Rêzimana kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
  1. BERALÎKIRIN Şablon:Gotara bêçavkanî

Rêzimana kurdî bend û qaydên zimanê Kurdî û bikaranîna wan vedikole.

Beşên rêzimana kurdî[biguherîne]

Rastnivîs[biguherîne]

Nivisîna î'yê beriya y'yê[biguherîne]

Kelijîna î'yê bi i'yê dema ku beriya y'yê tê, li gorî hin nivîskaran şaş e. Dibêjin ne rast e jiber hinek sedeman:

  • Di nav kurdande bilêv kirina tîpa i berîya y'yê liser ziman giran tê, ne hêsane{[çavkanî pêwîst e].
  • Kesên bi kurdî mezinbûne û her tim bi kurdî dipeyivin,dema bilêv dikin çi i çijî î be,jixwe bilêv naken.î bi i’yê nakelije, ji binî de jê diderkeve nayête xwendin;heke neyête xwendin nayête wî wateyê ku neyête nivîsandin;heke neyête nivîsîn dibetiya têkilheviyê pirr dibe.hingî pêkanbe,resentî çetire ji guhertinê[çavkanî pêwîst e].

Mînak:derîyê wek deryê bilêv diken.bêrîya te kir wek bêrya te kir dixûnin.

  • Jibo nivîsandinê jî resen mayîn hêsantire ji kelijandin û guherînê.dema peyv tê nivîsin, caran haj pê namînin ka tê piştê î'yê çi tîp bê.Peyvê resen dinivîsin;heke dawîyê de y bê,jê diben î’yê bi i'yê diguhêrin. heke neyê wekxwe dimîne.evjî nivîsandinê dijwar dike[çavkanî pêwîst e].
  • Tengasîyê ji lez xwendinê re diderxîne.çimkî xwendevan dema lez dixûnin,li tîpan nanêrin li peyvê dinêrin dixûnin.heke resenîya peyvê xirab bibe,xwendinê dirawestîne lê kûrbûnê dixwaze.heke resen mabe bê rawestîn mîna wêne kêşandinê li peyvê dinêre têdigihe. li tîpan kûr nabe derbas dibe. Her wiha ji xwendevanên nû û asayî re jî derbasdare.Kelijîn yan jî jê birin dîmena peyvê xirab dike[çavkanî pêwîst e].
  • Hingî pêkanbe peyv bi taybetî jî nav resen bimîne çêtire.her wekî rêzika;dema kû navdêr tîpa wî ya dawî dengdêr be,di nava hevokê de bê,tîpa dawîya navdêrê natewînin.dewsa wî tîpa y'yê datîne piştê tîpa dengdêr.Mînak:şûna "medresên kurdistanê"dinivîsin "medreseyên kurdistanê"jibo ku resenîya peyvê"medrese"xerab nebe.heke tu medresên binivîsî resenî xirab dibe,pêkane têkilhevî derkevin[çavkanî pêwîst e].
  • Dema her du tîpên pêşîya î'yê dengdarbin,kelijîna î'yê bi i'yê pirrtir dijwar dibe[çavkanî pêwîst e].

Mînak:devkîye,kurdîye,gundîyan.

  • Berevajî rêzika Celadet Bedirxan. Peyvekê dawîya wî i'bi,dema piştê wî tîpa y'yê bê, bi î'yê dikelije.

Mînak:dema i'ya di "çi"de berîya y'yê bê,dibite î. "çi" di hevokê de dibite "çîye".

  • Dema î piştê y’yê di nîveka bêjeyê de bê,bivê nevê î bi dengê xwe tê xwendin û bilêv kirin.ne bi i’yê dikelije ne jî ji bêjeyê ji binî de diderkeve. Î Her tê xwendin.

Mînak:Dîyar (diyar),jîyan (jiyan),bîyanî (biyanî).

  • Dema î dawîya bêjeyê de bê û wateyekê nû bidete peyvê.Heke î bi i’yê bikelije yan jî jê biçe.têgihiştina wateya ku nû daye peyvê dijwar dibe. Mînak: Dîyarî (diyarî, hediye),dîyar (diyar, kifş)[çavkanî pêwîst e].

