Meke

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Meke (Erebistana Siyûdî)
Meke
Bajarê Meke yê modern
Meke di sala 1850'î de

Meke (bi erebî: مكة Makkah yan jî مكة المكرّمة Makkah al-Mukarrama) bajarek mezin li rojava yê welatê Erebîstana Siûdî ê ye û pirr û hindik 100 km ji Behra Sor (Deryaya Sor) dûrtire. Tevayiya nifûsa bajêr 1.294.168 e (li gora hêjmara sala 2004 an). Meke di Îslam ê de û ji bona misilmanan bajarekî pîroze, ji ber ku Mizgefta Pîroz û Kabe li wî bajarê ne. Her sal di dema hec da bi milyonan misilman ji her derên dinyayê terin Mekê û bi vî avayî yek ji penc rûkneyên ola Îslam ê tînin şindê. Lê ji nemisilmanan ra ser lêdana bajarê Mekeyê qedexe ye. Di Kurdî de herwiha bilêvkirinên Mekê û Mekih jî ji bo vî bajarî hene.

Erdnîgarî[biguherîne]

Medîne li bakûr, Jîddah li rojava û Taîf jî li rojhilat a Mekê dimînin. Bajarê Mekeyê di navbera rêzên du çiyan da bi cîh digirî. Derdora Mekeyê bi temamî çiya û çol e. Bajarê kewn belê li dora Kabê hatî bû çê kirin, lê îro qet tiştek ji bajarê kewn şinda nemaye. Mizgeft a Pîroz bi heft Mînaran û Kabe jî di navenda bajêr da ne.

Dîrok[biguherîne]

Li gora ola Îslam ê Hz. Îbrahîm lawê xwe Îsmaîl û jina xwe yê bi nav Hacer anîye şinda îro yê bajarê Mekeyê û dûra bi tev lawê xwe, bi fermana Xwedê, Kabe disa ji nuva inşa kiriye. Di sala 570 an da Hz Mihemed li Mekeyê ji dayik bûye. Di çel saliya Pêxamber Mihemmed da Quran a Pîroz cara yekemin bi sûreya E'leq li çîyayê Mekeyê hatiye danin. Bajar di sala 630 an da ket destê misilmanan û nebawermend êdî başebaş bi bin ketin. Dîsa di wî salê da Hz. Mihemmed di Mekeyê da xutba xwe yî xatir xastinê ji misilmanan ra xwend.

Lê hîna di berê dema Hz. Mihemmed Meke bajarekî bazirganiyê bû. Karwanên ji Suriye yê, Misir ê û hîn welatên din ji Mekeyê va derbaz dibûn û bi vî avayî mirovên Mekeyê yê li gora mirovên bajarên din yên Erebistan ê gellekî dewlemend bûn.

Girêdanên derve[biguherîne]

21°25′0″Bk 39°49′0″Rh / 21.416667°Bk 39.816667°Rh / 21.416667; 39.816667