Mîxayîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mîkaîl hat beralîkirin)
Serfirîşte Mîxayîl

Mîxayîl an jî Mîkaîl (bi îbranî: מִיכָאֵל‎ [ˌmixäˈʔel]), Micha'el an Mîkhâ'êl; bi yewnanî: Μιχαήλ, lat. Mikhaḗl; bi latînî: Michael; bi erebî: ميكائيل ,ميكال ,ميخائيل‎‎: Mîka'îl, Mîkâl, Mīkhā'īl) navê serfirîşteyek e ku di dînên dînên birahîmî (cihûtî, filehtî û îslam) de heye. Li rojavayê cîhanê jê re Michael (Mi-ka-el tê wateya "Kî-weke-Xwedê"[çavkanî hewce ye]) dibêjin û navekî mêran e. Hersê ol jî wî wekî "milyaketê karên erdê û xwezaya wê digerîne" didin nasandin.[çavkanî hewce ye] Di baweriya îslamê de herwiha ew milyaketê erzanî-bihabûn, xela-dewlemendî, bela-aramiyê îdare dike ye.[çavkanî hewce ye]

Gorî baweriya îslamê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîxayîl yek ji çar serfirîşte ye. Peyva "Mikaîl" bi kurdî tê wateya "Qûlê piçûk û hêja yê Xwedê"[çavkanî hewce ye]. Li gora ola îslamê firîşte Mîxayîl bi destûra Xwedê hemû karên gerdûnê bi rêve dibe. Ew hetanî roja dawiyê yê dinê bi karê gerdûnê hatiye vatinandin.

Navê Mîxayîl an Mîkaîl tenê yek carekî di Quranê da derbaz dibe: "Û kê bibe neyarê Xwedê û firîşteyên wî û pêxamberên wî û Cibrayîl û Mîkaîl, bira bizane ku bi rastî Xwedê jî neyarê xudanenasa ne." [1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Beqere: 2/98