Lezbiyenî
Ji Wîkîpediya
Lezbiyenî ji têkiliyên zayendî û hestî yên di nav jinan de re tê gotin, ango homoseksûeliya afiretan.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Etîmolojî
Lezbiyenî di zimanên welatên rojavayî de ji navê girava yewnanî ya Lesbos (Λέσβος) navê xwe girtiye. Helbestvaneke dema antîk a bi navê Sapfo li Lesbosê dijî bû. Ji bo hin helbestên Sapfo li ser zayendîtiyê navbera jinan de bû û ew kesên navbera jinan de zayendî dikirin wiha dihatin navandin, ango "jinên mîna Sapfoya Lesbosê". Ji vê sedemê erotîkiya jin ligel jinê bi çend zimanan hin caran wek sapfîzm jî tê navandin.
[biguherîne] Çend lezbiyenên navdar
- Sapfo (610-580 b.z.), helbestvana grekî ya girava Lesbosê.
- Gertrud Stein (1874-1946), niviskara amerîqayî û hevala wî Alice B. Toklas (1877-1967)
[biguherîne] Ferhenga kurdî çi dibêje?
Di zimanê kurdî de ji bo afiretên lezbiyen peyveke alînegir nîne û piraniya van peyvan binavkirinên neyînî ne:
"Çîrrxwarin", "banûbanû", "stî û stî", û "şevgeriya keçikan"; li hin deveran jî "kuremêr", "stîhişkê", û "hişkenerm" tên gotin.
[biguherîne] Çavkanî
William Stewart (1995). Cassell's Queer Companion: a dictionary of Lesbian and Gay life and culture. Cassell, London-New York.

