Ristemê Zal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Kuştina Esfendiyar ji aliyê Ristem ve

Ristemê Zal lehengekî destan, çîrok û çanda devkî ya Kurdan e. Ristem lawê Zal e. Mirov nizane ka kesayetiyeke rastî ye yan mîtosî ye. Mixabin herçendî dewlemendiya çanda Kurdan e, Tirk û Farisan xwedî lê derdikevin û bikartînin.

Ristemê Zal merd, şervan, wêrek, welatparêz û şoreşger e. Serokê doza bindestan e. Ti dijmineke zalim nikare li ber Ristemê Zal bisekine. Di çîroka Kurdî de cihekê xwe yê mezin heye. Hin caran bi bandora ola Îslamê di şûna navê Ristemê Zal de Hezretî Elî derbasdibe. Pûşî ya Ristem bi xwîna împaratorên xwînrêj û zalim e. Şûrê wî hebûna wî ya herî pîroz e û ji hesinên esmanî hatiye çêkirin. Destiya şûrê Ristem ji darên kesk, sor û zer e. Bejna wî dirêj, simbêla wî zirav, kirasê wî spî ye. Rû biken e. Şûtika wî sor e. Cihê ew lê derbas be, zalim dilerizin, gul û sosin şad dibin, gur û çeqel boçika xwe hildidin û bazdidin.

Yekem car destanê Ristemî Zal, ji aliyê Firdewsî ve, di Şahnamê de bi nivîskî hate nivîsandin, Firdewsî, helbestvanê mezin yê Fersan e, di Şahnamê de dibêje Ristem Kurd e.

Ristemê Zal jî navê pirtûkeke Xursîd Mîrzengî ye.