Mehmet Ali Ağca

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Mehmet Ali Ağca (* 9'ê rêbendanê 1958 li Yeşiltepe) yek ji kujerên navdar ên Tirkiyê ye.

Bi eslê xwe Kurd e û ji gundê Îsmaîlî ya Patrîkxan (Hekimhan) a Meletîyê ye. Malbata wî ji Tirkên ku di Komkujiya Ermeniyan de ji aliyê dewletê anîne bicihkirin e. Di ciwaniya xwe de dikeve nava hêzên rastgîr ên Tirk, Bozkurtlar. Di gelek çalakiyên li dijî Kurd û çepgîrên Tirkiyê de cihdigire û rojnamevan Abdi İpekçi dikuje.

Di 13'ê gulanê 1981'de li dijî serokê dêra katolîkan Papa Johannes Paul II. çalakiyeke kuştinê pêktîne û Papa giranbrîndar dike. Li Îtalya bi cezayê temendirêjiyê tê cezakirin. Heya 13'ê pûşperê 2000 li Îtalya di girtîgehê de dimîne û ji Tirkiyê re tê şandin. Carekê tê serbestberdan lê ji ber rexneyên Kurd û çepgîran dîsa tê girtin. Niha li Stenbolê di girtîgehê de ye.

Çavkanî[biguherîne]

http://www.zaman.com.tr/gundem_derin-kurtler_944419.html