Seferên Xaçperestan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Sefera Xaçiya Yekem

Seferên Xaçperestan an Seferên Xaçparêzan seferên xiristîyananê bo armanca xakên pîroz ji misilmanan bistînin di nêvbera salên 1095an-1291an de hatibûn li dar xistinn. Ji bo Qûdisê û xakên pîroz ji destên misilmanan bifilitînin ew bi gelemperî pê banga Papa re, serokê xiristîyanên Ortodoks, hatin derxistin.

Di wê demê de 9 Seferên Xaçperestan hatin der xistin. Lê van seferên hatin dar xistinî bi temamî ne bo Felestin û hembera misilmanan bûn. Wek sefera çaram li hemberî Bîzansê hatibû der xistin.

Sedem[biguherîne]

Ol[biguherîne]

Sedema bingehê bo van seferan sedema olî bû. Armanca rawestandina belavbûna misilmanan û dest xwe xistina bajar û xakên pîroz bû. Ji sedsala 7'an şunda îslamiyet ji Asyaya Navîn derket û li Efrîka, Anatoliya û Endulus û Spanya belav bû. Paş di Cenga Malazgîrtê de Bîzans li hemberî Selçûqan de bin ket re Anatoliya bi piranî kete bin destên Selçuk û Misilmanan.

Polîtik[biguherîne]

Kînga Selçukan Anatoliya dest xwe xistin Bîzans û Konstantinopolis jî keta bin talîkeyeka mezin. Ji bo Bîzans sînor û bajarên dest xwe de biparêze, wek Seferên xaçperestan ya yekem de bûyî banga arîkariya Xiristîyanan kir.

Sefer[biguherîne]

Seferên xaçperestan a Yekem (1096–1099)[biguherîne]

Pê Anatoliya bi destên Selçukan ket re Bîzansê alîkarî ji Xristiyanên Ewropayê xwest. Di sala 1095an de ji pê banga Papa re Xaçperest der ketine seferê û Qudis di sala 1099an de dest xwe xistin û li wir Keyatiya Orşelîm û hin dewletên din saz kirin. Anatoliya bi piranî şunda ji Selçukan standin.

bibîne:Sefera xaçperestan a yekem

Sefera Xaçperestan a Duyem (1145–1149)[biguherîne]

Paş Riha di sala 1044'an de şunda kete destên misilmanan re Papa daxwaza sefereka din kir. Lê di vê seferê de heta ku xaçperest di 1147an de gehîştina Orşelîmê, piranî birêve hatin tune kirin. Ji bo Şamê ji misilmanan bistînin rapêçan jî, negêhiştine va armancêxwe jî û sefer bê serkeftî xelas bû.

bibîne:Sefera xaçperestan a duyem

Sefera Xaçperestan a Sêyem (1189–1192)[biguherîne]

Ji ber ku sê keyên dewletên we demêyê mezinên Ewropayê Îngiltere, Fransa û împaratoriya Romaya Pîroz beşdara vê seferê bûbûn, va sefera wek Sefera Keyan jî tê zanîn. Friedrich I(Barbarossa), Richard I(Richardê Dilşêr) û Philipp II, pê Silhedînê Eyûbî di sala 1187an de Qudis dest xwe xist re, dîsa bi banga Papa re der ketine seferê. Friedrich Barbarossa hîn ku negêhişte Felestinê mir. Xaçperestan Akka ji Silhedîn standin jî, nekanîn Qûdisê jê bistînin.

bibîne:Sefera xaçperestan a sêyem

Sefera xaçperestan a Çarem (1201–1204)[biguherîne]

Ew bi banga Papayê ku Qudisê bistînin daxwaz dikir ve, bi pêşengiya Wenedîkan ve hat derxistin. Lê wan birê ve nêta xwe guhert û çerxa ser Konstantinopolisê bûn û li wir Împaratoriya Latinî saz kirin.

bibîne:Sefera xaçperestan a çarem

Sefera xaçperestan a Pêncem (1217–1221)[biguherîne]

Ew dîsa ji bo Orşelîmê helgirin hat der xistin. Lê ew bêserkeftî xelas bû.

bibîne:Sefera xaçperestan a pêncem

Sefera xaçperestan a Şeşem (1228–1229)[biguherîne]

Friedrich II ew sefara li darxist. Lê, bi ceng wî Orşelîm û hin bajarên din bo çend salan li misilmanan stand.

bibîne:Sefera xaçperestan a şeşem

Sefera Xaçperestan a Heftem (1248–1254)[biguherîne]

Ew bi peşangiya keyê Fransa Louis IX hembera Misirê hat der xistin.

bibîne:Sefera xaçperestan a heftem

Sefera Xaçperestan a Heştem (1270)[biguherîne]

Ew dîsa bi pêşangiya keyê Fransa Louis IX hat derxistin.

bibîne:Sefera xaçperestan a heştem

Sefera Xaçperestan a Nehem (1271–1272)[biguherîne]

Ew bi peşengiya keyê îngiltere Edward I hat der xistin. Lê bê serkeftî xelas bû.

bibîne:Sefera xaçperestan a nehem

Dawî[biguherîne]

Armanca hîmî Orşelîm dest misilmanan de ma jî wan seferan hem Ewropa hem jî li misilmanan bandorên mezin kirin.