Le Monde diplomatique
Le Monde diplomatique (ji aliyê xwendevanên fransî weke Le Diplo tê binavkirin) mehnameyeke fransî ye ku li ser anlîz û şîroveyên li ser siyaseta navnetewî û mijarên çandî radiwestê. Hejmara yekê (ya zimanê fransî) di gulana 1954'an bi slogana "dîplomasiya kevn - dîplomasiya nû" derket. Îro tiraja Le Monde diplomatique 300.000 e. Tevlî çapa bi 16 zimanên din (tevlî versyonên înternetê 26) tiraja mehnameyê li seranserê cîhanê derdora 2,2 milyon e.
Di mijdara 2009'an Le Monde diplomatique bi kurdî jî dest bi çapa kir. Le Monde diplomatique kurdî ji aliyê şîrketa IKMG (Independent Kurdish Media Group) tê çapkirin.
Naverok |
Çapa bi zimanên cuda[biguherîne]
Afrîkaans[biguherîne]
Li Afrîka Başûr tevlî kovara Die Vrye Afrikaan.
Almanî[biguherîne]
Çapa almanî ji gulana 1995'an ve tevî rojnama taz her îneya duyem di mehê de bi tiraja 56.000 derdikeve. Lê çapa almanî serbixwe jî derikeve.
Bulgarî[biguherîne]
- Mehane 4.000 heb
Erebî[biguherîne]
- Li Misir: Tevî rojnama Akhbar al-Arab (380.000 heb)
- Li Maroko: Tevî kovara Al-Sahifa/Le Journal (30.000 heb)
- Li Qeter: Tevî Al-Watan (30.000 heb)
Esperanto[biguherîne]
- Le Monde diplomatique en Esperanto versyona înternetê ya kovara Esperanto ye.
Farisî[biguherîne]
- Li Îranê: Tevî Sedaye Edalat (50.000 heb)
Fransî[biguherîne]
- 270.000 heb li Fransa
Fînlandî[biguherîne]
- Sêmehane tevî Voima
Înglîzî[biguherîne]
- Li Brîtanya: 6.000 heb
- Li Hindistanê: Tevî Hard News (40.000 heb)
Îtalî[biguherîne]
- Tevî Il Manifesto (90.000 heb)
Koreyî[biguherîne]
- 5.000 heb, ji aliyê Le Monde Corea tê çap kirin
Kroatî[biguherîne]
- Mehane 10.000 heb
Kurdî[biguherîne]
Ji mijdara 2009'an ve Le Monde diplomatique bi herdu zaravên kurdî, kurmancî û soranî, tê çapkirin. Çapa soranî li Başûrê Kurdistanê û çapa kurmancî jî li Ewrûpa tê belavkirin. Tiraja çapa kurmancî 3.000 e.
Macarî[biguherîne]
- Mehane 101.500 heb
Norwêcî[biguherîne]
- Mehane tevî heftenameya Morgenbladet (20.000 heb)
Polanî[biguherîne]
- Mehane 10.000 heb
Rûsî[biguherîne]
- Tevî Novaja Gazeta (90.000 heb)
Serbî[biguherîne]
- Tevî heftenameya Nin (30.000 heb)
Slovênî[biguherîne]
- Mehname (8.000 heb)
Spanî[biguherîne]
- Li Arjentîn: mehane 30.000 heb
- Li Bolîvîya: her du mehan tevî El Juguete rabioso (5.000 heb)
- Li Şîle: 10.000 heb
- Li Kolombiya: mehane 10.000 heb
- In Perû: mehane ji gulana 2007'an ve
- Li Puerto Rico: tevî heftenameya Claridad (20.000 heb)
- Li Spanya: 25.000 heb
Yewnanî[biguherîne]
- Her yekşem çar rûpel tevî Eleftherotypia (200.000 heb)
Girêdanên derve[biguherîne]
- Çapa kurdî
- Organisation Les Amis du Monde diplomatique (kurdî: Hevalên Le Monde diplomatique)