Dengzanî[biguherîne]

Dengzanî, mirov karê wê ji pirr aliyan ve bêne ser ziman. Lê bi teybetî, divêt ku mirov bibêje ku di deme ku mirov bêjeyek got û tîpên di bêjeyê de ya ku dengdêr a, bi wê re qarakterê bêjeyê derdikeve li holê. Minaq, dema ku mirov got "jê", di bêjeyê tîpa ku deng dide "j" ya. bi vê re, mirov karê bêje ku ya ku qarakterê kifş dike jê "j" ya. Hin bêjeyên pirr qarakterî jî hene. Bi teybetî di kurmancî de "bêje", di wê de çendî ku "j" weke qareketerê deng derdikeve li pêş jî, dîsa qarakterê kifşkarê bi tîpa "b"yê re dibêjeyê de derdikeve li pêş.[1]

Şêwezanî, peyvsazî yan morfolojî[biguherîne]

Zimanzan ji aliyê şêweyê (morfolojiyê) ve zimanan li sê koman parve dikin.

  • Zimanên yekkîteyî: zimanên çîn û tîbetê gişt bi vî rengî ne.
  • Zimanên pêvekî: tirkî û macarî pêvekî ne.
  • Zimanên tewangbar: zimanên îndo-ewropî û samiyî tewangbar in.

Ji ber ku zimanê kurdî jî, zimanekî tewangbar e divê em li ser tewangbariyê çend tiştan bibêjin. Zimanzan tewangbariyê wiha rave dikin: "Tewang di dema kişandinê de guherîna rayekê (qurm, kok), bi taybetî jî guherîna dengdêrên rayeka lêkerê ye." .[2] [3] [4] [5] [6]

Ji bo zimanên tewangbar mînaka herî navdar erebî ye. Di erebî de dengdar (konsenant, bêdeng) wekî xwe dimînin û bi dengdêrên (vokal, bideng) ku têne serî û dikevine nava peyvê, bêje pêk tên. Mînak, ktp sê dengdar in û bêjeyên kîtap, mektep, katîp, hwd. bi guherîna dengdêran pêk tê. Dîsa chl sê dengdar in, her wiha bi guherîna dengdêran peyvên mîna, cahîl, cehele, çêdibin.

Di kurdî de cureyên peyvê yên guherbar ditewin ango li gorî peywira ku digirin ser xwe diguherin. Ev yek heta bigihe rayeka lêkerê jî diguhere. Ji bo nimûne lêkera kirin, di dema niha de dibe /di-k-im/, li vê derê ji lêkerê tenê tîpa /k/yê dimîne. Em nimûneyeke din jî bidin, lêkera parastin. Em vê lêkerê bi dorê, li gorî deman bikişînin. Pêşî li gorî dema niha.

Ez di-parêz-im. Ez, cînavka kesê yekê yê yekejimar (ji desteya cînavkên netewandî, xwerû), di, qertafa dema niha, parêz, qurmê lêkerê (ya fermanî), im, jî qertafa kesê yekemîn ê yekejimar.

Niha jî em li gor dema borî bikişînin: Min parast. Min, cînavka kesê yekê yê yekejimar (ji desteya cînavkên tewandî), parast, qurmê lêkerê (ya dema borî).

Wek ku ji mînakan jî xuya dibe, di kurdî de ne tenê dengdêr her wisa dengdar jî diguhere. Çawa ji lêkera ‘parastin’ê xuya dibe, di çaxê kêşana dema niha de, di qurmê lêkerê parêz de, /a/ bûye /ê/ û /s/ jî bûye /z/.

Li aliyê din, di tirkî de tu car di dema kêşanê de rayeka lêkerê naguhere, her tim wekî xwe dimîne. Çawa ku rayek naguhere her wisa dengdar û dengdêrên wê jî li dengê din naguherin. Mînak, lêkera çûn ‘gitmek’ e, koka wê /git/ e, mirov dikare gelek qertafên kişandinê û dariştinê bîne dawiya wê, wekî gittim (ez çûm), gidildi (ew çû), gidecet, gitmişlerdi û hwd.

