Wêranşar, Riha
| Navçeya Wêranşarê Viranşehir |
|
|
Şaredariya kevn a Wêranşarê
|
|
|
|
|
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
|---|---|
| Dûgel | Tirkiye |
| Parêzgeh | Riha |
| Serbajar | Viranşehir |
|
|
|
| Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
| Hejmara gundan | 115 gund |
|
|
|
| Gelhe (2009) | 159.350[1] kes |
| Rûerd | 1.843 km2 |
| Berbelavî | 86.5 kes/km2 |
| Bajarê navendî | |
| Koordînat | 37°13′57″Bk 39°45′57″Rh / 37.2325°Bk 39.76583°Rh |
| Gelhe (2009) | 89.940 kes |
| Bilindayî | 560 m |
| Koda postayê | 63700 |
| Koda telefonê | (+90) 414 |
Wêranşar (bi tirkî: Viranşehir, bi yewnanî: Constantina an jî Constantia, Κωνσταντίνη, bi suryanî: Tella) yek ji navçeyên herî mezin ê Rihayê ye. Li Wêranşarê nêzîkî 150.000 kes dijîn. Dîroka Wêranşarê digihije berî zayinê 9000 salî.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Dîrok
Navên Wêranşarê di dema Roma û Bîzansiyan de Antoniopolis û Konstantina bû.
Navê bajêr tê wateya "bajarê wêran/xirbe" (bi ìngilîziya kevin: mierran, bi zimanên îranî: Vîran) û bi rastî jî di dîroka xwe de cend caran hatiye hilweşandin.
Tê gotin ku tirbên pêxember Eyûb û Îlyas li gundê 'Eyyup Nebî' hatine dîtin.
Li gorî dîroknasê Bîzansê John Malalas, ev bajar di dema Emparatoriya Roman de ji aliyê Konstantîn I li nêzî bajarê kevn yê Maximianopolis hatiye lêkirin. Bajar ji aliyê êrîşa Farisan û erdhejeke giran hatiye hilweşandin.
Ji sala 363 heta 540'an ev bajar bûye ciheke giring yê dema Bîzantînê, bi taybetî jî di serên di nava Faris û Roman. Herwiha, Antoniopolis weke navenda Edessa jî hatiye bikaranîn. Keşîşê Edessayê Yakûb Baradaeus li vir jidayik bûye. Bajar di sala 639'an de ji aliyê Ereban ve tê feth kirin.
[biguherîne]
Wêranşar li parêzgeha Rihayê weke navenda pemûyê tê nasîn. Ji ber çandiyariya xwe ya pêşktî aboriya bajêr her ku diçe mezrir dibe û bûye mînakek bo hemû bajarên Kurdistanê.
[biguherîne] Erdnîgarî
Li rojhilatê Wêranşarê Qoser, li bakur-rojhilat Dêrik û Çiyayê Mazî, li başûr Serê Kaniyê, li Rojava Riha, li bakur-rojava Siwêreg û li bakur Çinar heye.
Bilindayiya ji rûyê avê 620 m ye. Dûrbûna wê ya ji Rihayê 92 km ye.
Wêranşar bajarekî di deştê de ye. Mirov dikare bêje ti çiya lê tuneye.
[biguherîne]
- Xidrekan
- Kûran
- Çemkan
- Dêwan
- Seyidan
- Şêxan
- Kumnexşan
- Berguhanan
- Nasiran
- Çûvan
- Mendan
- Dodikan
- Qeregêçî
- Merwanî
- Bilikî
- Kopanî
- Masekî
- Torinî
- cemaldîna
[biguherîne] Gundên Wêranşarê
Ji bo gundên Wêranşarê binêre: Gundên Wêranşarê
[biguherîne] Çavkanî
- Dr Ebdulla Xefur (Abdulla Ghafur) (2000). "Kurdistan - Dabeşî kargêrî terrîtorî 1927-1997". Stockholm.
[biguherîne] Girêdanên derve
37°13′57″Bk 39°45′57″Rh / 37.2325°Bk 39.76583°Rh