Qomançêro

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qomançêro, dînekî navdar ê Qoserê ye. Felsefeya wî ya jiyanê mînîmalîzm e. Navê wî yê rastîn Evdila ye bi kurtasî jê re evdo tê gotin. Her çiqas tim pereyan bixwaze jî pere ne xema wî ye. Peyva wî ya ku herî zêde bi kar tîne "heval" e. Hevoka wî ya ku herî zêde bi kar tîne jî "tişt tune heval?" e. Hobiya wî ya herî xurt çêrkirina (xeberdan) ji zarokan e. Bi taybetî pir ji diya wan re xeberan dide. Heta nuha tu berhem nenivîsandiye lê belê elbûmeke wî ya bi navê "Qomançêro" heye[çavkanî hewce ye]. Van salên dawî bi hatina înternetê û kêmeleqeya nivşên nû popularîteya xwe wenda kiriye.