Peymana Amasyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Peymana Amasyayê di sala 1514'an de li bajarê Amasyayê di navbera berpirsyarên Kurd û Tirk de hatiye şeqlkirin. Naveroka wê weha bûye: Ev herdu miletên cîran, wê li pêşberê êrîşên biyanî yên derve bi hevûdu re alîkariya leşkerî bikin.

Dîroka berî peymanê[biguherîne]

Çaxê Şah Îsmaîlê Sefewî rabû ola şêîtiyê kir ola fermî ya dewleta xwe, dubendiyeke mezin kete navbera wî Kurdistanê. Ew çax Kurdan dest ji Sinîtiyê berneda û şêîtiyê ji xwe re xeter dîtin.

Îcar şah Smayîlê (Îsmaîl) Sefewî xwest ku Kurdan bi darê zorê bike şêî; leşkerên xwe hinartin ser wan, ber bi Rojavayê Kurdistanê ve çû, heta nêzî herêma Dêrsimê piraniya axa Kurdistanê vegirt.

Ew serhişkiya şah Smayîl, ew bêaqilî û nezanîna wî, bû sedemê ku Kurd têkiliya xwe jê bibirrin û bibin hevalbendê Siltan Selîmê Osmanî yê Sunî. Siltan Selîmê Osmanî çendî ku ne mirovekî pêbawer û durust bû jî, lê rewşa demê Mewlana Idrîsê Bedlîsî û Mîr şerefdîn dehfandin ku pê re bibin hevalbend. Çendî wan rind dizanibû jî ku Siltan Selîm bavê xwe ji ser textê Osmaniyan aniye xwarê û li şûna wî rûniştiye, piştre jî duwazdeh birayên xwe kuştine û text ji xwe re arinzî hiştiye, lê şêîtiyê destûreke rewa da ku Kurd bi xwînxwarekî wisan re jî bibin hevalbend.

Jixwe Siltan Selim çav bera hin welatên Asyayê dabûn; plana wî ew bû ku mîna Skender here ta Hindistanê jî vegire û şahînşahtiya xwe ji dinyayê re diyar bike.

Mewlana Idrîsê Bedlîsî û Mîr şerefdîn, bi Siltan Sêlîm re bûn yek û li deşta Çildêranê ketin cenga şah Smayîlê şêî. Ordiya şah Smayîlî li pêşberî fêrisên Kurd şkest û ew bi xwe jî birîndar bû, jina xwe di nava dîlan de hişt û reviya. Piştre Siltan Selîm, ji bo ku serkeftina wî şerî bike serfiraziya xwe û pê pesnê xwe bide, jina wî Taclî Xanimê bi xwe re bir.

Çend rojan piştî şerê Çildêranê, Siltan Selîm rabû Mewlana Idrîsê Bedlisî û 28 mîrên Kurd vexwendin Amasyayê. Kurd û Siltên bi rojan di dîwanê de peyivîn. Siltan gelek xweşgotin û şêrînpeyvine bawermend bi wan dane pejirandin. Piştre herdu alî di navbera xwe de peymanbesteke ji sê xalan şeql kirin û navê wê danîn Peymana Amasyayê.

Naverok[biguherîne]

Li gorî ku Ekrem Cemîl Paşa di pirtûka xwe ya bi navê Dîroka Kurdistanê (Enstîtuya Kurdî ya Brukselê 1995, rûpel: 206-207) de nivîsiye, hersê xalên Peymana Amasyayê ev in:

  1. Mîrên Kurd wê di nêv axa xwe de serbixwe bin û gerdiş û rêzanên xwe yên kevnare biparêzin. Mîrîtiya wan weke rêzanên kevn ên berê, ji bav bigihîje kur.
  2. Mîrên Kurd, wê sînorên Kurdistanê bi leşkerên xwe biparêzin. Eger xwehermenda Osmanî bi xwehermendeke biyanî re şer bike, wê leşkerên Kurd ên siwarî di bin serokatiya serleşkerên xwe de alîkariya wê bikin. Eger xwehermendeke biyanî (Şah Smayîl) êrîşê Kurdistanê bike, wê xwehermenda Osmanî alîkariya wê bike.
  3. Mîrên Kurd her sal wê hinek dirav, bi navê alîkarî bidin xizna Osmanî.

Piştî wê peymanê îcar Siltan Selîm çavsoriya xwe zêdetir kir û çavên xwe berda welatên xelkê; bi alîkariya leşkerên Kurd Misrê vekirand, Belgiradê vegirt, di şerê Mûhaçê û Bûdînê de serkeftî bû û piştre çû heta ku Viyanayê jî dorpê kir.

Li ser wê peymanê, Kurdan hetanî 400 salan jî dirustiya xwe bi Tirkan re domand. Lê Tirkan dest bi xayintiyê kir û hin bi hin ta ku hebûna Kurdan jî mandel û haşa kirin.

Mîrên Kurd nizanibûn ku wê piştre çi bê serê wan. Lewra ew siltanê ku bavê xwe ji ser text bîne xwarê û duwazdeh birayên xwe bikuje da jê re nebin asteng, jixwe diyar e ku wê çê bîne serê Kurdan jî. Lê rika Kurdan a ji şêîtiyê, wisan kir ku beşeke mezin ji Kurdistanê têkeve faqa nankoran. Îcar bêbavî û bêbextiya padîşeyan, sedirezeman, Telhet Paşe û Enwer Paşeyan li dera hanê, pişretir jî ya Mistefa Kemalan, Îsmetan digel hovîtiya Elîbarûdan, hin bi hin Kurdistana nazenîn wêran kirin û hêjî li wêrankirina wê didomînin.

Sazûmanên Tirk serê pêşî bi şexsiyetên Kurd re dostanî danîn û kirîvatî kirin. Piştre hin bi hin xwe bera nava Kurdistanê dan û dest bi ristina dek û dolaban kirin; xwendinê kêm kirin, piraniya xwendegeh û medreseyên Kurdistanê girtin û zarûkên Kurdan birin li welatê xwe dane xwendin. Ew zarûkên ku li wir xwendina xwe xilas kirin jî, bi keçên xwe re dane zewicandin û ew di îşên xwe de jî şixulandin. Ji ber wê yekê sal bi sal nezanîn û belengazî xwe li Kurdistanê nişan dan û Kurd ber bi rewşeke xirab ve çûn.

Îro, ji ber van sedemên ku li jorê hatin behskirin e ku dewleta Tirk newêre hebûna Kurdan bipejirîne. Ji ber ku ew rind dizane, wê çi hovîtî û rûreşiya dîrokî bi Kurd û Kurdistanê kirine. Eger hema carekê bi şaşî jî ku bêje "Erê, Kurd hene û mafê wan heq e", divê ku xwe ji dana hesabê dîrokî re jî amade bike. Niha Tirk hemû jî rind dizanin ku hebûna wan ya îro, bi saya Kurdan çêbûye. Lê bila dadgeha xayîntiya wan rûpelên mêjû bin û dadmend jî bila wijdana mirovan be.

Girêdanên Derve[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]