Here naverokê

Qewal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qewal parêzerên dîn û keleporên êzdîtiyê ne. Qewalan bi emanet û destpakî mîratê babkalkên êzdiyan, felsefa dînê êzdiyan, edebê devkî, cejn, û hwd parastine û gehandine roja îro.

Heya demeke kin û belkî heya niha jî li gorî ditîna hinek kesan gotina "qewal" ji bêja erebî "qale-qewl" tê, lê li pê hinek vekolînan û her wisa li pê berhevkirina zimanan diyar dibe, ku gotina "qewal" ji bêja zimanê Somerî "kalo" tê. Ramana peyva "kalo" bi wî zimanî tê mana mirovê dîndar, mirovê mezin û rûspî. Heya niha jî di zimanê me de bi taybetî li cem Êzîdiyên Şengalê gotina "kalo" bi eynî ramanê tê bi kar anîn. Gotina "Şengal" bi xwe jî ji peyva "kal" pêk tê. Ew ji hevdûdana peyvên "şingo" û "kal" çêbûye. "Şengal" tê mana "mirovê dîndar ê mezin, micewir û kahîn".[1]

Dîsan navê "Şingal" di Tewratê de bi navê "şinêar" diyar dibe, ku "şinêar" tê mana "deşta Babîlonya" yanî "erdê Babilonya". Di hinek pirtûkên dîrokî de dîsa tê nivîsîn, ku perestgeheke mezin yê "Xûdawen" (Xwedêyan) yanî yê "Sin" li çiyayê Şingalê hebûye. Ev jî îspat dike, ku reha peyva "qewal" digihîje zimanê Somerî û Babilî û girêdaneke wê ya xurt bi van zimanan ve heye.[çavkanî hewce ye]

Gotina "qewal" ne tenê bi aliyê zimanî ve, her wisa ew bi aliyê tarîx ve jî bi dîroka kevin ve girêdana xwe heye. Belkî qewalan anko "kalo" di dema Babiliyan de xizmeta perestgehên (ziyaretên) dînî dikirin û li Def û Şibab di îd û rojên pîroz de didan. Yek ji wan cejnan ev e, ku ji wê re digotin "cejna birîna hiriya pez". Di vê cejnê de rolên qewalan roleke mezin bû û wan li Def û Şibab didan. Milet di vê cejnê de pez dianî û qewalan li muzîkê anko li Def û Şibaban dixistin û xelkê hiriya pezên xwe dibirî. Ev roj îro dikeve meha nîsanê, piştî cejna Sersalê, ku îro jî di enyî wextî de li gundê Behzanê "Cejna Tewafa Xefurê Rêyan" tê pîroz kirin û di vê cejnê de qewal vê bîranînê nûjen û pîroz dikin.[çavkanî hewce ye]

Ber û eşîrên qewalan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hê jî tê gotin, ku tim û tim feqîr û qewal bi navê Şêx Adî tên naskirin û ji wan re dibêjin Feqîrê Şîxadî, Qewalê Şîxadî.

Ji koka xwe ve qewal bi tenê ji eşîretên Hekarî û Dimilan bûn. Qewaltî jî ne bi helbijartinê ye, ev kar ji bav derbasî kûran dibe û çênabe, ku kes ji der ve bê û bibe qewal. Lê wek Qewal Sivo, lawê Qewal Silêman, dibêje: "Piştî fermana Mîrê Kor, Mîr Mihemedê Rewanduzî, di sala 1834an de qewal kêm bûn. Yekî ku navê wî Baso bû û ku ji eşîra Mamûsiyan bû, bi qewalan re diçe seferan. Ew mirovekî jîr bû û ilmê Şîxadî û êzdîtiyê hilgirtibû û şûnde binemala wan jî bûne qewal"[2].

Qewal ji berê ve li du gundên êzdiyan rûdinin: Başîk û Behzanê. Qewalên li van her du gundan rûdinin, qewalên dimilî û hekarî ne. Qewalên dimilî li gundê Behzanê û qewalên hekarî li gundên Başîkê dimînin. Eşîra Dimilian ji bab û babkalikên xwe ve mirîdên Şemsaniyê (mirîdên Nasirdîn) ne. Eşîra Hekariyan ji koka xwe ve mirîdên Adaniyê (mirîdên Şêx Sin) ne. Heke qewal niha tevî eşîretên xwe di nava van her du gundan de hatibin parvekirin, dîsa jî wê demê qewal bi Tawisê re diçûn û her yekî ji wan ciyê xwe yê arinzî li gel Tawisê hebû û heye. Qewalên Hekarî li milê Tawisê yê rastê rûdinin, qewalên Dimilî li milê Tawisê yê çepê rûdinin. Lewra jî dibêjîn, ku qewalên Dimilî, mirîdên Nasirdîn, nûnerên Şemsaniyê, li milê çepê Tawisê dikin û qewalên Hekarî jî, mirîdên Şêx - Sin, nûnerên Adaniyê, li milê rastê Tawisê dikin. Qewalên li şibabê dixin hekarî ne û yên defê dixin dimilî ne.