Kurdî, zimanekî wisa ye ku ji pêş, paş û navê ve qertafan digire. Ev qertafên çêkirinê jî di nav xwe de dibin du bir. Yek jê ew qertaf in ku tenê bi wan ji lêkeran, lêkerên çêkirî tên bidestxistin. Qertafên din jî, tenê bi wan navdêr û rengdêr tên çêkirin. Her wiha carinan di bastûra (bunyeya) peyvê de guherînek tê pêkanîn û jê navdêr tê peydekirin. Nemaze ev rewş, di raweya lêkera fermanî de çêdibe (ji bo halê negerguhêz ê lêkerê). Nimûne bi+şewit+e, /bi/ raweya fermanî, /şewit/ qurmê lêkera fermanî, /e/ jî qertafa kesê duyemîn a yekejimariyê ye. Em tenê qurmê lêkera fermanî hildidin dest û /i/ya di kîteya duduyan de dikine /a/ û navdêrê bi dest dixin: şewit, şewat /i/ bû /a/ û bi vî awayî şewit bû şewat.

Ji bilî vê yekê, ji qurmê lêkera fermanî jî qertafên kirdenavan bi dest tê xistin, nimûne: Ji lêkera kuştinê bi-kuj-e, /bi/ û /e/ bê avêtin dimîne |kuj/, em wê bînin deynin ber peyva /agir/ wê peyveke wiha bê himatê: agirkuj. Em bi berfirehî behs ji qertafan nekin, hema ji bo ku mijar zelal bibe û dabaş bê fêmkirin em dê li ser wan rawestin. Pêşî ji bo lêkeran em qertafan bidin.

a) Qertafên lêkerçêker

ber+dan = berdan

da+dan = dadan

der+anîn = deranîn

hil+kirin = hilkirin

ra+ kirin = rakirin

ro+ kirin = rokirin

ve+xwarin = vexwarin

vê+xistin = vêxistin

wer+girtin = wergirtin

tê+koşîn = têkoşîn

Niha jî em çend qertafên ku tên paşiya navdêr û rengdêran û bi wan lêkerên sade tên çêkirin bidin: andin, isandin, ijandin:

Bi van qertafan li jorê lêkerên gerguhêz tên bidestxistin. Nimûne:

saz+andin = sazandin

nerm+ijandin = nermijandin

rep+isandin = repisandin

în, isîn, ijîn:

Bi van qertafê hanê jî, lêkerên negerguhêz tên çêkirin. rep+isîn = repisîn saz+în = sazîn nerm+ijîn = nermijîn b) Qertafên ji bo daraştina navdêr û rengdêran Piştî van, îcar em bên ser qertafên ku bi wan navdêr û rengdêr tên çêkirin. Ev navdêr jî dibin du bir; kirdenav (ismî fail) û tiştenav (ismî meful). Ev qertaf hem tên pêşiya peyvê û hem jî tên paşiya peyvê. Ji bo wan jî em çend nimûneyan bidin: Pêşî parkît (paşgir), di pey re pêrkît (pêşgir) û dawiyê jî em navkîtan (navgiran) bi nimûneyan derpêş bikin. Bi parkîtan daraştina peyvan:

  • kar+ker = karker
  • ber+ek = berek
  • dar+ik = darik
  • ser+ok = serok
  • aş+van = aşvan
  • rim+baz = rimbaz
  • guh+ar = guhar
  • mal+dar = maldar
  • t eng+asî = tengasî
  • kirîv+ atî = kirîvatî
  • xwîn+î = xwînî
  • şer+oyî = şeroyî
  • yekt+îtî = yekîtî

Bi pêrkîtan daraştina peyvan:

