Mûsa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Foster Bible Pictures 0070-1 Moses with the Two New Tables of Stone.jpg
Mûsa li gorî nîgarkêş Emîr Xusrow (1253-1325)
Mûsa di vîtrayeke Nexweşxaneya Mîsyona Îngilîzî ya Orşelîmê de

Mûsa (bi erebî‏مُوسَى‎, Mūsā, bi yewnaniya kevn: Μωυσῆς, Moysés, bi îbranî: מֹשֶׁה, Moşeh), li gorî kevneşopa ayînên cihû, mesihî û misilmanan, rêber, pêxamber, dîrokvan, qanûndanêr û navberkar bû. Wateya peyva "Mûsa" bi îbranî "ji avê derxistî" ye. Tê bawerkirin ku pênc kitêbên pêşîn ên Peymana Kevin (Destpêkirin, Derketin, Lêwiyan Case, Hijmartin û Vegerandin li Qanûnê) ji hêla Mûse ve hatine nivîsandin.

Çavkaniyên herî kevin ên li ser jiyana Mûsa, pirtûkên Tewratê ne. Ew di Peymana Kevin de mirovê sereke û herî bi nav û deng e. Dibêjin, ku ew di nav mirovan de yê herî nefsbiçûk bû[1].

Mûsa, wekî mirovekî dîrokî[biguherîne]

Mûsa li gorî ayînan[biguherîne]

Mûsa li gorî Quranê[biguherîne]

Di Quranê de jî çend caran behsa Mûsa û serhatiyên wî tê kirin[2].

Mûsa li gorî Tewratê[biguherîne]

Di Tewratê de tê gotin ku di dema Ûsifê kurê Ya’qûb de, bavkalên gelê Îsrail hatî bûn Misirê û gelê Îsrail ji bo çar sed salan li wir ma. Mûsa di dawiya wê demê de li Misirê çê bû[3]. Di wê demê de Firawun (padîşahê misiriyan) gelek zordarî li gelê Îsrail kir: Wî emir dabû ku hemû kurên gelê Îsrail piştî çêbûnê bên kuştin. Dê û bavê Mûsa yê biçûk, ew di selikekê de di nav çîtikên tenişta çemê Nîlê de veşartin. Li wir keça Firewn ew dît, xwedî kir û wek kurê xwe qebûl kir, ew bir qesra Firewn.

Çaxê Mûsa çil salî bû, wî bi çavê xwe dît ku yekî Misrî li îsrailiyekî dixe. Mûsa hêrs ket, yê Misrî kuşt û revî çola Midyanê, li wir bû şivan. Wî ji xwe re jinek anî (Zipora) û du kurên wî çêbûn (Gerşom û Eliyezer). Piştî çil salan Xwedê li çolê jê re xuya bû[4] û ew şand Misrê, da ku gelê xwe rizgar bike. Pêşî Mûsa qet nexwest û bi Xwedê re ket peyvînê, lê piştre qebûl kir û bi birayê xwe Harûn re çû ber Firewn. Wek ku Xwedê ji wan re gotî bû, Firewn nexwest gelê Îsrail berde. Hingê Xwedê deh belayên giran şandin ser diyarê misriyan[5], heta ku Firewn û hemû Misriyan hêvî ji gelê Îsrail kir, ku ew ji Misir ê derkevin. Mûsa bû rêberê gelê xwe û ew di Deryaya Sor re birin çola Sînayê. Li wir Xwedê daket ser çiyayê Horebê / Sînayê û di nav ewr, agir û mijê de ji wan re xuya bû. Wî bi destê Mûsa li ser nivîsdekên kevirîn her deh Emrên Mezin da wan [6]. Xwedê gelek qanûnên din jî bi destê Mûsa dan gelê xwe (Şerîeta Mûsa) û li wir peymana xwe bi wan re girêda. Lê gelê Îsrail guhdarî nekir, golikekî zêrîn çêkir û wek ku biperizin Xwedê perizîn wî[7]. Mûsa ji Xwedê hêvî kir ku ew gelê xwe helak neke û Xwedê ev daxwaza Mûsa qebûl kir. Li çola Sînayê perestgeha wan a yekem hat çêkirin [8]; heta dema Silêman padîşah ew cadir bû. Kurên Harûn bûn kahîn û Harûn bi xwe bû serokê kahînan. Çaxê nêrevan (casûs) bi tirseke mezin ji welatê Kenanê vedigeriyan, xelkê dîsa bawariya xwe bi Xwedê neanî û Xwedê nehişt ku ew bikevin welatê sozdayî Kenan[9]; ew çil salan di çolê de digeriyan. Di wan hemû salan de Mûsa rêberê wan bû. Çend caran jî mirov li hember Mûsa rabûn û nexwestin rêberiya wî qebûl bikin (birayê wî Harûn û xwişka wî Meryem [10], Korax, Datan û Abîram [11]). Wî bi xwe jî carekê guhdarî nekir [12] û ji ber vê yekê Xwedê destûr neda wî ku ew bi xwe bigihîje welatê Kenanê.

