Anatomî

Ji Wîkîpediya

Anatomiya Mirov

Anatomî zanista laşê mirovan e.

Beja anatomiye ji zimanê Yewnanî ji beja "anatemnein"e tê û wateya wê perçekirin e. Anatomî jî dibe ilme percekirine. Lê îro mirov ji beja anatomiye, ilma tevhevkirina perceyen bedene ji bo avakirina organizmayeki bi fonksiyon fam dike. Anatomî ilmeki gelek kevn e. Mirov berî bi hezaran salan li ser anatomiye xebitîne. Li Mezopotamya yê mirovan mih serjedikirin û gor şikle kezeba reş, nexweşiyan teşhîs dikirin. Dîsa li mitolojiya Yewnan da tê gotin ku, Xudaye mezin Zeus, ji bo cezakirine, lawe xwe Prometeus davêje ser ciyaye Qaf û li ser zinareki da girê dide. Eylo her roj tê û parcekî ji kezaba wî ya reş jê dike û dixwe. Lê kezeba wî heta roja dine careke din xwe ji nû ve dike, mezin dibe. Yanî ta ji we çaxê ji mirovan him şikle organan him jî hindek fîzyolojiya wan, wekî mezinbûna kezeba reş, nas dikirin. Ji bo vê yekê ji mirova dikare li Mezopotamyayê berê bi hezaran salan ameliyate çavan û yê kisika mize çebikin. Wek tê zanîn ew ameliyatana di dîroka mirovahiyê da yên ewilî bûn.

[biguherîne] Binihêre

[biguherîne] Çavkanî


Organên mirovan Anatomi.jpg

Sîstema gera xwînê - Sîstema hezmê - Sîstema hormonan - Sîstema parastinê - Organên sehkirinê - Sîstema lenfa - Sîstema livînê - Sîstema birikan - Organên cinsiyetî - Sîstema bêhngirtinê - Sîstema mîzê