Selahedînê Eyûbî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Selahedînê Eyûbî
صلاح الدين يوسف بن أيوب
Saladin2.jpg
Selahedînê Eyûbî
Navê rastî Selah el-Dîn Yusif îbn Eyûb
Bernavk Selahedîn, Silhedîn, Selahedînê Kurdî yan jî Simko
Roja jidayikbûnê Li dor 1138
Roja mirinê 4'ê adarê 1193
Eslê xwe Kurd
Dîn Îslam (sunî)
Selahedîn, li gorî Gustave Doré (sedsala 19.), wêneyekî ji pirtûka J.F. Michaud a bi navê "Histoire des Croisades".
Diravekî Selahedîn
Gora Selahedîn li Şamê

Selahedînê Eyûbî (wek Selahedîn, Silhedîn, Selahedînê Kurdî û Simko (bi erebî: Selah el-Dîn Yusif îbn Eyûb/صلاح الدين يوسف بن أيوب) jî tê naskirin; li Rojavayê jê re Saladin dibêjin) (z. 1138 – m. 4'ê adarê, 1193) serleşkerekî kurd[1][2][3] î misilman bû ku di destpêkê de li dijî fatimiyan û pişt re li dijî xaçperestan (mesîhiyên ku çûbûn xakên pîroz li Filistînê ji bo ola xwe biparêzin) derketîbû û bajarê Qudsê (Orşelîm) dorê sedsalekê şunda bidest misilmanan xist û qewirandina xaçperestên ewropî ji Rojhilata Navîn de serkeftî bûbû.

Piştî ku Selahedînê Eyûbî di 4'ê adara 1193'an de li Şamê wefat kir, Împeratoriya Eyûbî, ya kurdan ku Selahedîn di sala 1175'an de damezrandibû, di navbera zarokên Selahedîn de parve bû û hêza xweya demê Selahedîn de winda kir.

Jiyan[biguherîne]

Siltan Selahedîn, di sala 1138'an de li Tikrîtê hatiye dinê[çavkanî pêwîst e]. Navê wî yê zayînê Yûsiv an Ûsiv bû û gorî gotinan navê Selahedîn pê re ji hêla Nûredînê Zengî hatibû dane wî. Navê bavê wî Necmedîn Eyûbê kurê Şadiyê kurê Merwan[4] bûye. Malbata wî bi eslê xwe ji eşîreta Rewadî bûye û Rewadî jî digihîjtine Hezbaniyan ye.[5]. Kalê Selahedîn, Şadî, di dorê salên 1130an de ji Dvînê, ji pê xanedaniya Şedadîyan hilweşiya re, siftê çûbû Bexdayê, pê re jî hatibû Tikrîtê. Li Tikrîtê Bîhrûz, emîrê wê herêmê, Şadî dike emîrê Tikrîtê. Pê bavê Necmedîn wefat dike re ew derbaza şûna wî dibe. Lê wextê ku Şêrko, apê Selahedîn, li wir bi xristiyanekî ve li hev dixin û Şêrko wî dikuje re malbata Şadiyan tê sirgûn kirin. Gorî rivayetan Ûsiv, ango Selahedîn jî di vê şevê de tê dinê [6]. Wê çaxê Necmedîn û Şêrko diherine cem Îmadedînê Zengî. Di 1132'an de wextê ku Zengî, bavê Nûredînê Zengî, nêzî Tikrîtê bi el-Musterşid re cengekê dike û Zengî dikeve zorê bavê Selahedîn, Necmedînê Eyûbî, Zengî ji wa halê zor de difilitîne û pê wê ve Zengî deyndarê Necmedîn dimê. Wextê ku Eyûbî têne cem Zengî, Zengî jî wan li cem xwe erkdar dike û wextê ku di sala 1140'î de Belbekê zeft dike Eyûb dike emîrê Belbekê. Bavî Ûsiv heta sala 1146'an Zengî wefat dike û lawî xwe Nûredîn derbaza şûna wî dibe, li Balbêkê dewama emirîtiyê dike û wextê ku di wê salê de Muînedîn Nûr, emîrê Şamê, Balbêkê dorpêç dike Necmedîn bêçare bajêr teslîma wî dike û Necmedîn ji xizmetê Nûredîn derdikeve û malbatê xwe radike û dihere Şamê. Wextê Sefera Xaçiyayê duyem de di parastinê dorpeçê bajarê Şamê de bavê Selahedîn, Necmedîn jî pardar dibe.