Li gorî çîroka Tewratê ji çiyayê Neboyê (li Urdunê), Xwedê ji Mûsa re welatê sozdayî nîşan da. Hingê Mûsa – dibêjin, emrê wî 120 salî bû – mir û Xwedê bi xwe ew veşart [13]. Mûsa nivîskarê Zebûra 90 e û wî Şerîeta Xwedê nivîsand, an da nivîsandin. Di Peymana Kevin de di van pirtûkan de li ser Mûsa tê gotin: Yêşû, Samûêl I, Padîşah I+II, Nehemya, Zebûr, Îşaya pêxember, Yêremya pêxember, Daniyêl pêxember, Mîxa pêxember, Melaxî pêxember. Mûsa pêxemberekî mezin tê hesabkirin û wî li ser Mesîh jî weha pêxamberîtî kir: «Xudan Xwedayê we wê ji nav birayên we, ji we re pêxemberekî wek min rake. Ew her çi ji we re bêje, divê hûn guhdariya wî bikin. Îcar her kesê ku guhdariya wî pêxamberî neke, wê ji nav gel bê derxistin û helak bibe.» [14]. Îcar çaxê Îsa Mesîh li ser vê dinyayê bû, Mûsa li ser çiyayekî jê re xuya bû û bi wî re peyivî[15].

Zebûra Mûsa[biguherîne]

Zebûr 90 - Duaya Mûsa

Ya Xudan, di hemû dewran de, Tu ji me re mesken bûyî;Hê çiya çênebûn,Hê te erd û dinya neafirandin,Ji bêdestpêkê heta bêdawiyê tu Xwedê yî Tu mirovan li axê vedigerînî,Û tu dibêjî: „Ya kurên Adem, vegerin." Ji ber ku li ba te hezar sal wek roja duh ya bihûrî,Û wek nobetek ya şêvê ye. Tu wan dimalî, dibî, ew dibin wek xewnê;Ew wek wî giyayê ne ku sibehî şîn dibe. Sibehî kulîlk dide û mezin dibe;Êvarê tê dirûn û hişk dibe. Bi hêrsa te em wêran dibin,Û bi xezeba te em dibizdîn. Te neqenciyên me danîn ber xwe Û te gunehên me yên veşartî danîn ber ronahiya rûyê xwe. Ji ber ku hemû rojên me bi xezeba te diçin Û salên me wek bîhnkişandinekê derbas dibin. Rojên emrê me heftê sal in Û bi qewetê ew bibin heştê sal jî,Dîsa bengîtiya wan ked û keder e;Çimkî zûka dibihûre û em jî difirin, diçin.Qeweta xezeba te kî dizane?Û li gor ku divê mirov ji te bitirse, hêrsa te kî dizane? Hijmartina rojên me wisa hînî me bike Ku em bibin xwediyê dilê şehreza. Vegere ya Xudan, ma heta kengê ...? Rehmê li xulamên xwe bike. Sibehî me bi kerema xwe têr bike, Da em di hemû rojên xwe de dilgeş û şa bibin. Li gor wan rojên ku te em xistin nav kederan,Li gor wan salên ku bela hatin serê me, me dilgêş bike. Bila karên te ji xulamên te re bên dîtin Û mezinahiya te li ser zarokên wan bixuye. Bila qenciya Xudan Xwedayê me li ser me be,Û karên destên me ji me re qayîm bike.Erê, karên destên me qayîm bike.