  • a+şûjin = aşûjin
  • ber+av = berav
  • ser+dest = serdest
  • ne+yar = neyar
  • tele+bext = telebext
  • hem+pa = hempa
  • hev+kar = hevkar
  • kele+girî = kelegirî
  • zir+keç = zirkeç
  • bi+kuj = bikuj
  • bele+guh = beleguh
  • gû+sterk = gûstêrk

Bi navkîtan daraştina peyvan: ser+an+ser = seranser dest+e+bira = destebira şad+û+man = şadûman rû+bi+rû = rûbirû

Hevoksazî[biguherîne]

Hevoksazî, bi me dide zanîn bê cureyê peyvan di kîjan devera hevokê de cih digirin û çawa bi hev ve têne girêdan. Ango hevoksazî, rewşa peyvan û celebê peyvan a li hemberî hev û din e. Di kurdî de, di navbera peyvan de pêwendî û girêdan wiha pêk tê: Di kurdî de peyv, bi alîkariya veqetandekan (harfî tarîf) bi hev ve têne girêdayîn. Veqetandekên di kurdî de du çeşîd in; diyar û nediyar. Pêşî em ji bo veqetandekên diyar mînakan bidin. mala mezin (navdêr-rengdêr) mastê we (navdêr-cînavk) keçên bedew (navdêr-rengdêr) Ji bo veqetandekên nediyar jî mirov dikare van wekokan bide. maleke mezin mastekî tirş keçine bedew Her wekî ji mînakan jî xuya dike, pevgirêdana peyvan di kurdî de dijberî ya tirkî ye. Mînak: 11 Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Hasat Yayınları, Çapa Sêyemîn, Stenbol 1990.

mala min Heke em vê terkîbê bi tirkî binivîsin, dê wiha be: Benim evim Di vê mînakê de aşkera dibe ku hem veqetandekên her zimanan û hem jî cihê hêmanan ji hev cihê ne. Di kurdî de veqetandek bi navdêrê ve dibe lê bi cînavkê ve nabe. Di tirkî de îcar veqetandek bi cînavkê ve dibe, lê bi navdêrê ve nabe. Hevoksaziya kurdî, her wiha ji gelek aliyan ve ji hevoksaziya farisî jî vediqete. Der barê vê yekê de em guh bidin peyitandinên V. Minorsky: “Sentaksa kurdî ji aliyê peyvên hevedudanî û lêkerên gerguhêz ve her du (kurdî û farisî) ziman ji hev cuda dibin.”12 Di zimanê kurdî de rêza hêmanên hevokê ji yên tirkî û farisî cuda ye. Di hevokên tirkî yên sererast de pêveber tim li dawiya hevokê ye. Mînak: Ben Dün Ankara’ya gittim. (kirde + têrker + pêveber.) Em vê hevokê bi kurdî saz bikin: Ez duh çûm Enqereyê. (kirde + têrker + pêveber + têrker.) Ji bo ku hevokek bê sazkirin, du hêmanên bingehîn divên. Ew hêman, kirde û pêveber in. Em bi nimûneyan ji sivikiyê ber bi giraniyê hevokan tevî hêmanan bidin: ez çûm

Kirde pêveber[biguherîne]

Bi tenê pêveber jî dikare hevokekê pêk bîne. Her wekî ji mînaka li jor jî diyar dibe, ku mirov cînavka kesê yekemîn a yekejimar /(ez/ biavêje, /çûm/ bi serê xwe jî hevokekê pêk tîne. Di hevokên sanahî de, kirde tê serî û pêveber tê dawiyê. Hevoksaziya lêkerên gerguhêz û negerguhêz ji hev cuda ye. Bi kurtasî, li gorî kompleksbûna hevokê, cihê hêmanên wê diguhere. Hêmanên hevokê wiha li dû hev rêz dibin.