Mana vê jî ev e: Pewist e, ku qewalên li şibabê dixin ji diduyan kêmtir nebin û li milê Tawisê yê rastê rûnin û qewalên defê dixin ji sisiyan kêmtir nebin û li milê Tawisê yê çepê bin. Ji bo vê yekê ye, ku coqa Tawisê ji pênc qewalan kêmtir nabe. Mezinê qewalan jî heye û ew ji eşîreta Dimilian e, bi rêka meclisa rûhaniya êzidiyan ya bilind û mezinên êzîdiyan tê nîşankirin. Niha mezinê qewalan Qewal Silêman e kurê Qewal Sivo ye, ew li Behzanê dimîne û emrê wî zêdeyî 70 salî ye.[çavkanî hewce ye]

Qewal û fêrbûna ilm û muzîka dînî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî 70 - 80 salî dibistana dînî li gundê Behzanê hebû. Ew mekteba fêrbûn û pêgihandina qewalan bû. Zarokên qewalan ji emrê 7 - 10 saliyê diçûn wê mektebê û fêrî qewl, beyt, diwa, lêdana def û şibaban û hwd dibûn. Baştirîn û jîrtirîn qewal li wê mektebê dihatin kivşkirin, qewalan ders didan zarokan, da ku ew di paşerojê de bibin qewal. Dibêjin ku Qewal Mam Îso mirovekî kor bû, lêbelê heta bêjî ew jîr û pahlewan bû û ew mamostayê dawî yê mekteba qewalan bû. Wî, komeke baş û navdar ya qewalan pêgihandibû, wekî Qewal Ilyas, Qewal Qewal û hwd.

Lê pîştî mirina Mam Îso Mala Mîra ev mekteba dînî li Behzanê ji ber gelek sebeban girtin.

Xwendina qewalbêjiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kesekî bixwaze bibe qewal, sê merc (şert) ji wî tên xwastin:

  1. Divê ew mirovekî bi dev û ziman be, bi axiftina xwe ewanbe û di ilmê xwedayî de melevan be.
  2. Divê dengê wî xweş be.
  3. Divê zanibe li Def û Şibaban bixe.

Berî her tiştî divê xwendevan (şagirt) fêrî lêdana def û şibaban bibe, ji bo vê yekê jî qewalê herî zîrek û şareza ew e, ku yê bi awaz, kûbrî û melodiya qewlan zanîbe. Ew dibe mamosteyê xwendekaran û nûfêr dersên muzîkê, lêdana def û şibaban li ber destê wî fêr dibin.

Tiştê zor fêrbûna melodî û kûbriya qewlan e. Her qewlek, qesîdekê û beytek melodiyeke xwe yî arinzî heye; belkî 3-4 kûbriyan hene, anko bilindî û nizmiya gotinên wan qewl û qesîdan bi deng.

Ji ber wê yekê yên nû destpêdikirî re dibêjin şagirt an jî nûfêr (mûbtede) û ji yên baş dizanin re serhosta.

Piştî qewalên nûfêr lêxistina def û şibaban serrast dikin û fêr dibin, mamoste her roj 3 - 4 - 5 sebeqa ji qewl, qesîde, beyt û hwd dide ber wan. Qewalên nûfêr roja din tiştên fêrbûyî ji bo mamosteyên xwe dubare dikin. Heke wan tiştê mamoste dide ber wan, baş ezber kiribin, mamoste hingê çend sebeqên din dide ber wan û ew bi vî awayî qewlan ji ber dikin.

Şûnde mamoste qewlekî nû dide ber qewalên nûfer (şagirt).

