Kobanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Kobanê
عين العرب ʿAyn-al-ʿArab
Kobanê (Sûrî)
Kobanê
Nexşeya cihan Sûrî
Aleppo districts (ku).PNG
Nexşeya parêzgehê
Kargêrî
Welat Rojavayê Kurdistanê
Dûgel Sûrî
Parêzgeh Heleb
Navçe Kobanê
Demografî
Gelhe 62.634 (2010)
Erdnîgarî
Bilindayî 511 m
Koordînat 36° 53′ 35″ Bakur
      
38° 21′ 13″ Rojhilat
 / 36.89306°Bk 38.35361°Rh / 36.89306; 38.35361

Kobanî yan jî Kobanê (bi erebîعين العرب, ʿAyn-al-ʿArab), bajarekî kurdan e, li başûr rojavayê Kurdistanê, ew li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ye, li hemberî bajarê Sirûcê yê li aliyê tirkî. Kobanî nezîkî 160 km bakurî rojhelatê Helebê ye, Kobanî li rojhelatî Firat e 30 km navbera wê û Firat de heye, piraniya xelkê li ser çandiniyê dijîn.

Daniştvanên Kobaniyê û gundên wê bi tevahî kurd in, ji bilî malbatên polîs û mamûrên dewletê yên ji deverên din hatine. Ta salên heftêyan jî malên ermeniyan lê hebûn lê yek bi yek bar kirin Helebê yan welatên din, Ermenistan jî di nav de. Êlên Kobaniyê yên mezin eşîrên Berazî û Kêtikan in. Serdarên navdar yên Berazan Bozan Beg û Hirço Beg bûn. Ji aliyê Kêtikan yê herî navdar Besrawî Axa bû. Bozan Beg di dema xwe de nûnerekî (mebûsekî) Rihayê bû, di meclisa millî ya mezin de li Enqereyê. Kurê birayê wî Hirço, Şahîn Şahîn, di salên 50yan de li Şamê nûnerê parlemana Sûriyeyê bû û Hirço yek ji sazdarên komeleya Xoybûn bû. Şêx Salih, ku ji Amûdê hatibû û rêberiya terîqeta neqşebendî dikir, yek ji navdarên bajêr bû, wekî Mele Mislim, Miftiyê Kobaniyê, Meçhan Axa ji Kaniya Ereban, dengbêj Mişoyê Bekebûrê, Baqî Xido, hunermend Reşîd Sofî, Miço Kendeş ( Miço Kendes) û herweha birêz Polat Can û Jan Dost, çendek in ji nivîskar û rewşenbîrên kobanî yên navdar in. Piraniya xelkê gundên bi Kobaniyê ve girêdayî xwe bi çandiniyê ve mijûl dikin. Di van salên dawîn de li Kobaniyê pîşesazî jî berfireh bû.

Navê Kobanî[biguherîne]

Navê Kobanî ji aliyê dewleta ereb ya şoven ve hatiye guheztin û bûye Eyn el-Ereb (yanî Kaniya Ereban an jî Çavê Ereban). Lê li gorî gelek kesan navê Kobanî ji gotina îngilîzî company ango kompanî tê. Di salên 1910-1920an de Kompaniya Elmanî ya ku rêya hesin ya trêna di navbera Berlîn û Bexdayê de li vê heremê bi cî bûye. Ji çiyayê Miştenûrê (gundê Helincê) kevirên reş ji bo rê derdixistin û dibirin. Pişt re jî, navê Kompanî dibe Kobanî û heta niha jî wisa tê gotin.

Xaknîgarî[biguherîne]

Firehbûna xaka Kobaniyê 3000,23 km 2 ye. Hêjmara şîniyan li gorî serjmara dewletê di sala 2000î de 204.653 mirov in[çavkanî pêwîst e]. Li gorî nexşeya Kurdistanê, Kobanî û herema deşta Suruçê yekser bi Rihayê ve girêdayî ye. Li rojavayê navenda heremê bajarê Kobaniyê bi 30 km ava çemê Firatê derbas dibê. Kobanî 100 km dûrî bajarê Urfa ye.