Derheqê biçûktiya Ûsiv de zêde tişt nêye zanîn. Salên xweyên siftê li Belbêkê derbaz dibin, li wir det bi perwerdeyiya xwe dike, lê pê ku bavî xwe dev ji emîrîtiyê berdide û bi malbata xwe ve koça Şamê dike Ûsiv li wir dewama perwerdiya xwe dike.

Wextê ku di sala 1154'an de Nûredîn bi serkeftî, hema bêketina tu cengan, Şamê destxwe dixe. Di vê serfiraziyê de faydeyê Şêrko û Nûredîn jî pir lê dibe û Nûredîn bavî Ûsiv dike waliyê xweyê Şamê. Şêrko jî di wê wextê de qumandarê Nûredînê herî girîng bû.

Selahedîn di derheqa leşkeriyê de li cem apê xwe mezin bû. Wextê ku di sala 1163'an Şêrko dihere Misirê Selahedîn jî bi wî re dihere wê derê. Şêrko û Selahedîn bi daxwaza Şawerî ku, bi Zirxam re bo textê Fatimîyanê Misirê lihevnehatibûn û Şawêr ji dest dirive û bo canî xwe bifilitîne tê Şamê. Li wir Şawêr bo ku textê şûnda dest xwe bixwe ji Nûredîn alîkariyê dixwaze û bo vê alîkariyê jî sozê dayînekê ji sêya yekê (1/3) hatiniyê dewletê Misirê dide. Ew ger ku hikumdariyê dest xwe xwe girêdayî yê bi Şam û Helabê ve jî soz dide[7]. Li ser van sozan ve Nûredîn şandina ordiyekê ser Misirê qebûl dike û Şêrko dişîne Misirê. Şêrko û Ûsiv bi Şawer ve diherine Misirê û di 1'ê gulana 1164'an de Qahîreyê dorpêç dikin. Dîrxam nikare serî xwe li hembera wê dorpeçê hilde û li bajêr direve wextê ku direve di receba 559'ê koçî, gulana 1164'an de tê kuştin û Şawêr bi vê alikariyê ser dikeve û Xelîfe el-Adîl wî şunda vedibuhize textê Misirê. Lê pê ku ew Dirxam bin dixe şûn de ve, vê gavê jî li hembera Şerko û Selahedîn bi emîre xaçperestanê Qudisê bi Amalric re hevgirtin çêdike. Lê Şêrko pê vê xapandinê re sor dibe û li Misirê der nakeve û Amalric û Şawer, Şêrko û Selahedîn li Bilbîsê dorpêç dikin. Di wê wextê de Nûredîn jî li Sûriyê êrişa bajarên xaçparestên li Sûriyê dike û Enteqyayê heman heman bi dest xwe dixe. Amalric bêçare bi Şêrko ve peymanekê dike û herdu tev di eyni wextê de ji Misirê derdikevin û Şêrko û Selahedîn di 24'ê zîlhecceya 559'ê koçî/12'ê kewçêra 1164'an vedigerine Şamê[8].

