Îbrahîm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Îbrahîm (bi Kurdî: Berhîm, Birehîm Xelîl, Ebrehîm, bi Îbranî: אַבְרָהָם, Avraham, tîberî: ʼAḇrāhām, erebî: إبراهيم‎, Ibrāhīm), navê mêrek e ku tê bawerkirin ku ew 2000 salan berî Îsa pêxember jiyaye[çavkanî hewce ye]. Li gorî her sê olên yekxudayî yên roja îro (cihûtî, xiristiyanî û misilmanî) jî ew pêxemberekî Xwedê ye. Herwiha Îbrahim pêxember wek kalikê van olên semîtîk tê pejirandin. Lê di derbarê şinda bûyîn û jiyîna wî da, pirtûk û zanayên her sê olan tiştên cihê riwayet dikin. Li gora ola Îslamê Îbrahim pêxember li bajarê Urfayê li Harranê hatiye dinyayê û dûra jî bi tev bavê xwe çûye Babîlê.

Îirahîm kurê xwe ji qurbanê re amade dike, Cibrayîl di kêliya dawî de mudaxele dike. Wêne ji destnivîsek tirkî ji sedsalên 16an û 17an.

Dibêjin tevî ku gelê wî hemû putperest bû, Îbrahim di emrê xwe da tu caran ji putekî ra perestî nekirîye. Wî ji yek xuda yê ra bawer dikir. Di Qurana pîroz da di nava pêxemberan da yê herî pirr navê wî tê gotin. Li gora Quranê Îbrahim bi bivir ê hemû putan dişikinî û li ser vî yekê mirov wî davên nava agir (Gotegot e: Kurd Heyzen gotiye Nemrût e ra, wa -Hz. Îbrahîm- agir ji da bişewitin)[1], lê agir wî naşewitinî û dibe gol. Li gora mirovan ew şinda agir îro gola masiyan li Rihayê ye. Li dû vî bûyera Îbrahîm bi tev jina xwe Sarê û biraziyê xwe Lût ji welatê Nemrût bar dike tere Urdun ê, Misir ê û dûra jî Filistinê.

Ji ber ku Îbrahim êdî kal dibe û qet zarokên xwe tunin, ji Xwedê zarokekî dexwez dike. Lawek bi nav Îsmaîl ji wî ra tê dinê û demekî şinde jî ji wî ra tê zanîn ku, gerê Îsmaîl ji Xwedê ra qurban bike. Îbrahim lawê xwe ji bona qurbanê amade dike, lê wî gavê Xwedê ji wî ra beranekî dişinî, ji bona ku di şinda Îsmaîl da qurban bike. Dûra lawekî din bi nav Îshaq ji wî ra çê dibe. Herdû lawên wî jî bi xwe pêxember bûn û tê zanîn ku Îsmaîl kalê erewan û Îshaq jî kalê gellê Îsraîl e.

Îbrahîm wekî kalê hemû bawermendan û pêxemberê herî mezin yê Xwedê tê dîtin. Di emrê xwe da tenê ji Xwedê ra perestî kiriye û di Quranê da ji wî ra "misilman" tê gotin. Li gorî kevneşopa îslamê wî bi tev lawê xwe Îsmaîl Kabe înşa kiriye û bi vî avayî îbadeta hec ji wî hetanî îro hatiye giştiye me.

Pêşangeha wêneyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Diroka Pêxemberen, M. Asım Köksal [Tirkî]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]