Mûsa di Peymana Nû de[biguherîne]

Di Peymana Nû / Încîlê de 80 caran behsa Mûsa tê kirin.

a) Mûsa wek pêxemberê Xwedê tê qebûlkirin:

  • "Şerîet bi destê Mûsa hat dayîn" (Yûhenna 1:17).

Şerîeta Mûsa jî ji aliyê Mesîh hat qebûlkirin: "Nefikirin ku ez hatime Şerîetê û nivîsarên pêxemberan ji holê rakim. Ez nehatime ku ji holê rakim, lê ez hatime ku temam bikim. Beriya ku erd û ezman bibihûre, herfek an nuqteyeke biçûk ji Şerîetê winda nabe, heta ku her tişt bê cih." (Metta 5:17-18)

b) Îsa dibêje ku Mûsa li ser Mesîh pêxemberîtî kiriye:

  • Piştî mirin û rabûna xwe, Îsa ji şagirtên xwe re şîrove dike ku her tiştê ku Mûsa û pêxemberan li ser wî gotine, hat cih (Lûqa 24:27).
  • Îsa ji Cihûyan re got: "Eger we ji Mûsa bawer bikira, weyê ji min jî bawer bikira, çimkî wî li ser min nivîsiye." (Yûhenna 5:46)

c) Mirovên din jî ev yek qebûl kirin:

  • Filîpos Natanyêl dît û jê re got: "Me ... Îsayê Nisretî dît, yê ku Mûsa di Şerîeta xwe de û pêxemberan li ser nivîsîne." (Yûhenna 1:45)
  • Cihûyan got: "Bi rastî jî ew pêxemberê ku wê bihata dinyayê, ev e!" (Yûhenna 6:14)

Bi vê yekê wan gotina Mûsa a li ser Mesîh qebûl kir: "Ev, ew Mûsa ye ku ji zarokên Îsraêl re got: ‹Xwedê wê ji nav birayên we pêxemberekî wek min ji we re rake› (ji: Dubarekirina Şerîetê 18:15)." (Karên Şandiyan 7:37)

d) Mesîh ji Mûsa meztir e:

  • "Şerîet bi destê Mûsa hat dayîn, kerem û rastî bi destê Îsa Mesîh hatin." (Yûhenna 1:17)

"Her kesê ku baweriyê bi Îsa tîne, ji wan hemû tiştên ku bi Şerîeta Mûsa we nikaribû hûn bê sûc bibin, rastdar derdikeve." (Karên Şandiyan 13:39)

Tu kes nikare Şerîeta Mûsa ji sedî sed pêk bîne, loma xizmeta Mûsa "mirin aniye" (Korîntî II, 3:7); lê Mesîh hat ku jiyana herheyî bide mirovan: "Vejîn û jiyan ez im. Yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ewê bijî." (Yûhenna 11:25)

Çavkanî[biguherîne]

  1. Peymana Kevin, Hijmartin 12:3
  2. Sûra 2; 5; 7; 18; 20; 28; 40
  3. Derketin 2
  4. Derketin 3
  5. Derketin 7-12
  6. Derketin 20
  7. Derketin 32
  8. Derketin 25-40
  9. Hijmartin 13-14
  10. Hijmartin 12
  11. Hijmartin 16
  12. Hijmartin 20
  13. Dubarekirina Şerîetê 34
  14. Dubarekirina Şerîetê 18:15-16
  15. Metta 17

Girêdanên derve[biguherîne]