ya 2020an, ya ku ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ve tê dayîn, wergirtiye.[1][4]

Berhemên çapkirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Serpêhatiyên Mîran (1); Beyrût 1991
  • Mîr Celadet Bedir-Xan, bi Erebî; Şam 1992; bi Kurdî Stokholm 1997
  • Sîpan û Jîn (helbestên zarokan: 1); Beyrût 1993
  • Serhildana Sasonê: 1925-1936; Şam 1995
  • Şagirtê Bedirxan im (helbestên zarokan: 2); Beyrût 1996
  • Osman Sebrî: 1905-1993; Şam 1997
  • Xwedî û Berpirsiyarê kovara (Gurzek Gul) di navbera salên 1989-1992
  • Her weha xwediyê stoneke rojnemevanî bû bi navê (Hindik Rindik) di heft nameya (Peyman) de li Dihokê û bi dehan gotar, lêkolîn, pexşan û helbest di kovar û rojnameyên Kurdistanî belav kirin
  • Welato! Konê Reş; 1998; Beyrût, Libnan.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "Xelata Şerefname ya 2020'an dan Konê Reş". diyarname.com. 22 kanûna pêşîn 2020. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ "Nivîskar Konê Reş Ser Rewşenbîrîya li Binxetê Dipeyîve". VOA. 14 sibat 2014. Ji orîjînalê di 21 kanûna pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 kanûna pêşîn 2020.
  3. ^ "Konê Reş". Ji orîjînalê di 28 îlon 2007 de hat arşîvkirin.
  4. ^ "Xelata Şerefnamê ya 2020î Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Viyêna". Rojevakurd. 21 kanûna pêşîn 2020. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2020.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]