Lê Şêrko wa xapandinê Şawer jibîr nake û di sala 1167’an de bi Selahedîn ve şunda derdikeve sefereka ser Misirê. Lê bo ku Şawêr jî dizanî ku Şêrko wê xapandinê jibîr nake û tirsa wê timê di pişta wî de bû ew bi destedarê xweyê berê bi Amorî ve êttêfaqê dike. Wextê ku Selahedîn û Şêrko derdikevine ser sefera Misirê ew jî ji Qudisê de derdikeve û li ber ordiyê Şamê tê Qehîre û li wir bi Şawer ve li bendiya wê ordiyê dimê. Lê Selahedîn û Şêrko bo ku wan şaş bikin narine ser Qahîreyê û ku di rebîelevvela sala 562'ê koçî/sermaweza 1166'an de dikevine Misirê şunde şûna ku here wir, dihere rojavaya Qehîre yê û dixwaze ku Şawer û Amorî werine ser wî ew li wir cengê bike. Herwiha ewna ji Qehîreyê der dikevin û wek ku Şêrko xwestî ewna têne ser Şêrko û ewna di 18'ê adara 1167'an[7] de li nêzî gundê el-Babeyn bi cengê dikevin. Şêrko li wir wan bin dixe û hema berva bakur dihere û bajarî Îskenderiyeyê dest xwe dixe. Lê Amorî û Şawer jî şunda serxwe didin û Şerko li Îskenderiyeyê dorpêç dikin. Lê Şêrko nasekine parastinê kelayê wir dide dest birazî xwe, Selahedîn û berve başûr ji bajêr di tariyê şevê de derdikeve. Wextê ku êdî li bajarê Îskenderiyeyê Selahedîn dikeve zorê Şêrko li jorên Nîlê raperinan pêk tîne û Şawer dixe zorê. Di wê wextê de Amorî dixwaze ku dorpêçê ra ke û dorpêç tê rakirin şunda jî Selahedîn û Şêrko şunda vedigerine Şamê.

Piştî nêzî saleke vegera Selahedîn û Şêrkoya Şamê re, ordiya Amorî, ya Qudsê dîsa dikeve Misrê û li bajarên misilmana zilm û talanên mezin pêk tîne. Ew vê gavê ne bi daxwaza Şawêr re, tenê bo ku Misir û Qehîre yê dest xwe xe û misilmanan bikuje [7] dikeve Misirê. Herweha wextê ku ew bajarî Bîlbêsê dest xwe dixe dimatiyên bajêr bitunî qirr dike û dikuje. Ne tenê misilmanan, dimatiyên bajarên xiristiyanê Kiptî jî dikujin. Wextê ku ew tê ser Qahîre Şawer emrê şewitandinê bajarê Qahîreyê berê dide û xelkê bara bajarê ku nûyî ku El Ezher tê de dike. Ew şewatê bajêr 54 rojan dajo[7]. Her çiqas Şawer bo peymaneke pêk bîne bi Amorî ve beraftinan dike jî, Xelîfe Adid el-Fatimî ji Nûreddîn re bo piştgiriyê xeberê dişîne. Bo ku Nûredîn bersivê qaziyê xwe pê de jî çend perçem por jî dike nav nameyê xwe û wek >>Van perçemê kulfetên min in û bo ku tu wan ji zilmê neyaran bifilitînî li bendiya te ne [7] << dinivîse. Nûredîn Selahedîn dişîne Ximsê ku bo seferê xeberê bi Şêrko de, lê ew hîn li derê Şamê rasta Şêrko tê û hema di cih de vedigerine Şamê û bo seferê haziriyê dikin. Şêrko çiqas ji Selahedîn dixwaze ku ew jî bi wî re were jî Selahedîn pir dil nake ku pê re here. Lê Şêrko daxwazê xwe bi Nûredîn re dibêje şunda Selahedîn bêçare dîsa bi Şêrko re dikeve rêyên Misirê. Di wê demê de Amorî jî dibîne ku xelkî Qehîre şûnê ku bajêr bi wî din Selahedîn ku bişewitînin û talan bikin, Misirê terk dike û vedigere Filistînê. Şêrko dikeve bi Selahedîn ve dikeve Misirê û şeş rojan pê derketinê Şamê re digihê Qahîreyê û bi coş û kefxweşiyê li bajêr tên pergînî kirin. Çiqas Şawer jî wan pergînî dike jî di 19'ê rêbendana 1169'an de Selahedîn bi destûrê Xelîfe el-Adil re wî bi destên xwe dikuje [7] . Di hevşêwe rojê de Xelîfe Şêrko dike wezîrê xwe. Lê hîn çend meha bûn ku ew bûbû wezîr, di roja yekşemê ya duduyê mehayê cemaziyelaxîrê( 25'ê adara) 564'ê koçî de [9] (di 1169'ê miladî de) ew pê ziyafetekê re ji xwe dere û wefat dike. Pê wefata Şêrko re el-Adîl Ûsiv, ango Selahedîn di 32 salî de dike wezîrê xwe û navê wî bi tûnî dibe Melik en-Nasir Ebu'l-Muzefer Selah ed-Dunye we ed-Dîn. Selahadîn derbaza wezîritiyê dibe şunda bo ku bavê xwe were ba wî ji Şamê re xeberê dişîne û bavê xwe jî di 24'ê mehê recebê 565'ê de (1170'ê) de [9] digiêhê Misirê û tê ba Selahadîn.

