Nexweşiya parkinsonê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Nexweşiya parkinsonê yek ji nexweşiyên neurologîk e û mixabin sedî sed terapiya wê hêj nîne. Bi xerabûna fonksiyonên mejî xwe dide der. Pirranî li temendirêjan peyda dibe.

Cureyekê felcê ye. Heger sedem bê zanîn jê re "sendromên parkinsonien", heger neyê zanîn "îdyopatîk parkînson" tê gotin.

Hin sîmptom û taybetiyên parkînsonê[biguherîne]

  • Cirifandin di organekê de destpêdike û di wê aliyê laş de xwe zêde dike
  • Cirifandin di bêhnvedan û xewê de kêm dibe yan ji holê radibe
  • Hêrsketin, westîn (betilîn) ditetikîne
  • Di konsantrasyon ê tevgerê de xerabûn
  • Mîmîk û taybetiyên rû winda dibin
  • Çermê nexweş deforme dibe
  • Di prognozên pêşketî de nexweş hişê xwe jî kêm an pirranî winda dike
  • Çavên nexweş berejorê dişimitin

Sedemên ku vê nexweşiyê ditetikînin an çêdikin[biguherîne]

Ev nexweşî cara yekemîn di sala 1817'î de ji aliyê James Parkinson ve hatiye keşfkirin û bi navê wî hatiye navkirin.

Terapî di hin kesan de qe bersîvê nade lê di gelekan da dide. Pirranî dermanên ku neuroyan ditetikînin tê bikaranîn. Dîsa cihê ku problem heye tê tunekirin ku ev tenê êşa nexweş kêm dike. Bi operasyonan nexweşî tê ceribandin. Alîkariya sosyal pêwîst e.