Pirasa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pirasayê re qurad jî dibêjin

Pirasa (carnan pirase, porrîse) (Allium ampeloprasum an Allium porrum) navê cureyek riweka çîna allium e ku di famîleya sîr û pîvazan de cih digire. Navê bi piraseyê ji kurdî/îraniya kevn tê. Di hîtîtî de garassar, di yewnaniya kevn de prasînûs e. Li Kurdistan çandiniya wê kêm e. Kurd bêhtir ji pîvaz û sîrê hez dikin.

Riwekeke dusalane ye, heya 60–80 cm bilind dibe. Xwarbar e, di gelek xwarinan de tê bikaranîn. Bi taybetî di şorbe, hêyavk û kiloran de. Li Zagrosan, bakurê Mezopotamyayê bo cara pêşîn hatiye xwarin. Karkerên di pîramîdên Egîptê (Misir) de xebitîne jî pirasa dixwaribûne. Yek ji bernavkên Nero, "porrophagus-pirasaxwur" bûye.

Pirase vîtamîna C, K, asîda folîk, kalyûm, kalsiyûm, magnezyûm, mangan û hesin dihewîne. Biharbêhna wê jî tê çêkirin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]