Kobanî, di parêzgeha Helebê de ye, ji navenda bajarê Helebê bi 150 km dûr e. Li bakurê wê sînorê dewleta Turkiyê (Ruha) ye li başûrê wê sînorê parêzgeha Reqayê ye, li rojhilata wê sînorê herêma Tilebyedê (Girê Spî) ye, li rojavayê wê sînorê Herêma Cerablusê û çemê Feratê ye. Kobanî ku bi piranî deşta rast e deşta Suruçê û hinek çiyayên ne bilind hene, wekî: çiyayê Miştenûr (600 m), çiyayê Qerebekir, çiyayê Xan-Mamed û çiyayê Reş), di herêma Kobaniyê de çem kêm in, hin kanî hene wek kaniya Ereban û kaniya Mişidê, lê niha çikayî ne.

Aborî[biguherîne]

Di herêma Kobaniyê de 300 gund hene. Piranî gelê kobanî bi çandinî û hesinkariyê ve mijûl dibin. Dar û daristan kêm in, bi piranî çandiniyên salane tên çandin, wek: pembû, genim, nîsk, nok, bacan, îsot, ceh, kuncî, garis û misir, kemûn û buharat, zebeş û gelek berhemên axê yên din. Van salên dawiyê jî çandiniya daran (fistiq, mişmiş, “qeysî”, tirî, henar, hêjîr û tiştên din) pêşketiye. Di xwedîkirina heywan û dewaran de jî van salên dawiyê paş ketiye û zeîf bûye. Herî zêde ciwan bi xwendin û xebatên derveyî Sûriyê re mijûl dibin. Bi piranî li Libnan, Îraq, Tirkiye, Cezayir, Tunîs û Ewropayê dixebitin. Di heremê de ji ber ku dewlet fabrîqe, dibistan û navendên xebatê ava nekiriye, lewma jî gelê herêmê her tim derdikevin derveyî welêt. Yan jî, di xebat û karên taybetî de dixebitin û debara xwe dikin.

Di aliyê hesinkarî û çêkirina makîneyan û aletên hesin de, kobanî gavên pir mezin avêtine. Gelek fabrîqeyên biçûk yên taybet hene. Niha jî weke navenda çêkirina makîne û aletan lê hatiye. Lê polîtîkayên dewleta Sûriyê ya ku her tim xêr û bêran ji herema Kurdan derdixe û dibe li heremên Ereban çêdike. Gelê Kobaniyê bi xebata kolandina bîrên avê bi makîneyên taybet Xeraze ango Suntaj bi nav û bang in. Mirov dikare bibêje ku sektora kolandina bîra bi piranî di destê wan de ye. Jêdera wan a sereke ya aboriyê jî, ji vê sektorê ye.

Jiyan[biguherîne]

Gelê Kobaniyê hemû kurdên kurmanc in. Hîn li ser kurdetiya xwe ne. Wekî herêmên din têkiliyên xwe bi ereban re pir kêm in. Jinên wan hîn cilên kurdî (zerduştî) yên bedew li xwe dikin, wek: xeftan, bervank, sixme, keras, ebe û jib û serî jî, şar, hibrî, kom û kofî bikar tînin. Mêr jî cilên ereban (keras, çefî û eqal) li xwe dikin. Hîn jî gelek kesên ku cilên kurdewarî (şal, şapik û êlek) li ber xwe dikin hene. Dibêjin ku mirovên Kobaniyê dilgerm û dijwar in. Bi mêvanperwerî û piştgirtina hev eyan in.

