Qamişlo
| Qamişlo al-Qamishli |
|
| Nexşeya cihan Sûrî | |
| Kargêrî | |
| Welat | Başûrê Rojavaya Kurdistanê |
| Dûgel | Sûrî |
| Parêzgeh | Hesîçe |
| Demografî | |
| Gelhe | zêdeyî 500.000 (2008) |
| Erdnîgarî | |
| Koordînat | 37° 03′ Bakur 41° 13′ Rojhilat / 37.05°Bk 41.21667°Rh |
| Nexşe | |
Nexşeya parêzgehê |
|
Qamişlo bajarekî Başûrê Rojavaya Kurdistanê ye.
Bajarê Qamişlo bajarekî nû ye ku li ser zemîneke dîrokî ye ku, berî sînordanîna navbera Sûrî û Tirkiyê, ya bajarê Nisêbînê bû. Li gorî Samiyê Mela Ehmed Namî, li ser zimanê bavê xwe, dibêje ku: "frensî di 20 tebaxa sala 1926an de bajarê Qamişlo bi endazyariyeke pir rast û dirûst û bi destê endazyarekî frensî hat danîn û avakirin". Zemîna ku Qamişlo li ser wê hatiye avakirin pan û fireh e.
Niha nêzîkî 500.000 mirov tê de hene. %70 ji wan kurd in. Qamişlo qezaya li parêzgeha (muhafaza) Hesîçayê ye. Qamişlokê balafirgeh heye, 6 km dûrî bajêr e.
Qamişlo dikeve navbera bajarê Serê Kaniyê (120 km li rojava), bajarê Dêrikê (100 km li rojhilatê) û Hesîçê (85 km li başûrê rojava). 30 km dûrî Amûdê ye, ji Dirbêsiyê jî 60 km (li rojava), ji Tirbespî 30 km û Rimêlan 60 km (li rojhilatê) dûr e.
Qamişlo bi navûdarê Qamişloka Evînê ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Taxên Qamişlokê
[biguherîne] Erdnîgar
Li nêzîkî Qamişlo, bi taybetî li devera Qereşokê, petrol heye.
[biguherîne] Dîrok
Şerê li nav beyna Abassiyan û Amawyan li cihe bajarê çêbû.
Li navberî sala 1914-1922 piştî qirkirina pitir ji 250.000 asûriyan li Tirkiyê û hatina asûriyan û herwesa kurdan, bi damezrandina îstgeheke trênê vî bajêr li sala 1925-1926an hat sazkirin.
Di meha avdara 2004an de eskerên Sûriyê piştî raperîna gelê kurd li wê bajarî pêtir ji 30 kesan kuştin û bi sedan birîndar bûn û bi hezaran girtin.
[biguherîne] Cihên dîrokî nêzîkî Qamişlokê
- Çaxirbazar (30 km dûr e)
- Girê Leylên (30 km)
- Girê Mozan (25 km)
- Til Birak (40 km)
[biguherîne] Yaneyên werzişê yên Qamişlokê
Yaneya fûtbolê ya Jihad gelek xurt dileyize.
[biguherîne] Çavkanî
- Mihemedê Mela Ehmed, "Qamişlo - di evîna welat de dilekî pir jen e". Pênûs 12 (2002)
- Mihemedê Mela Ehmed, "Qamişlo - di evîna welêt de dilekî ye". Pênûs 13 (2003)
- Dr. Ebdulla Xefur (Abdulla Ghafur) (2000). "Kurdistan - Dabeşî kargêrî terrîtorî 1927-1997". Stockholm.
[biguherîne] Girêdanên derve
|
||||||||||||||||