Salih

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Salîh di Îslamê de yek ji pêxamberan e.

Çîroka Pêxember Salîh li gora ola Îslam ê[biguherîne]

Di Navbera bajarê Medînê û Şamê cîhek nav El-Hicr hebû. Pirr salan pêşta wê derê gellê Tamud dijiya. Li bajarê El-Hicr baxçên pir mezin û berdan û çêregehê bêdawî hêşin hebûn. Gellê Tamud li vira mal û qesr çê kirî bû. Ewna hemû li dewlemendiyê da dijiyan û gellekî dilgeş bûn.

Pirr sal hatin û çûn. Gav bi gav ewna li ser riya rast derketin. Herî li Xwedê bawer nedikirin û ji Wîna ra secde jî nedikirin. Di Şuna Xwedê da ji xwe ra pût ji keviran çê kirî bûn û ji wana ra dia dikirin. Wana pirr zû tune bûna gellê Ad bîr kirî bûn. Roja Qiyametê, ku di wextê hemû mirov du mirinê li ber Xwedê kom dibin û çi kirine û çi nekirine tê rastê, qe nedahat bîra wan. Zemanê xwe bi tiştê nebaþ derbaz dikirin, ku bila neyên ser fikrên rast û baş.

mirovên gellê Tamud li ser erdê gellekî xirabî dikirin û heqqê gellê din dixarin. Ji ber ku Xwedê pirr mezin û dilovan e ji wan ra pêxamberik şand û va pêxambera jî Hz. Salîh bû. Bi serokatiya Hz. Salîh gerê wan dest ji xirabiyê û neheqiyê bikşandana û tenê ji Xwedê ra secde bikirana, ne ji pûtên ji kevir û daran. Rojekî Hz. Salîh eşîra xwe dli erekî kom kir û ji wan ra got.:" Ey gellê min, vegerin li ser ola rast û tenê Xji wedê ra secde bikin, ji ber ku, ew tenê Xwedê yê we ye. Bizanin ku, wî bêtir xwedêkî din tune. Wî we kir şûna gellê Ad û bêdawî çêyîtî da we. Li dij Xwedê dermekevin, tiştekî mekin şûna wî û wî mandele nekin. Ez resulê Xwedê yê mîhrîcan im ku, Wî ez wji e ra pêxamber şandim."

Hema ji Hz. Salîh ra pirs kirin:" Na tu dixwezî xwedên kal û pîrên me ji me bigirî û me ser riya xwe bixinî? Pexamber Salîh hema va bersiva da wan:" Va pûtana tenê ji kevir û daranin. Hela tenê carekî raman bikin. Dê û bavên we xelitekî pirr mezin kirin, ma hûn jî dixwezin wek wana bikin?"

Wan hema dengê xwe birîn. Hinek mirov Hz.Salîh xetme kirin û gotin:" Te bi rastî qise kir. Em te bawer dikin, Salîh." Va mirovana pirr feqîr û qenc bûn. Wana xwe ji mirovên din baştir nedidîn, quretî û mezintî nedikirin û gellekî dilnizm bûn. Lêbelê pirrî mirovên wî eþîra, ku yê dewlemend û xurt bûn, gellekî pozbilind û neheqûn. Wana Hz. Salîh bawer nedikirin:" Tu belê merîkekî baş bû yî. Niha jî ji me ra tiþtên ecêp dibêjî. Em gerê çer xwedên xwe berdin? Kê dizanî, dibe ku te aqlê xwe wanda kiriyê yan jî tevhev dîn bû yî."

Lêbelê Hz. Salîh dîsa jî berdevam kir." Na, ez dîn ninim. Ez ji we ra nesîhetekî dikim û dixwezim ku hûn qeziya Xwedê bikin. Ez ji bona qiseyên xwe ji we ziv û zêran jî naxwezim. Şabaşa min tenê Xwedê dide min. Hûn nabînin ku, mirovên dilgeş û yên xwedînamûs hemû bi dû min hatin? Hûn çima li dijî gotinên min der dikevin?"

Lêbelê wana Hz. Salîh guhdarî nekir û zû li wê derê dûr ketin. mirovên bêîman wî rojê şuva bi tev mirovên, ku yê dû pêxamber diçûn henekên xwe dikirin û wana ra xerew didan. Waqas pê wana keniyan û yariyên xwe kirin ku, demekî şûva hê sebra misilmanan nema û pevçûn derket. Ji hinek misilmanan tedayî bîle kirin:" Hûn bi rastî bawer dikin ku, Salîh pêxamberê Xwedê ye?" Lêbelê mirovên misilman jî tim û tim hakana digotin:" Belê, ew însanekî pirr hêjaye û Pêxamberê Xwedê ye." Yê bêîman jî va bersiva didan:" Em tiştên, ku hûn bawer dikin, bawer nakin. Hûn derewan dikin."

