Made (kîmya)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di zanistên fîzîk û kîmyayê de, made an keriste binestir a hemî tiştên fîzîkî ye ko ne berdewamî a wize (enerjî) an hêzqadan (force-fields) bit. Ev herduyên dawiyê koma bariste yê tiştan pêkdiînin lê bi xwe madde nahên hesibandin. Bi gotineka dî, keriste wekî hemî gîhana berçav anko hebûna ko ji mirovan ra xweya ye dihêt pênasekirin, herçend e ko ruhnahî bi xwe ne keriste ye. Bi vî awayî, pênaseya zanistî ya keristeyî hindekê nezelal e.[1]

Pênase[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keriste pêkhata hemî tiştan e û ji binestirên kîmyayî pêk dihêt. Keriste ji atoman û atom jî ji notron, proton û elektronan pêk dihên. Bi vî awayî, madde an keriste ne enerjî ye û enerjî wekî xweyabûn anko nimiyana keristeyî dihêt pênasekirin.

Di fîzîkê da keriste an madde gelek bi zelalî nehatiye pênasekirin, lewma li herdera ko hûrbûn û ramaneka zanistiyanetir pêdivî bit zarav anko termên zelaltir, mîna bariste, enerjî û keriyan dihên bikaranîn. Lê hindek fîzîkzanistvan her nebit li ser vê pênase a keristeyî lihevhatine: her tiştê ko ji fermionên hîmanî pêkhatibit. Ev lepton (bi elektronan ve) û kuarkan (bi proton û notronan ve)vedigirit. Ji ber hindê ko proton û notron û elektron kom dibin da atomê pêkbiînin, atom û molekûl û hemî tiştên ko ji wan pêkdihên madde an keriste ne. Coreyên baryon û mesonan jî madde ne. Tiştên ko ne keriste ne ruhnahî (foton) û bosonên pîvikî yên dî ne.

Lê dîsa jî ev pênas hemî caran têrker nîne, her nebit di van kaûdanan û rewşan da:

  • Bosonên W û Z bariste heye, lê ji fermionên hîmanî nîne.
  • Her du fotonên ko ne bi awayekê ne paralel dimeşin, dema wekî pergal an sîstem lê bihên nihêrîn, xwedî yên baristeyê neberguhêr in.
  • venîsogokan anko glueballan jiber enerjiya ko wan bi hev ra dibestit bariste heye, lê di gel baristeyê xwe çi kerî an fermionên hîmanî nîne.

Û hindek caran jî keriste anko madde heye û çi bariste nîne, mîna:

  • Piraniya baristeyê notron û protonan ji enerjiya bestinê di navbera kuarkan e, ne ji baristeyê kuarkan bi xwe.
  • Yek ji sê coreyên notrînosan mumkine bê bariste bit.
  • Kuarkên berjor mumkin e bê bariste bin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]