Çand[biguherîne]

Çanda vê heremê, heman wekî ya hemû gelê Rihayê ye, hîn bêhtir nêzî eşîrên Rihayê yên êzîdî ne. Gelek urf û edetên êzîdîtiyê di nava wan de hene, çendî ku hemû musulman bin jî, lê ji qanunên musulmantiyê bêhtir, ew qanunên kurdetiyê û eşîretiyê pêk tînin.

Çendî ku gelek rewşenbîr, hunermend û nivîskarên mezin ji nav wan derneketi bin jî, lê van salên dawiyê gelek ciwanên nivîskar, hunermend, rewşenbîr û zana derketine. Gelek dengbêjên wan yên kal jî wek, Baqî Xido, Hafizê Kor, Misoyê Bekebûrê, Xidirê Hebeşê û hwd hene. Di nava herêmê de gelek serpêhatiyên di seranserê Kurdistanê de binav û bang hene, wek serpêhatiya Eyşana Îbê û Bozan Begê. Dengbêj Baqî Xido jî, yek ji dengbêjên kurdan ên ku klama Derwêşê Evdî bi awayekî herî baş gotin ye. Jixwe dengbêjê mezin Baqî Xido li hemû Kurdistanê tê nas kirin. Her wiha jî hin dengbêj û sazbendên navdar hene wek: Ehmedê Çep, Reşîd û Xalid Sofî, Miço, Baran û Ze’îm Kendeş, Kardox Beyro, Siyamend Oskullî. Di aliyê sazbendiyê de jî, kemancê Hemedê Dûman û tembûra Hemedê Hadî hene.

Eşîr û êl[biguherîne]

Eşîra herî mezin, eşîra Berazî ye. Ev eşîr di herêma Urfa, Suruç, Serî kaniyê, Suleymaniyê(başûr), Libnanê û bajarê Hemayê de dijîn. Ev eşîreke pir mezine. Kesên derve ji hemû endamên konfederesyona vê eşîrê re Berazî dibêjin, lê ew di nava xwe de bi hoz û qebîlên xwe, xwe dinasînin. Di nava wê de jî gelek êl û qebîl hene(Mîran, Kêtikan, Şêxan, Oxî, Zirwar, İlêdînî, Şedadî, Mi’ef, Dinan, Qereberkeran, Pîjiyan, Bêskan û gelek din…), lê niha girêdana wan kêm bûye. Heta salên nêz, malbata Şahîn Begê ji hoza Mîran(Begler) serokatiya konfedersyona eşîra Beraziyan dikirin. Lê niha çi destlatiya wan nemaye. Şahîn Begê Mîran û birayê wî Bozan Begê Mîran di avakirina Komela Xoybûn de rolek sereke leystine û şervanên Kobanî yên Berazî li gel Osman Sebrî çend çalakî li hemberî Qereqolên Tirkan pêk anîne.

Gund û Navçe[biguherîne]

Kobanî ji çar navçeyan, navenda Kobanê, Şêxler, Sirrîn û Celebê) pêk tê. Zêdetirî 321 gund li herêma Kobanî hene. Ji van gundan (Helinc û Tilêcib, Tilxezal, Bozîk, Xanmemed, Sixur, Qilhedîd, Qinê, Qûmlix, Girik, Şeran û gundê Şêranê). Piraniya navên van gundan bi kurdî ne, lê dewleta ereb a şovenîst nave van hemû gundan guhertiye û kiriye erebî. Di salên dawiyê de gelek gundên Kobanî ji bajêr hatin qutkirin û bi navçeyên Ereban ên derdorê ve hatin girêdan.

Bermayiyên Dîrokî[biguherîne]

Di van gundan gelek bermayiyên dîrokî yên kevnar hatine dîtin û ji aliyê dewletê ve guheztine bajar û muzexaneyên Ereban. Wek du şêrên kevirîn ên mezin ji gundê Şêranê hatine birin bo bajarê Reqqa ya Ereban. Di sere Çiyayê Miştenûr de gelek şkeftên dîrokî hene, şkefta herî bi nav û bang jî, şkefta Qîzîkan (Keçkan) heye. Her wiha jî gelek ziyaret û ciyên pîroz hene. Wek ziyareta Xanmamed û ziyareta Kurrikê. Heta salên nêz li bajêr dêra Ermeniyan jî hebû.