Lêbelê Hz. Salîh qe ji gahuran neditirsiya. Kuderê bervî mirovekî dahat hema ew dawetê ola rast dikir û wîna ra nesîhet dikir. " Ew mêrika, ku dibêjî ku ez pêxamberim, pirr tiþtên ecêp dibêjî. Însan çer dikanî du mirinê dîsa xweş bibe? Va caran mimkûn e? Du mirinê em qaşo dîsa ra dibin û terin ber dadihgeha Xwedê. Vana derewan bêtir tiştekî din nînin. mirov tenê carekî tê ser dinê û gava miriya hemû tişt diqedê. Hinek mirovên nav me da dû wî terin. Raste, Salîh belê mirovekî baş bû, lêbelê tiştên ku niha ji me ra dibêjî, mirovekî baqil nikanî bawer bike."

Hz. Salîh hemû qeziyên wan dibhîst û mirovên biîman şîyar dikir : « Ey mirovên, ku yê baweriya xwe tenê bi Xwedê tînin! Dû va însanên qurre, ku yê ser erdê tenê xirabiyê û soniya xwe dajon, merin. Werin cem min. Gava hûn qeziya min bikin, Xwedê we memnûn dibe û we fireh şabaş dike. » Bi vî avayî Hz. Salîh bi şev û roj nesîhet dikir. Rojekî gahur hatin cem Pêxamber û ji wî behitik xwestin : » Ey Salîh, tu ji me ra dibêjî ku, tu pêxamber î. Hemû pêxamber ji bona peyîtandina pêxambertî ya xwe mirovan ra behitek nîşan dan. Gava tu ji me ra tiştekî wer nîşan bidî em hema dû te tên. » Ji ber wî yêke Hz. Salîh destê xwe ra kir û ber Xwedê geriya : » Ey Malîk, va mirovana min caw dikin. Ewna pozbilind û qurre ne. Behîtekî wana ra nîşan bide. Gava behîtekî bibînin, dibe ku wê tayê dû min tên."

Dûra jî Xwedê ji Hz. Salîh ra aha got:" Salîh, gellê xwe ra bibêje ku, bila hemû ser çiyê kom bibin. Ez gerê ji hûndir zinarê mezin delaxekî pir rindik derbixinim. Va delaxa bêdawî şîr dide. Lêbelê gerê gellê te şertekî bînî şunê: Bila rojekî tik tenê delax ava kaniya bajêr vebuxe û rojekî jî hûn. Ji ber ku delax qasî we hemûyan avê veduxe. Yanê hûn gerê rojekî kaniyê bidin delaxê û rojekî jî bi xwe ji tê da avê vebixun.Tev delaxê bikevin rêzê."

Hz. Salîh biheyecan ra bû pê û bi lez gellê xwe dor xwe kom kir û ji wana ra fermana Xwedê xeber da. Piştvanên wî hema bi dilgeşîkik mezin ji Xwedê ra şûkir kirin, lêbelê gahur jî aha pirs kirin:" Vana gotinên vala ne. mirov ku derê delaxekî hakana, ku yê tik tenê dikanî hemû ava bajarekî vebuxe û serda jî bêdawî şîr dide, bibînî?"

Ser soza Xwedê hemû bajar ket tejxelê û kesek nedixwest ku hê bêtir ser vî mucîza bisekinî. Hema wî rojê hemû ser çiyê kom bûn. Jinên bajêr, bi destê zarokên xwe girtî buûn û hêdî hêdî heldikşiyan ser çiyê. Hinek jin biroş tev xwe hanî bûn, ku dibe ku bi rastî jî delaxek tê.

Gava gellê Tamud biheyecan û bênefes ser mucîza Xwedê disekiniya, carkîda zinarekî mezin bi dengekî bilind bû du parçe û delaxekî pir rindik, ronak û bi gahanên tûjî ji hundir zinarê derket der. Dûra delax bi tormika xwe ket nav mirovan. Jin hema biroşên xwe anîn û tujî şîr kirin. Bi rastî jî şîrê delaxê xilas nedibû û bêdawî dahat. Hemu mirov bi mereq mêze delaxê kirin û hinek destê xwe danê. Carkîda delax bazda çû ser kaniyê û dest pê av vexarinê kir. Li yek carekî ava kaniyê hettanî binî zaha kir. Av vedixar û vedixar qedandin çîye nedizaniya.

Mirov pirr peroşîn û bi dengekî bilind ji hev û dira gotin:"Gotina Xwedê hat şunê! Gotina Xwedê hat şunê! Salîh bê guman resûlê Xwedê ye. Va jî mucîza wî ye!" Lêbelê deng ji gahuran dernediket, say ke zimanê xwe daqulandî bûn. Qet ji yekî pirsekî qicik jî dernediket. Ewna hember mucîzekî aqasa eşkere bi rastî jî ne dizaniyan çi bikin :" Dibe ku wî me hemûyan ra sihîr kir û bi vî avayî aqlê me nav hev xist." Gahuran wer got û dor kaniyê bela bûn û çûn.

