Leyla Guven

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Leyla Guven (bi fermî, tîpên romî: Leyla Güven) (* 1964 Cihanbeyli, bajaroka Yapalı ya girêdayî perêzgeha Konyayê) siyesetmedareke kurd e. Ji kurdên Anatoliya Navîn e.

Jiyan[biguherîne]

Dibistana seretayî li Yapaliyê bidawî dike. Ji heft zarokan a dawîn e. Di nava salên 1980-85'ê de li Almanyayê dijî. Bi almanî dizane û du zarokên wê hene.

Sala 1994'ê di lijneya birêveberiyê ya HADEPÊ ya parêzgeha Konyayê de cihdigire. Li heman bajarê serokatiya şaxa jinan a HADEPê dike. Sala 2002, di meclîsa partiya DEHAPê de peywirdar dibe. Li Edene û hin navçeyên wê di nava sazî û komeleyên jinan da xebatê dike.

Sala 2004'ê dibe şaredara Küçük Dikili ya Seyhanê. Di 29'ê adara 2009'ê de dibe şaredara Wêranşarê.