Wextê ku di sala 1171'ê de xelîfeyên Fatimî, yê şiayan wefat dike şûn da Selahedîn, xutbeyê êdî bi navê xelîfeyî ebasî el-Mustadî xwendî dide û dawiyê xelîfetiyê şiayan dide. Di sala 1173'a de bavî Selahedîn di hespê de gêrd dibe û wefat dike. Di dawiya imrê Nûredîn de Selahedîn êdî bi wî ve li hev nên jî tu caran nêne hemebera hev. Wextê ku di 1174'an de Nûredîn wefat dike şunda Selahedîn Dewleta Eyûbî saz dike û li Misirê hikumdariyê sunitiyê pêk tîne, lê ew çiqas ku dere Şam, Hama, Ximsê dest xwe dixe jî xwe girêdayiyê paşewarê Nûredîn, hikumdar Melik el-Salih Ismaîl bin Nûredîn dihesibîne. Melik el-Salih Ismaîl bin Nûredîn vedikişe Helabê, Selahedîn li wir dorpêç dike jî paşê re dorpêçê radike. Melik el-Salih Ismaîl bin Nuredîn ji heşhaşiyan alîkariyê dixwaze û emîrî Xaşxaşiyanî bi leqaba Şêx el-Cebel Reşîdedîn Sînan li hembera Selahedîn di sûîqestekê dimeşîne. Di destpêka 1175'a de sûîqestek li hembera Selahedîn tê kirin, sîqestvan heta ber çadirê Selahedîn tê jî Selahedîn ji wê sûîqestê difilite. Di 22'ê gulanê 1176'a de wextê ku ew dihere ser Helabê seferê sûîqesteka din li wî tê kirin, sûîqestvan dikeve çadirê Selahedîn û bi xençerê xwe li serê dixwe jî, bo ku zirxê li seri bûye ew ji vê sûîqestê jî filitiyaye[7].

Ji pê van bûyeran re Selahedîn bo ku Xaşxaşiyan li ortê rake di gelawêjê 1176'a de qerargahê wan Kelayê Masyafê dorpêç dike. Lê bo ku Reşîdeddîn bi kuştinê malbatê wî Selahedîn tehdît dike, Selahedîn dorpêçê radike[10]. Gorî riwayetê Xeşxaşiyan jî Reşîdedîn Sînan di şavê tarî de heta çadirê Selahedîn tê û bi xetekê nîşekê ber dide û şunda vedigere, Selahedîn xetê dibîne û li ser xetê "Tu yî di destên me de yî" dixûne û li ser vê ve dorpêçê ra dike[7].

Wextê ku Selahedîn serweriyê xwe li ser Sûriyê didîne bi Xaçperestan re jî carbicar tê hembera hev. Ew bi gelemperî wan bi bin dixe jî di 25'ê kewçerê sala 1177'a de ji hêla Keyatiya Qudisê û Şovalyeyên Peresgehê, yên ku di fermanderiyê Baldwin IV û Raynald of Chatillon de bûn, tê bin xistin.

Selahedîn li vê binketinê şunda bo êrîşeka dinê ser wan re xwe amade dike û di sala 1178'a de Xaçperestan di Şerê Jacob's Ford de bin dixe. Lê êrîşên Xaçperestanê ser misilmanan xelas nabin û Raynald of Chatillon êrîşa kerwanên misilmanan dike. Selahedîn jî li hemberî vê di 1182'a de Bêrûtê dorpêç dike. Raynald jî diceribîne ku êrîşa bajarên misilmananê pîroz Mekke û Medîneyê bike. Selahedîn dîsa li hemberî vê bajar û kelaya Kerakê ku Raynald tê de di 1183 û 1184'a de dorpêç dike. Raynald jî vê gavê kerwaneka ku dere Hecê talan dike.