1) Kirde + têrker + pêveber

  • Tu li serê çiyayê Sîpanê dijî.
  • kirde têrker pêveber

2) kirde+bireser+têrker+pêveber

  • Şivên nanê xwe dereng xwar.
  • kirde bireser têrker pêveber

3) Kirde+têrker+pêveber+têrker

  • Hûn dê tu caran neçin Geverê
  • kirde têrker pêveber têrker

Di kurdî kirpandina kîjan hêmanê bê xwestin, ew hêman nêzîkî pêveberê dibe. Mînak: 12 Minorsky, Vladimir; berhema navborî.

Ez ê kevirekî bi tevşo bişikînim.

(3) (2) (1)

Ez ê bi tevşo kevirekî bişikînim.

(3) (2) (1)

Kevirekî bi tevşo ez ê bişikînim.

(3) (2) (1)

Bi tevşo kevirekî ez ê bişikînim.

(3) (2) (1)

Mirov di kurdî de rastî hevokên şikestî jî tê. Ev hevok bêhtir di helbest, axaftin û gotaran de têne dîtin. Piştî ku roja me bû [pêveber] tarî, mirin xweştir e [kirde] ji amberê (Ehmedê Xanî). Taybetiyeke balkêş a zimanê kurdî, ergatîvbûna wê ye. Hevokên ku bi lêkerên gerguhêz têne sazkirin, ji yên negerguhêz cuda ne. Ji ber vê yekê jî di kurdî du kom cînavk hene, her wiha lêker jî hin caran li gorî kirdeyê, hin caran jî li gorî bireserê têne kişandin. Mînak: Ez te dibînim. Min tu dîtî. Di hevoka yekemîn de lêker li gorî kirdeyê (ez), di ya duyem de jî li gorî bireserê (tu) hatiye kişandin. Ligel vê taybetiya ku me li jor dabaş kir, di lêkerên gerguhêz de mêjera navdêrê di demên borî de, di lêkerê de diyar dibe. Mînak: Min sêv xwar. Min sêv xwarin. Di mînaka yekem de /sêv/ yekejimar e û di hevoka duyem de jî /sêv/ pirejimar e. Di demên bê û niha de, pirejimarî ji bireserê diyar dibe. Nimûne: Ez sêvê dixwim. Ez sêvan dixwim.

Zayend[biguherîne]

Kurdî zimanekî zayendî ye û hemû peyv an nêr in, an jî mê ne. Ji bilî heyberên candar, heyberên necandar jî xwediyê zayendê ne, lê ev zayendîbûn tiştekî rêzimanî ye. Zayenda peyvan bi du awayan, bi veqetandek û qertafên tewangê diyar dibe. Peyv bi serê xwe nêtar in. Mînak: kevçî, çav, pênûs, giyan... Zayenda bi veqetandekê: Çavê şîn pênûsa zirîçî Em Zimanê Kurdî Binasin 11 Di vir de veqetandeka /a/yê mêtiyê û veqetandeka /ê/yê nêrîtiya peyvê nîşan dide. Zayenda bi tewangê: siya darê nikulê dikî Li vê derê jî, qertafa /ê/yê zayenda mê, qertafa /î/yê jî zayenda nêr nîşan dide.

Veqetandek[biguherîne]

Di zimanê kurdî de, terkîb bi veqetandekan tên çêkirin. Ev veqetandek jî nêr û mê ne. Her wiha veqetandekên di kurdî de du cure ne; diyar û ne diyar. Ji ber ku di zimanê kurdî de rewşa navdêran nîn e, bi veqetandek û qertafên tewangê terkîb tên sazkirin. -ê : yekejimar, nêr û diyar -a : yekejimar, mê û diyar -ên : pirejimar, diyar (ji bo her du zayendan) -ekî : yekejimar, nêr û nediyar -eke : yekejimar, nêr û nediyar -ine : pirejimar, nediyar (ji bo her du zayendan)

VEQETANDEK (ÊN,AN,Ê,A)

Ya şaş:Rêzik eve;dema veqetandek ji peyvê cidabe,heke tîpa berîya veqetandekê dengdêrbe bi y'yê,heke dengdarbe bê y'yê tête nivîsîn. Mînaka dengdêr:birayê wî yê piçûk.dara gûzê ya liber derî. Mînaka dengdar:birayê min ê piçûk.pezên wan ên kol.