Ilmê dînê êzdiyan pir zor e. Helbet her qewalek gerek e, ku di destpêkê de van tiştan hîn bibe:

  1. Diwayan
  2. Qewlê Terqîn û Nasîn, Qewlê Seremergê, qewl û diwayên li ser miriyan têne gotin.
  3. Beyta Cindî, Beyta Sibê, Beyta êvarê
  4. Her heft qesîdên li gel her heft semaya têne gotin, jiber ku beyt û qesîdên her heft semayan her roj têne gotin.
  5. Piştî qewal fêrî qewl, qesîde, beyt, diwayan dibin, dest bi fêrbûna kûbriya wan dikin, jiber ku ew qewalê nufêr hêdî hêdî van qewlan bi deng bi qewalên şareza re dibêjin û diniklînin.
  6. Heke qewalên nûfêr hemî xalên jorîn (1-5) bi serfirazî standin, mamoste wî fêrî mishabetan dike.

Mishabet di xwendina qewalan de dereca bilindtirîn ya fêrbûniyê ye, jiber ku mishabet zîrekî û şarezetiya qewal derdixe medanê. Ew çawa dikare felsefa dînê Êzîdiyan şirove bike, şîretan li wan bike û şireata wan bibire û hwd.

Ji bo fêrkirina mishabeta rêyeke qewalan ya taybetî heye. Hinga mishabet tê gotin, qewalê nûfer li tîra qewalan rûdinê û guhê xwe dide corê gotinên mishabeta wan.

Sîstem û derecên qewalan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sîstema qewalan ji çar dereca pêkhatiye :

  1. Mezinê Qewalan
  2. Begê Sinceqê (Sinceq Begî)
  3. Serhosta
  4. Nûfêr (şagirt)

Mezinê Qewalan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew serok û rêberê qewalan e : Ji aliyê hilbijartin û hînkirina wan ve, ji aliyê birêvebirina karê wan ve, her wisa ji bo destnîşankirina coqa qewalan li gel Tawisê ji bo Çiyayê Şingalê, Welatê Şêx, berê ji bo Tirkiyê (Welatê Xalta, Wêhranşar, nav Çêlkiyan), Sûriyê, Rûsiya (Tawisa Moskofê), Iranê (Tawisa Tewrêzê) û hwd.

Mezinê Qewalan endamê serokatiya meclîsa rohaniya Êzîdiyan ya bilind e. Ew li gel gera Tawisê diçe gundên Êzîdiyan û Lalişê û karê Tawisê û qewalan bi rê ve dibe.

Wekî me di dest pêkê de jî got, mezinê qewalan ji Eşîreta Dimiliya ye û rûniştvanê gûndê Behzanê ye.

Ew dereca her bilind ya qewaltiyê ye, ew seyda ye û dema li dîwana Tawisê amade be, ew mishabetê dibêje.

Begê Sinceqê divê ji qewalên hekarî anjî ji qewalên dimilî be. Timî divê ew li gel Tawisê be û li tenişta Tawisê ya rastê û çepê rûnê, jiber ku Begê Sinceqê temsîla Şêx - Sin û Şêx - Şems dike.

Di vê derheqê de yanî li ber Tawisê kesekî ji Begê Sinceqê mezintir tûne : Ne Mîrê Şêxa, ne Babê Şêx, ne jî Pêşîmam. Kîjan ji van kesan bên dîwana Tawsê jî, Begê Sinceqê ne mecbur e, ji pêş wan ve rabe, ciyê xwe bide wan. Her çiqas şiret û çareserkirina probleman hebe, Begê Sinceqê dibire, jiber ku ew bi navê Şîxadî, Şêx - Sin û Şêx - Şems diaxive, jiber vê yekê jî tim Begê Sinceqê qewalên bi emirê xwe mezin in, rûhspî û bi tecrûbe ne.

Ew qewal e, yê ku melodî, kûbrî, awazên hemî qewl, qesîde, beytan hildigire, dizane û bi gera Tawisê re diçe. Serhosta serokê coqa qewalan e, wekî serokê orkestrayê. Ew hem li defê dixe û pêre qewlan dibêje û hem jî çavê xwe dide qewalên din yên li Def û Şibaban dixin, da ku ew ne kevin tû şaşiyê û kûbriyê winda nekin. Tiştê balkêş jî ev e, ku qewalên li Şibabê dixin, li milê Tawisê yê rastê rûdinin û ew temsîla Şêx-Sin dikin.

Qewalên defê dixin li milê Tawisê yê çepê rûdinin û ew temsîla Şêx - Şems dikin. Li virê qewalên nûfêr jî li gel qewalan rûdinin, lê ew hemî qewl û qesîda bi rêz nakin, belkî bi tenê sebeqa dawiyê bi qewalan re dibêjin.

Nûfêr (mûbtede)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew ev kes e, yê ku hê nû dest pê dike here dersên dînî û fêrî karê qewaltiyê dibe.