Piştî wî rojê delax û tormika xwe tev gellê Tamud jiyîna xwe berdevam kir. Rojekî delax ava kaniyê vedixar, rojekî jî mirovan. Bi vî avayî delax hemû gellê bajêr bi şîrê xwe yî bêdawî xwedî dikir.

Hz. Salîh jî li ser vî mucîza gellekî dilxweş bû, care kî din gellê xwe dor xwe kom kir û ji wana ra got:" Va delaxa nîşanekî hebûna Xwedê ye. Wî li ser erdê rehet bêlin ku bila biçêrî. Qe nebaşîyekî ji delaxê mekin, an ne Xewdê belakî pirr mezin û jar dide we."

Pirr roj hatin û çûn. Wek hemû gellên serê erde nav milletê Thamud da jî mirovên nebaş û hesûd hebûn. Wan bi diziyê îdara xwe dikir û pirr tiştên dinî nebaş jî li ser planên wan bûn. Wana dîsa jî ji pûtan ra secde dikir û hîna jî baweriya xwe li Xwedê nedahanîn. Wana tiştek li vî mucîza hu nekirî bûn. Va mirovên bêîman şevekî hatin cem hev û hetta ku sermest bûn îçkî vexarin. Serxoş serxoş ji hevûdira gotin:" Em nikanin vî mexlûbîyeta ji bona delaxa Salîh wer ser xwe bêlên. Delax me pirtir avê veduxe û gava hakana here, em demekî kurt da hemû bi tîyanra qir dibin. Tiştê en herî rind ewe ku em delaxê hema zu bikujin."

Bi vî avayî gahuran pêşnûmanik ji ber xwe da anîn û birin: Sibê ku hîna tav derneketî bû, yêkek nav wan da ra bû û çû cem delaxê. Mêrik hinekî qatî wî kir, dûra kevana xwe der xist û tîrîk da ser û havit delaxê. Tîr qirikê ket û delax ji êşan ra bi dengekî bilind quriya. Hema mêrikekî din hat û bi şûrê xwe qorê delaxê xist û kir dû kerî. Delax ser sêrî erdê ket û dîsa jî xwe hêla tormika xwe da dikşand ku wî qorî bike. Xwîn ji qirika delaxê wek ava kaniyê davit. Carkîda gahurekî din hat û serê delaxê ser jê kir. Gava tormik dî ku diya wî miriya çirp û bazda çû ser çîyayekî. Ser şaxê çîyayê sikiniya û dû delaxê quriya. Lêbelê delax li ser erdê direj bû û qe xwe nedileqand. Xwîn ji hustî dilopiya ser erdê. Gahur hîna jî têr nexwarûn û wek dînan hakana diqerîyan:"Ey Salîh were û bibîne. Me delaxa te kuşt. Hadê zu here û cezayê ku te em tim û tim pê ditirsand bîne. Em vika ser te disekinin. Here tev Xwedê xwe qise bike û ji mera wî cezayê bîne....."

Gava Hz. Salîh delaxa mirî dît, gîriya û got:" Xwedê vî milleta sedî da sed tune dike. Wan tiþştekî pirr nebaş kir.Va çiqas bêîtaetîyek û nankorîyek mezin e?" Carkîda Xwedê got:" Salîh, mirovên biîman û baş tev xwe bigire û bajêr derkeve! Ez sê rojan şûva vî milleta tune dikim."

Hîna wî şevê jî gahur ji bona kuştina Hz. Salîh biryar dan.:" Em gerê hîna îşev jî cerdkî ser serê Salîh û malbata wî da bînin." Yêkî din jî pirs kir:" Lêbelê wê tayê heval û hogirê Salîh heyfa xwe ji me bigirin, em çi dikin?" Yekî din jî got:" Wê tayê em heval û hogirên wî ra dibêjin ku, me tiştek ji wî ne kirîye." Lêbelê Xwedê gotinên wan bîst û planên wan nav hev xist. Carkîda Xwedê erdhêjînik şand ser wan û sibê hemû dujminen Xwedê mirî hatin dîin. Tenê ji Hz. Salîh û misilmanan tiştek ne bû û tenê ewna xweş ma bûn.Gava Hz. Salîh tune bûna gelle xwe dît hakana got:" Ax gellê min, min xebera û daxwestina Mîrê xwe ji we ra anî û min riya rast ji we ra nîşan da, lêbelê hûn şîretgerên baş hez nakin." Bi vî avayî misilman û Hz.Salîh bajarê bêmirov terk kirin û çûn. Say ke ku hemû tişt bi yêk zimanekî va qeziya digotin:" Xwedê dawiya mirovên bêîman hakana dike!"

Ji zimanê elmanî: Remezan Derbaz