Selahadîn di 18 pûşberê 1183'a de pê sal nîveka ku es-Salih dimire re bi torenê dikeve bajarê Helabê û Suriyê bi temamî dixe nav destên xwe.Pê vê re Selahedîn şunda vedigere Misrê û ji bo îmara welatê xwe dixebite. Lê tu car Filistîn ji bîra wî dernakeve û dilê wî de tim dest xwe xistina bajarê Qûdisê miqades û pîroz hebû. Carekî din berê xwe dide Filistînê û Berûdê digre. Cara yekemîn deverên ser Mûsilê, Sîncar û Diyarbekrê bi welatê xwe va girêdide. Digihîje Enteb û Halebê. Sala 1185’an da cara duduya êrişî Musulê dike. Piraniya Mezopotamyayê û Kurdistanê dike bin hukumdariya xwe. Nav hukumdarê misilman da dibe xwedî ciyê herî bilind. Lê dilê wî da daxwazek wiyê girîng dimîne, ew jî girtina hemû axa Filistînê ye.dfdfdf

Siltan Selahedîn li Filistînê[biguherîne]

Brînsê Arnatê (Reynaud de Chatillon) Nûredîn di sala 1175'an de ji girtixaneya Helabê de serbest berda bû şunda vedigere Filistînê û hin bajarên wir dest xwe dixe û dibe Hukumdarê el-Kerk e. Her çiqas navbera misilman û xaçperestan de peymanek çêbûbû jî ew vê peymanê pê dike û êrişa ser kerwanê misilmanan dike. Ew yên di kerwanê de çêkdar dikuje û yên din jî wek dîl dibe bajarê Kerekê. Selahedîn çiqas qasidan dişîne wî re û dibêje ku wan girtiyan serbest berde jî ew qebûl nake û Selahedîn jî êdî bo ku wî ji holê rake dest bi seferberiyê seferê dike.

Salek şunda, sala 1187'an de li Hutînê ordiya frenk ji hev bela dike û qralê Qudus û prensê el-Kerk êsîr digre. Alaya xwe xêncî Qudus û Surê li hemû Filistînê dardixe. Meha recebê sala 1187 Qudusê jî bi hukumdariya xwe girê dide û digihîjê miradê xwe.

Di bin hukumdariya wî da cihuyên ku di Filistînê de dijiyan, bê tade û bê eziyet jiyana xwe didomînin. Ji bo wê yekê hemû dirokvanên frenkan jî, derheqê Siltan Selahadîn da gelek tiştên baş dinivîsînin[çavkanî pêwîst e].

Ser girtina Qudusê Imperatorê Alman, qralê îngilîz û yê Fransayê bi kîn û nefretek mezin ordiyek mezin amade dikin û berê wî didin Filistînê. Ordiya wan wexta ku êrişî Filistînê dike, ne Xelîfe ne jî sultanek misilman ji bo alîkariya Siltan Selahadîn tu tiştek nakin.

Ordiya frenk, serî de tê Akkayê û wir işgal dike. Ordiya siltan jî, alîkî de dijî wan berwe dide, aliyê din jî hêdî hêdî şunda dikişe. Dawiya şer da Akka dikeve destê frenkan. Frenkan li wir bi tade û zilma xwe gelek mirovên sivîl qetildikin[çavkanî pêwîst e]. Ser vê yekê hemu dinê da ferqa siltan û ya frenka jî eşkere tê xuyakirin.