Cûreyên semayan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nav edebê dînê Êzîdiyan de heft cûreyên semayê hene. Şert e, ku qewal bi gotin û kûbrî her heftan jî bizanîbe.

Navê wan ev in :

  1. Semaya Mezin anjî Semaya Qanûnî. Qewlê "Maka Êzî" li gel vê semayê tê gotin.
  2. Semaya Zerza anjî Ga - vanê Zerza. Pirtirîn eşîreta dimiliya vê Semayê daxwaz dikin.
  3. Semaya Bilind
  4. Semaya Şêx-Şems
  5. Semaya Şerfedîn
  6. Semaya Maka Êzî
  7. Semaya Merkeba

Ev sema li gel Tawisê li gundan nayê gotin, belkî ew li ser miriya, li goristanan tê gotin û jin sê caran li dora tirbê (gorê) digerin. Em dikarin bibêjin, ku Semaya Merkeba semaya mirinê ye.

Kar û wezîfên qewalan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi rastî dema ku mirov bixwaze karên qewal pê radibin, rêzbike, divê hingê mirov xizmeta wan î dînî ya bi cî tînin, bide ber çavan. Hingê mirov dizane, ku dewrê qewalan çiqas mezin û pîroz e û qedrê wan çiqas giranbuha ye. Mirov dikare bibêje, ku ew giyan û nefesê di ber baweriyên oldarî de dikin. Bi saya wan rewş û berdewamî dayê giyana olî û heta îro felsefa dînê Êzîdiyan karibûye bimîne û nemire.

Ji bo vê yekê ez dixwazim her Êzîdiyekî dilsoz, xwudan bext, dengê xwe bilind bike û bibêje : Bila dibistanên qewalan bêne vekirin, bila em nehêlin destgeha qewalan zehif bibe, jiber ku koka dînê Êzîdiyan li ser aliyê hiş û hisî hatiye avakirin, ne wek li ser aliyê şirîet û pirtûkan. Ji bo vê yekê mesela ruhî, muzîk (Def û Şibab), gotina şîret û mishabetan roleke mezin di baweriya Êzîdiyan de dilîzin. Bi tenê ezê çîroka dûristkirina Adem û çawa ruh nedihate berdan, bibêjim.

Ji ruh re gotine : "Ji bo çî tû nakevî ber giyanê Adem ?"

Ruh jî gotiye : "Ferman ji ba Xwedê ji min re nehatiye, heya saz û qidûm (Def û Şibab) ji asmanan neyêne xwar, ez nikarim bikevim qalibê Adem."

Berî heftsed sal heft sûr hatine hindave. Qalib mabûyî bêî gave gote rûh : "Ma tu ji bo çî naçî navê ?"

Rûh got : "Li ba aşiqa we malûm e, heya bo min ji bana neynin "Saz û Qidumê", nîveka ruh û qelibê Adem Pêxember zor tûxum e."

"Saz û Qidum" hatin û hidirî, nûra mûhbetê hingivte serî, ruh hat û qalibê Adem Pêxember êwirî.

Binêr : Qewlê Zebûnî Meksur, Sebeqa : 32, 33 û 34 Hinek ji kar û barê pîroz yên qewal pêradibin, ev in.

Her cara cejnek, tor û tibetekî Êzîdiyan li Lalişê çêbibe, divê wekî mercekî sereke qewal têda amade bin.

Di berbanga sibehê de yanî berî ronahiya rojê derkeve, qewal Beyta Cindî li gel Def û Şibaban dibêjin û hanê dikin, ku Êzîdî ji xewê rabin û îbadeta xwe bikin û herin karên xwe.

Serê sibehê bi derketina rojê re Beyta Sibê dibêjin. Ev Beyt li gel Mehter tê gotin. Mehter jî du heb cûr in : Mehtera Tewrêzî û Mehtera Şamî. Awaz û kûbriya Mehteran wekî awaza marşên eskeriyê (leşkeriyê) ne. Demê bi dehol û zirnê tê gotin, dibêjinê Meytirxane.

Sibehê di dema simatê de qewalek amade dibe, bi tenê li Şibabê dixe û pêşewaziya simatê dike. Ew ji Şîlana Şîxadî tîne ber Celsa Şîxadî.

Varê berî roj here ava ji bo rewankirina nûra Xwedê qewal Beyta varê dibêjin. Helbet dema qewal dibêjîn, pêre li Def û Şibaban jî dixin. Carna ji xeynî vê beytê beytên din jî tên gotin, mesele wekî Beyta Beharê anjî Beyta Esriya.