Lê ne raste,rêzikek şaşe.têkilîya wî bi rastîya axaftinê re tunu.

Ya rast;Dema veqetandek peyvêvebe,lêbinêre heke tîpa berîya veqetandekê dengdarbe bê y'yê,heke dengdêrbe bi y'yê tête nivîsîn. mînaka dengdar:hevalên hêja,dostên birûmet. mînaka dengdêr:birayên birûmet,fêkîyên şirîn.

Dema ji peyvê cidabe,her awayê bi y'yê tête nivîsîn.çimkî dema ji berîya xwe veqete,bi serê xwe tête xwendin.bi dengdêran destpê kirin liser zimên giran tê.di rastîya civakêdejî kesekê ku kurdî berîde dizani, veqetayî "an,ên,ê,a" bilêv bike tunu.heke veqetayîbe,divê "yan,yên,ya,yê"bête nivîsîn. çimkî wisa tête xwendin.

Mînak: pezên wan yên stewr, çiqên gûzê yên dirêj, yan azadî yan azadî.

Tewang[biguherîne]

Yek ji taybetiya zimanê kurdî jî tewangbarî ye. Di zimanê kurdî de, hinek beşên hevokê li gorî erka ku digirin ser xwe diguherin, hinek qertafan digirin; ji vê yekê re tewang tê gotin. Di kurdî de beşên hevokê yên guherbar (lêker, navdêr, cînavk, veqetandek, jimarnav) ditewin. Di kurmancî de, pirjmariya navdêr û cînavkên xwerû bi alîkariya veqetandek û lêkerê diyar dibin, lê di kirmanckî (dimilkî) de pirejimariya navdêrên xwerû bi alîkariya qertafa /-î/yê diyar dibe. Wekî mînak:

Kurmancî: Min pênûs bir (yekejimar û binavkirî) Min pênûs birin (pirejimar û binavkirî) Min pênûsek bir (yekejimar û nebinavkirî) Min pênûsin birin (pirejimar û nebinavkirî)

Kirmanckî: Min say werd Min sayî werdî

Tewanga navdêrên nêr

Di kurmancî de tewanga navdêrên nêr bi du awayan pêk tê. a) Qertafa /î/yê tê dawiya peyvê. b) Heke tê de dengê /a/ an jî /e/ hebe, ew deng dibe /ê/. Mînak: Xwerû Tewandî şivan gopalê şivanî/şivên nan nên/nanî bîne bajar Zîlan Ronahî ji aşî/êş tê. nîvîskar Nivîskêr/nivîskarî xweş nivîsiye gotîn gotinê ez êşandim Tewanga navdêrên mê: Dengdêra /ê/yê tê dawiya peyvê û tewanga wê ya mêtiyê pêk tê; mînak: meha biharê porê jinikê Ji ber ku kurdî zimanekî tewangbar e, cînavkên kesîn du cure ne. Yek jê tewandî ye, yê din xwerû ye. ên xwerû ên tewandî ez min tu te ew wî/wê em me hûn we ew wan Nîşe: Dema ku daçekek bikeve ber cure peyvên guherbar wan ditewîne.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Abdusamet Yigit, Dîroka zimanê kurdî, ji pene-kurd
  2. Abdusamet Yigit, Dîroka zimanê kurdî, ji pene-kurd
  3. Abdullah Varlı, Dîroka Dugelên Kurdan, 1997.
  4. Celadet Çeliker, Kurtedîroka Alfabên ku Kurdan Bikaranîne, Kovara Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zend, hejmar 2, 1994.
  5. Doğan Aksan, Her Yönüyle Dil 1 (Ana Çizgileriyle Dilbilim), Türk Dil Kurum Yayınları, Ankara 1987.
  6. Emir Celadet Bedirxan & Roger Lescot, Kürtçe Dilbilgisi, Weşanên Doz , Çapa pêncemîn, Stenbol 2000.

Girêdanên derve[biguherîne]