Şerê nevbera Ordiya siltan û frenkan da derdikeve, pênc sal berdewamdike. Siltan, bi planek mezin wan ji Qudusê durdixe. Di 2'ê îlona 1192'an de di navbera wan de peyman çêbdibe, gorî wê peymanê siltan Selahedîn ji şer serkeftî derdikeve û vedigere Şamê. Ser hatina Hacac ya Şamê, siltan diçe pêşiya wî, lê di rê da nexweş dikeve. Selahedînê Eyûbî di 4'ê adara 1193'an de diçe ser heqiya xwe. Gora qumandar û siltanê kurd li Şamê, li Camiya Umeyê de tê definkirin. Siltan Selahedînê Eyûbî (Ji Wefayat el-E‘yana Îbn Xellîkan)

Siltan Selahedîn, bavê 18 zarokan bû, ji van 17'ê wan kur yek jî qîz bû[çavkanî pêwîst e].

Kirinên wî[biguherîne]

  1. Şerê dijî ordiya Frenk qezenckir û yekitiya emirên misilmanan çêkir.
  2. SÛriyê û Misirê kir bin hukumdariya xwe. (Her du dewlet alî meshebê da bi hev ra dijminatî dikirin.)
  3. Sînorê hukumdariya xwe ji Kudistanê heta Tunusê, ji Sudanê heya Yemen û Adenê freh kir. Hukumdariya xwe bi rewşek baş domand.
  4. Ew, sultanek adîl bu, ji zulumkaran heznedikir. Qimetek mezin dida fikrê mirovên derdora xwe. Tu ferq nedikir navbera gelê xwe. Zengîn û feqîr, esnaf û arîstokrat wek mina hev didît. Derê wî ji hemû kesan ra vekirî bu.
  5. Di hemû jîyana xwe da tu qîmetek ne dida dewlemendiyê. Wexta ku waliyê Şamê jê ra qonaxek çêdike û Sultan qonaxê dibîne, weha dibêje; „Ez nikarim di vê qonaxê da bijîm. Ev qonax layiqî mirovê ku mirina wî nêzik buye, nine. Aliyê din gere armanca me ji bo xizmeta Xwedê be, ne ji bo jîyana koşk û sera be.“

Wî ji mal û milkê dinê heznedikir. Tim wiha digot; „mal, milk û xwelî wek mîna hev in.“ Prens Muhammed Ali dibêje; „Piştî mirina wî, di berîka wî da 47 Dirhemê wî tenê hebû. Ev ji, ji serweta ku mirovek feqîr dihêle, gelek kêmtir e.“

Mirovên di bin hukumdariya wî da dijiyan, wî wek mirovek bi şewqet, kiralek bi merhamet û sultanek adîl dizanibun. Ew ji bo refah û emnîyeta gelê xwe xebitî. Pistî mirina wî hemû kesên di bin hukumdariya wî da, şînek mezin kirin.

Jiyana wî di şer da derbas bu. Di saxî û nexweşiya xwe da tim li ser pişta hespê xwe bû. Wexta ku jê ra digotin hinek peya be û bîhna xwe bide, wî bersiva wan wuha dida; „Wexta ku piyê min dighêjin erdê, ez xwe nexweş dihesibînim.“

Wesîyetê wî[biguherîne]

Sultan Selahaddîn ji kurê xwe Melik el-Zahir re wesîyetê xwe dike û jê ra weha dibêje: „Ji rêça Xwedê dernekeve. Ez serfîraziya xwe deyndarê Xwedê me, ji bo vê yekê ez emrê Xwedayê alemîn ji te ra emir dikim. Xwînê nerijîne û xwin rijandinê ji xwe ra neke edet. Xwîn rijandin, xwîn rijandinê bi xwe re tîne. Zilma xelqê xwe neke, ji bo emnîyeta mal û milkê wan bixebite. Nebe kîndarê kesî. Dilê mezina neşkîne, dilê mirovên ku dibin destê te da ji bo îdarekirina dewletê dixebitin, qezençke. Em hemu mahkumê mirinê ne. Tu hata ku riza gel qezenç nekî, ya Xwedê nikarî qezenç bikî. Ser vê yekê têkiliya xwe bi gelê xwe re baş çêbike. Tobedarê Xwedê be, lewra Ew Kerim û Qadir e“

Berî cîhata xwe ji derdora xwe ra digot; „Min bi şûrê min ve defin bikin ku bila roja mahşerê tevî min rabe û li hizura Xwedê ji min re şahidiyê bike.“

