Mor Yakob

Mor Yakob
37°04′01″Bk 41°12′54″Rh / 37.067°Bk 41.215°Rh / 37.067; 41.215
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mor Yakob dêreke suryaniyan e û li Nisêbînê (di parêzgeha Mêrdîne) ye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Mezopotamyaya jorîn, Dêra Mor Yakob weke dêra herî kevn û dîrokî tê nasîn. Li Nisêbînê, ji bilî Mor Yakob, bi dehan cihên dîrokî hene.

Efsaneya jiyana Mor Yakob[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê gotin ku Mor Yakup di sedsala 3êmîn de (di nav sala 300-400an de) li Misirê ji dayik bûye. Salê ji dayik bûnê wî yê rastî tam naye zanîn. Li wir bûye keşe û bi car keşişên din di keşîşxaneke de jiyaye. Ji ber ku di wê demê de Yûlyanûs peyketinek hemberî xristîyanan meşand Yakob û hevalên xwe direvin Sûriye. Li Sûriyê 7 sal dimînin û dicin Amedê.

Li wir bi kureke dîn rast tên. [Cîn]ek ketiye [ruh]ê wî kurî, û dema ku Yakob emir dide ku cîn ji canê kurê derkeve kur bijûn dibe. Ji ber ku ew law kurê serokê Amedê Antîmûs e Yakob gelek nas dibe û ji aliyê gel ve tê pîroz kirin. Ji wê rojê bi sunde Yakob gelek mûcîzeyan dike û gelek nexwesan sax dike. Serokê Heskîfê Rufus dixweze Yakob bibîne û wi li ser navê xwe pîroz dike.

Ji ber ku keyê farsî Samîr (ola wî ya zerdeştî ye) peyketinek li hemberî xrîstiyanên herême dmesîne Yakob û hevalên wî xwe li gundê Salihê vedisêrin. Samir tê gundê Salih Yakob bibîne û pêsniyarî wî dike, ku heger hevalên wî dev ji xrîstiyantiyê berde wê ew ne bên kustin. Lê hevalên Yakob vî pêsniyarî qebul nakin û sehîd dikevin.

Pistî salan Yakob li cihê ku hevalên wî hatin qetilkirin dêreka bicûk avadike. Ji wê rojê heta îro ew dêr wek dêra sehîdan tê bi nav kirin.

Mor Jakob di 18ê Îlonê 421ê jiyana xwe ji dest dide. Lasê wî li dêrê tê vesartin. Ji ber ku dêr werdigere ziyaretgehê û ji gelek kesan ve tê ziyaretkirin, rahîbê dêrê bi alikariyê berariyan li cihê ku dêr radiweste keşîşxaneke avadike û navê Mor Yakob lê dike.

Mezinkirina dêrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mor Yakob di sala 313’an de oldaran dêr biçûk dîtiye û ji bo ku avahiya dêrê mezin bikin dest bi xebatan kiriye. Kongreya xirîstiyanan a yekemîn di sala 325’an de li Nikîa (Îznîk) hatiye lidarxistin. Epîskoposê Nisêbînê Mor Yakob û şagirtê wî û helbestvan Mor Efram beşdarî kongreyê bûne. Piştî ew ji kongreyê vegeriyane Nisêbînê, wan li tenişta dêrê hîmekî nû daniye. Di sala 326’an de dibistan hîn mezintir bûye û bi tevahî ketiye xizmetê. Sazkarê dibistana Dêra Mor Yakob, di sala 338’an de jiyana xwe ji dest daye û ew di bin perestgehê de hatiye veşartin.

Dibistana Mor Yakob[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî mirina Mor Yakob, ji bo rektoriya dibistanê Mor Efram hatiye hilbijartin. Wê demê di dibistanê de di navbera 800 û 1000’î de xwendekar perwerde dibûn û wekî dibistanêke razanê jî dihat bikaranîn. Zimanê dibistanê yê fermî suryanî bû. Di dibistanê de ji bilî perwerdehiya zimanê Suryanî, bi grekî jî perwerdehî dihate kirin. Di dibistanê de, di warê felsefe, mentiq, wêje, astronomî, tip û hiqûqê de wane dihatin dayîn. Perwerdehî wekî pîvanên zanebûna rektorê dibistanê Mor Efram dihate dîtin. Mor Efram 38 sal rektoriya dibistanê kiriye.

Zagonên dibistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zagona yekemîn ew e ku midûr li gorî biryara rektor; alîkarê rektor, endamên dibistanê û midûriyeta dibistanê bê hilbijartin. Di vê mijarê de mafê tu kesî tune ye bendparêziyê (tifaqana) bike. Li hemberî vê rastiyê kesên ku li ber xwe bidin dê werin cezakirin, ji dibistan û bajêr bên avêtin.

Zagona duyemîn; kesên ji bo midûriyeta dibistanê bên hilbijartin, divê cudahiyê nexin navbera xwendekaran û dibistanê serkeftî bi rê ve bibin. Kesên ku sûcekî bikin, dê ji hêla rektor û endamên dibistanê ve werin cezakirin. Midûrê dibistanê bê şewirmendiya komîteya dibistanê nikare kesekî ceza bike.

Li gorî zagoneke din a dibistanê, xwendekar dema ku dibistan vekirî be nikare li tu derê bixebite û bi karekî din mijûl bibe. Dema ku dibistan bê girtin, xwendekar dikarin derkevin û di karekî din de bixebitin. Personelên dibistanê jî bi şertê ku di nava Nisêbînê de bimînin û li gorî pîşeya xwe dikarin bi karên din mijûl bibin.

Her wiha di zagoneke dibistanê de tê diyarkirin ku xwendekar an jî hîndekarên dibistanê ger pereyê wan zêde bin, nikarin pereyê xwe bi faîz bidin kesekî din. Faîz li dijî rêzika dibistanê ye. Di çarçoweya rêzika Dêra Mor Yakob de xwendekar, ji bilî rewşeke acîl, nikarin navberê bidin perwerdehiya xwe. Pêwîst e her xwendekar li odeya ku ji re hatiye terxankirin razê. Ji ber ku ode li gorî yek kesî hatine çêkirin. Xwendekarên ku sûc kirine, li gorî zagona dibistanê ji hêla rektorî û komîteyê ve sê caran tên hişyarkirin. Ger sûcên xwe dubare bikin, dê bên cezakirin.

Restorasyonên dêrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dêra Mor Yakob di nava demê de rastî gelek restorasyon û nûkirinan hatiye. Bi domana demê re mîmariya wê guheriye û gelek dîwarên wê ji nû ve hatine avakirin. Piştî demekê dîwarê dêrê yê aliyê rojava, yê li eniya derve dinêre ji serî de hatiye avakirin û qata li ser dêrê jî wekî avahiya Metropolîqan hatiye avakirin. Ev yek jî di dema lêkolîn û vedanê de li ser nivîseke bi zimanê suryanî hatiye bicihkirin. Li gorî nivîsê de restorekirina dêrê, di dema patrîkê 3’yemîn Petrûs de, di sala 1872’an(P.Z.) de ji hêla Rahîbê Mêrdînê Îlyas ve hatiye çêkirin.

Parastina Mor Yakob[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo ku Mor Yakuob were parastin, weqfek ji aliyê suryaniyên penaber ve ji bo piştgiriyê dêrê hate damezrandin. Ew weqf bi pereyê komkirî restorekirina dêrê fînanse dike.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]