Ermenî û netewên din[biguherîne]

Di nava Kurdên Kobanî de hêjmarek Ermenî yên ku ji Tirkiyê riviya jî hene. Rûniştvanên destpêkê yên bajêr Ermenî bûne. Ev Ermenî bi piranî li taxa Gumrigê dijîn, bi karên hesinkarî û sazkariyê ve mujul dibin. Têkiliyên Kurdan û Ermeniyan bi hev re pir baş e, têkiliyên kirîvtiyê di navbera wan de hene. Ji xwe Ermenî pir baş bi zimanê Kurdî diaxivin. Di salên dawiyê de gelek Ermenî, ji bo mercên jiyanek baştir koçî bajarê Helebê kirine. Li rex Ermeniyan, hêjmarek ji Tirkmenan jî li bajêr dijîn. Tirkmen bi Tirkmenî û Kurdî diaxivin û bi piranî bi karên dukanvaniyê re mujul dibin. Her wiha jî hin Ereb li bajêr û herêmê dijîn, bi taybetî jî Erebên ji eşîra (Ni’îmî). Lê ev Ereb xwe Kurd dibînin û bi Kurdî diaxivin û ji kokên xwe yên Erebtiyê dûr ketine.

Dîrok[biguherîne]

Şoreş[biguherîne]

Ji roja ku rojavayê Kurdistanê ji bakur hate qutkirin û heta roja me ya îro, gelê rojevayê Kurdistanê her tim himbêza xwe ji hemû şoreş û şoreşvanên beşên din û bi taybetî jî yên Bakurê Kurdistanê re vekiriye. Me li jor behs kiribû ku şervanên Kurd ên Berazî li gel Osman Sebrî li hember Tirkan çalakî pêk anîn û hewl dan xwe bigihînin şoreşa Agirî. Her wiha jî serok eşîra Beraziyan Şahîn Begê Mîran di avakirina komela Xûybûn de rolek sereke leystine. Her wiha jî Birayê wî Bozan Beg ji aliyê destlatê ve hatiye binçav kirin. Di heman dem de, gelê Kobanî wek hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya şoreşa Başûr jî kirine. Di havîna sala 1979-an de Serok Apo ji bakur derbasî rojevayê Kurdistanê bajarê Kobanî bû û pişt re jî Kobanî bû dergehê herî girîng ê derbasbûna partisan û şervanên PKK. Wis ajî Kobanî bû yekem qada ku himbêza xwe ji şoreşa PKK re vekir. Bi hezaran ciwan û keç beşdarî şoreşê bûn û li sere çiyayên Kurdistanê li hemberî neyarên gelê Kurd şer kirin, bi sedan ji wan xwîna xwe ya pak di riya azadiyê de rijandin û bi hezaran jî hîn li sere çiyayên Kurdistanê şer dikine. Kobanî di riya azadiyê de gelek zarokên xwe yên qehreman qurban kirin, wek Şîlan Baqî, Dîcle, Akîf, Halim, Sebrî, Perwîn û bi dehan ji şehîdên qehreman.

Ev bajarê kurdan, di 19 temûze 2012´an de kurdan bi tememî dest danî ser hemû sazîyên wê yên rêveberî, leşkerî û sîyasî hemûyan û xweserîya denezand. Ev roj, weke roja ku di dîroka kobanê de û di dîroka kurdistanê de bi navê kobanê rojeka dîrokî ya ku ket dîroka kurd û kurdistanê de.

Çavkanî[biguherîne]

Gotara Polat CAN di kovara Sterka Ciwanan de

36°53′35″Bk 38°21′13″Rh / 36.89306°Bk 38.35361°Rh / 36.89306; 38.35361