Lekî

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Lekî zaravayeke zimanê kurdî ye. Her çiqas nêzikê Kelhûrî be jî, zêdeyî bi binê bandora lurî û farsî de maye û gelekî pêyven Lorî û Farsî jî tê de hene. Li herêmên Başurê Kurdistan, Lekistan, Loristan, Îlam, Pahla û Hemedan ji ber kurdên Şiî (Feylî) tê axavtin. Anonby dibêje mirov dikare ku bibêje Lekî wek pireke navbera lurî û kurdî de ye[1].

Çend hav êl (eşîr) li Deşta Germiyan û li Tirkîye (Enqere/Haymana), li Bakure Kurdistan bi navên Şêxbizin, Hemewend hwd. hene, ev jî bi zaravaye Lekî diaxivin.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Lekî ligel zaraveyên kurdî yên din

Lekî Feylî Kelhurî Soranî Kurmancî Hewramî îngilîzî
 wehar, vihar wehar wehar behar, wehar bihar, behar wehar spring
 tawsan tawsan tawsan hawîn, hamîn, tawsan havîn hamna, hamîn summer
 payîz payîz payîz payîz pehîz, payîz payîz fall
 varan, waran, veşt waran waran baran, waran, verişt baran - rain
 çem çaw çaw çaw çav çem eye
 dit, afiret dut dut kiç keç, dot - girl
 kur kur kur kur kur - boy
 gurdale gurdale gurdale gurdale gurçik - kidney
 rêvêar rêwêar rêwêar rêbwar rêwî - stranger
 ayîl minal minal mindal zarok - child
 wijim xwem xwem xom ez bi xwe wêm myself
 minîş minîş minîş minîş ez jî / min jî minîş me too
 ketin keftin keftin kewtin ketin - to fall
 aîtin, aîştin xistin xistin hawêştin avêtin - to throw
 (mi) hetim (mi) hatim (mi) hatim (min) hatim ez hatim - I came
 (mi) merim/mexwim (mi) xwem/xwerim (mi) xwem/dixwem (min) exwem/dexom ez dixwim min meweru I eat
 (mi) nanim hward (mi) nan xwardim (mi) nan xwardim (min) nanim xward min nan xward - I ate the meal
 (mi) nane merim/mexwim (mi) nan xwem (mi) nan xwem (min) nan dexwim ez nanê dixwim - I am eating the meal
 (mi) nanme mehward (mi) nan xwardisim (mi) na xwardêam (min) nanim dexward min nan dixward - I was eating the meal
 (mi) hetime (mi) hatime (mi) hatime (min) hatûme ez hatime - I have come
 (mi) hetüm (mi) hatüm (mi) hatüm (min) hatibûm ez hatibûm - I had come

[biguherîne] Rengên Lekî

Lekî Kurmancî îngilîzî
  ispê, çermê spî white
  reş, sê reş black
  kaû şîn blue
  sor sor red
  siwz kesk green
  hoîl, qehveyî qehweyî brown
  xakî gewr grey
  zerd zer yellow

[biguherîne] Mangên Lekî

Mangê Lekî
  pence
  mêrêan
  gakûr
  agranî
  mirdar
  male jêr
  male jêr domaêne
  tül tekin
  mange sêe
  niwrûj
  xake lêe
  mang êd

[biguherîne] Devokên Lekî

Biranewenî: Li Bakure Loristan tê axaftin.

Şêx bizinkî: Li Bakure Kurdistan û tirkiyê te axaftin.

Harsînî: Li Navçeya Harsîn, mintika navbera Kirmaşan û Loristan tê axaftin.

Silaxûrî: Li başure Hemedane li herêma Silaxûr an jî Lekistan dibêjin, tê axaftin.

[biguherîne] Giredayîne Dêrve

[biguherîne] Çavkanî


Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din