Leon M. Lederman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Leon Max Lederman

Leon Max Lederman (* 15'ê tîrmehê 1922 li Buffalo, New York) fîzîknasekî navdar ê Amerîkayî ye.

Lederman li City College of New York (lîsans 1943) perwerde dibîne û Zanîngeha Columbia jî didomîne. Sala 1951 xwendina bilind bidawî dike û ji sala 1952 ve li heman zanîngehê dest bi kar dike. Sala 1958 dibe profesor.

Di nava salên 1961 - 1979 wekî gerînende li laboratûarên Nevis kar dike. Sala 1979ê ve îcar jî gerînendetiya laboratûarên Fermilab dike. Vê karê heya sala 1989 birêve dibe. Ji sala 1992 ve li Illinois Institute of Technology dersdariyê dike.

Lederman sala 1988 bi tevî Melvin Schwartz û Jack Steinberger guncavê Xelata Nobel a fîzîkê tê dîtin. Sedemê xelatê lêkolînên wî yên li ser neutronan bû. Wî da nîşandan ku gelek cureyên neutrînoyan hene. Herwiha wî sala 1977 li Laboratûara Fermi ja li Illinoisê jî keşfa Bottom-Qûarkan kiribû

1992 bû serokê American Association for the Advancement of Science. Ji sala 1965 ve endamê National Academy of Sciences ye. 1965 xelata National Medal of Science digire û 1982 jî Wolf-Xelat a fîzîkê. 1992 guncavê Enrico-Fermi-Xelatê tê dîtin.

Nivîs[biguherîne]

  • Lederman, Dick Teresi 'The God particle - if the universe is the answer, what is the question?, Boston, Houghton Mifflin 1993, 2006
  • Lederman, Christopher Hill: Symmetry and the beautiful universe, Prometheus Books 2004
  • Lederman, David Schramm: From quarks to the cosmos - tools of discovery, Freeman 1989
  • Lederman The discovery of the bottom quark, upsilon and b-meson, in Hoddeson, Brown, Riordan, Dresden (Hrsg.): The rise of the standard model, Cambridge University Press 1997, S.101-113

Girêdanên derve[biguherîne]