Meke

(Ji Mekkê hat beralîkirin)
Meke
bi erebî: مكةMakkah
Meke li ser nexşeya Erebistana Siyûdî nîşan dide
Meke
Meke
Meke (Erebistana Siyûdî)
Kargêrî
Welat  Erebistana Siyûdî
Dûgel Erebistana Siyûdî
Herêm Meke
Şaredar Osama al-Bar
Demografî
Gelhe 1.675.368 (2010)
Berbelavî 2.200 kes/km²
Erdnîgarî
Rûerd 850 km²
Bilindayî 277 m
Koordînat 21°25′21″Bk 39°49′34″Rh / 21.4225°Bk 39.8261°Rh / 21.4225; 39.8261
Dem (UTC) UTC+3 (AST)
Agahiyên din
Koda telefonê +966-12
Malper http://holymakkah.gov.sa

Meke (bi erebî: مكةMakkah yan jî مكة المكرّمة Makkah al-Mukarrama) bajarek mezin li rojava yê welatê Erebîstana Siûdî ê ye û pirr û hindik 100 km ji Deryaya Sor dûrtire. Tevayiya nifûsa bajêr 1.294.168 e (li gora hêjmara sala 2004 an). Meke di Îslam ê de û ji bona misilmanan bajarekî pîroze, ji ber ku Mizgefta Pîroz û Kabe li wî bajarê ne.

Her sal di dema hec da bi milyonan misilman ji her derên cîhanê terin Mekê û bi vî avayî yek ji penc rûkneyên ola Îslam ê tînin şindê. Lê ji nemisilmanan ra ser lêdana bajarê Mekeyê qedexe ye. Di Kurdî de herwiha bilêvkirinên Mekê û Mekih jî ji bo vî bajarî hene.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Medîne li bakûr, cîde li rojava û Taîf jî li rojhilat a Mekê dimînin. Bajarê Mekeyê di navbera rêzên du çiyan da bi cîh digirî. Derdora Mekeyê bi temamî çiya û çol e. Bajarê kewn belê li dora Kabê hatî bû çê kirin, lê îro qet tiştek ji bajarê kewn şinda nemaye. Mizgeft a Pîroz bi heft Mînaran û Kabe jî di navenda bajêr da ne.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gora dînê Îslamê Îbrahîm pêxember lawê xwe Îsmaîl û jina xwe yê bi nav Hacer aniye şinda îro yê bajarê Mekeyê û dûra bi tev lawê xwe, bi fermana Xwedê, Kabe disa ji nûva ava kiriye. Di sala 570 an da Muhemmed li Mekeyê ji dayik bûye. Di çel saliya Pêxamber Muhemmed da Quran a Pîroz cara yekemin bi sûreya Elaq li çîyayê Mekeyê hatiye danin. Bajar di sala 630 an da ket destê misilmanan û nebawermend êdî başebaş bi bin ketin. Dîsa di wî salê da Muhemmed di Mekeyê da xutba xwe yî xatir xastinê ji misilmanan ra xwend.

Lê hîna di berê dema Muhemmed Meke bajarekî bazirganiyê bû. Karwanên ji Suriye yê, Misir ê û hîn welatên din ji Mekeyê va derbaz dibûn û bi vî avayî mirovên Mekeyê yê li gora mirovên bajarên din yên Erebistan ê gellekî dewlemend bûn.

Cihên dînî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çend cihên ku di dema Hecê de têne dîtin ev in.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]