Keremê Cewo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Keremê Cewo[Nîşe 1], dînekî navdar ê Gogsiye bû. Li gundê Alûcarê yê navçeya Qereyaziyê ji dayîk bibû, lêbelê mirov dikare bibêje jiyana xwe hema hemî li herêma Gogsiye derbaskir, ji ber ku kesê wî li Alûcarê de nemabû, çimkî yek xwengeke wî hebûye ew jî ji destê Kerem barê Stenbolê kiribû. Îcar Kerem mîna koçeran sal duwanzdeh meh di navbera gundên herêmê de digeriya. Li her gundê mêvanxaneke û dilketiyek wî hebû. 10-15 nav jiberkiribû û van navana li her kesî dikir (zêdeyî Litfî û Emîn), navê tu kesî durist nedigot. Hinek angaşt jî derbarê merivatiya wî bi Evdalê Zeynikê re hebûn, Kerem her hal pê hatibû bawerkirin xwe wek dengbêj dizanibû. Lê dengbêjtiya Kerem di nav an jî destpêkan kilaman de qût dibû. Kilamên Kerem ji navên kilaman ve pêk dihat in. Kilamên xwe de destpêkên kilaman û navên keçên gundiyan li hevdixist. Gelê herêmê jê gelek hez dikir.

Kerem di 2010'an de çû dilovaniya xwe.

Giredayinên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî û nîşe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Cewê navê dayika wî bû. Di kurmanciya Serhedê de cudakirina zayendî kêm e, li hin herêman qet tune ye. Herwuha di vokatîvê de Cewê (mê) dibe Cewo (rastiya we Cewê ye), Cewdet (nêr) jî dibe Cewo