Çaxê dibe şev û Êzîdî li hev komdibin, Qewalê Begê Sinceqê dest bi mishabetan dike û ku ew temam bû, simat tê pêşkêşkirin.

Piştî mishabet xilas dibin, Sema Celsa Şîxadî tê kirin. Ew jî bi amadebûna hemî mirovên dîndar û mezinên ocaxan wekî Pêşîmam, Bavê Şêx, Şêxê Wezîr, Mîrhec, Micêwirê Şîxadî, Micêwirê Kaniya Spî, Koçek, Pîr, Şêx û hwd. Heft heb ji van kesan semayê digirin û sê caran li dora Çeqeltuyê (Çirayê) digerin.

Qewal dibine du rêz û dest bi gotina qewlekî dikin, her rêzek sebeqekê dibêje, rêza din sebeqa pêra li wan vedigerînin. Pirtirîn di nav van şaxan de Qewlên Medih û Stayişa tên gotin, mîna Qewlê Şêx Hesen Sultan anjî Qewlê Pîr Dawid anjî Qewlê Bayzidê Bastamî.

Di morkirina berê şibakê de dîsan qewal li Def û Şibaban dixin û qewlan dibêjin.

Roja Qepaxê yanî dema golikekî ji ber Şîxadî dibene ber Şêx - Şems, qewal dikevin pêşiyê û li Def û Şibaban dixin.

Perî - Guhastina ji ber Şêx - Şems û Kaniya Spî bo ber Şîxadî dîsan qewal pêra dibin.

Morkirin û ciwankirina Tawisê di roja dawiya çilê havînê de qewal tên ser kaniya ku Şîxadî li ser rûdinişt, Tawisê tînin û bi simaqê û ava kaniyê mor dikin, şeş - heft qewal li wê derê qewl û beytan dibêjin.

Roja dawiya cejna Cemayiyê li heft ciyên cuda sematên giran wekî li ber derê Kaniya Spî, li ber Şêx - Şems, li ber Mîr Êzdîn û li gelek ciyên din tên kirin.

Bi kêmasî salê du caran Tawis li nav gundên Êzîdiyan digere. Di vî demê de Beyta Sibê, Beyta varî, Mishabet, Sema têne gotin û kirin.

Lêxistina Def û Şibaban li ser miriyan Berê demê yek diket ber kêferta mirinê, du qewal dihatin ber serê wî Qewlê Seremergê digotin, heta wî mirovî ruh dispart. Lê niha Qewlê Seremergê li ser yê mirî dibêjin, gava ku wî gordikin, her wisa qewal pê ra li Def û Şibaban jî dixin. Hinga cenaze ji malê radikin û dibin ser goristanê, bêgûman qewal awazê şînê yanî xemgîniyê lêdixin.

Her li gel cenaze qewal jinek bi xwe re hildigire û jin li pêşiya wî diçe, qewalek jî li Şibabê dixe û li pey cinaze diçe û li pey wî jî du qewalên li Def di dest de tên. B vî awayî heta digehîjin ser goristanê.

Qewal heft rojan li mala yê mirî dimînin, taziya wî dikin, roja sêyemîn ji yê mirî re semayê li dar dixin.

Berê û niha jî li hinek ciya dema zarokan sinet dikirin, qewala bi awazekî arinzî li Def û Şibaban dixistin. Bi vê yekê jî diyar dibe, kû sinet bi rewişeke pîroz tê hijmartin.

Rojên cejn û tiwafa

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di van î'dan de sematên giran tên girtin û qewal qewlan dibêjin, li Def û Şibaban dixin. Ev Cejn û Tiwaf ev in: Cejna Sersalê, Cejna Êzîd, Cejna Çilê Zivistanê li Lalişê, Cejna şevberatê li Lalişê, Cejna Çilê Havînê li Lalişê.

Tiwafa Sema bi şev li cem Xasa (Xûdanên Gundan) tên girtin û berî hingê Beyta Sibê û varî tê gotin.

Govendên li ber derê Kaniya Spî, Suka Marifetê, govendên li gûndan yên dema gera Tewisê. Ev govend hemî bi Def û şebaban tên gerandin.

  1. ^ Dr. Xelîl Cîndî: Ber bi zanîna rastiya dînê Êzîdiyan. xeleka: 2, 1993, r.: 38 (bi erebî)
  2. ^ Dr. Xelîl Cindî. Qewal - Sembola dilpakiyê û parêzerên dînê Êzîdiyan e. Lêkolîneke oldarî - zanistî.