Gotinên ji bo wî[biguherîne]

Imparatorê Alman, piştî hatina xwe ya Suriyê diçe qebra wî zîyaret dike û wuha dibê je; „Ez ji bo hatina xweya vir gelek kêfxweşim, ku Sultan Selahaddîn li vir jîyana xwe domandîye. Ew Sultanek bê hempa û kahramanek mezin bû.“

Berî şerê navbera wî û Xaçliya, Qumandarê ordiya Xaç Perest Richard (Richardê dil Şêr), ji eskerê xwe ra dibêje; „Di ciyê xwe da bisekinin. Dilê vî şêrî ji dilê şêrê we mezintir e.“ Dîrokvan Dr. Stanley; „Hinek kes wesfê wî zatê mezin nizanin. Bê şuphe ew, mirovek xwedî şeref û bê tirs bu. Dilê wî tijî merhamet bû. Ew mirovek misilman û di bin emrê Xwedê da bû.“ Tarîh el Muherrîrîn de gelek wesfê wiyê baş tên rêzkirin.

Dîrokvan Stivatsîn derheqê Sultan de wuha dibêje; „Sultan Selahaddîn quweta dijminên xwe baş texmîn dikir û gorî wan planên şer çêdikir. Bi sebrek mezin hareket dikir û şixulê kû dest pê kiriba, heya dawiyê dikudand. Serfîraziya wi girêdayiya sebr û temûla wî bû“.

Jiyana Selahaddîn Eyubî di şer da debas bu. Lê wî gelek eserên dîrokî jî dane avakirinê.

  1. El Medrese el-Nasir: Li Kahîrê, li mihla El Firafe kêleka tirba Imam Şafii hatiye avakirin.
  2. El Medrese el-Kamhîye û El Medrese el-Hanefi
  3. Hanaka el-Salahîyye: Li Taxa Said el- Suade ji bo perwerdekirina dînî hatiye avakirin.
  4. Dîvan el-Istul: Temelê wî teref Sultan Selahaddîn hatiye avêtin.
  5. Sur a Iskenderîye: Ev Sur jî li Kahîrê bi emrê wî hatiye inşakirin.
  6. Kasr-i Yusuf: Ev Sur jî li başurê Kahirê li ser bilindayîyek mezin wî daye çêkirin.

Çavkanî[biguherîne]

Nîşe[biguherîne]

  1. Bahā' al-Dīn (2002), rûpel 17.
  2. "Dîroknasê îbn Esîr gotineka kumandenekî din wiha vediguheze û dinivise : ...hûn herdu, tu û Selahedîn Kurd in û hûn dê nehêlin ku hêz derbase destên..." Minorsky (1957).
  3. Dîsa Îbnûl Esîr li ser çûna Şêrko ya Misirê wiha dinise ...Her du kurên Şadî: Esededîn Şêrko û Necmedîn Eyyûb ê ku birayê mezin e, ji bajarê Dwînê û ji Kurdên Rewadî ne, ew hatine Îraqê û ketine ber xizmeta esayîşgêrê Îraqê Mucahîduddîn Bêhrûz îbn Ebdullah el-Xîyasî
  4. Abdusamet Yigit, [http://www.kurdistan-news.net/index.php?option=com_content&view=article&id=6010:li-ser-desthilatdariye-li-kurdistane&catid=83:a-samet-yigit-&Itemid=65 ] "Li ser desthilatdariyê li Kurdistanê"
  5. Ibni Xalîkan - Wefayat El Ayan, Xalîkan di wê berhema xwe de heta Hz. Adem bav û kalên gorî rîwayatan dinivîse
  6. Ibni Xalîkan - Wefayat El Ayan
  7. a b c d e f g h Ji çavên Ereban de Seferên Xaçperestan (Les Croisades vues par les Arabes, Amin Maalouf)
  8. Ibni Xallîkan-Wefayat El Ayan, Xallîkan di wê berhema xwe de heta Hz.Adem bav û kalên gorî rîwayatan dinivîse
  9. a b Şerefname ( Şerefxan Bedlîsî)
  10. Ibn el-Esîr

Bîblografî[biguherîne]