Rihayî (devok)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Rihayî hat beralîkirin)
Devoka Rihayî an Urfî
Kurmancî
Welatên lê tê axaftin  Kurdistan
Herêm Riha, Adiyeman
Axiverên zimanê zikmakî
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3

Urfî an rihayî devoka kurmancî ya herêma Rihayê u Semsure ye. Ev devok nêzîkê kurmanciya li navçeya Kobanê ya ku dirêjiya deştê Sirûcê ye. Lê hejmarên kobaniyan wek yên kurmanciya navîn in.

Hin taybetiyên urfî/rihayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gotinên taybet[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hinek gotinên taybet ên devokê hene, li gorî bikaranîna van gotinan meriv kare kurdên Rihayî nas bike. Ew gotin ji aliyê kurdên Rihayê ve tên bikaranîn:

  • = Bêje
  • Çito an jî Çitonî? = Çawa?
  • Çira? û Çiro? / (Ji) Çi re = Çima?
  • E dorim mol / Ez diherim = Ez dicim mal
  • E = Ez
  • Honî / Wihonî = Wiha
  • Wanî= Wiha
  • Kîcox? / Kî çax? (Di kîjan çaxê de?) = Kengê?
  • Kînga= Kengî?
  • Meke (Neke) - Mekene (Nekene) - Mebê -... (Ji boy gelek hevokên împeratif li cihê "ne-", "me-" tê bikaranîn)
  • No = Na
  • Werganî û Wergonî = Wisa
  • Li cihê gotina "ku" pir caran gotina "ge" (ger) an jî 'ke' (ku) bikaranîn. Mînak: E noxozim ge tu herî.

Hejmar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hinek hejmarên kurmanciya rast bi awayeke din tên gotin. Ew bi taybetî ev hejmar in û hertim wisa têne gotin:

  • Dudu / Dido = Du
  • Sisê = Sê
  • Nehe = Neh

Wekî din, hinek hejmarên din ên taybet wisa ne:

  • Dewûyek (Deh û yek) = Yazdeh
  • Dewûdudu / Dewûdido (deh û du) = Diwazdeh
  • Dewûsisê (deh û sê) = Sêzdeh
  • Dewûçor (deh û çar) = çardeh
  • Dewûpênc (deh û pênc) = Panzdeh
  • Dewîses (deh û şeş) = Sesdeh
  • Dewûheft (deh û heft) = Heftdeh
  • Dewûnehe (deh û neh) = Nozdeh

Axaftin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek caran tîpa a wek tîpa o tê gotin. Car caran tîpa e jî wisa tê gotin.

Mînak: Hevoka "Ez dixwezim ji te re bêjim ku tu neçî mal" wisa tê xwendin:

  • E dixozime ji te ro bême ge tu merî mol.
  • E dxozme j'te ro bême ke tu merî mol.