Tülay Hatimoğulları Oruç

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tülay Hatimoğulları Oruç
Image dans Infobox.
Endama Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Adana (en)
dp.
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Anadolu University (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Partiyên siyasî
Socialist Party of Refoundation (en)
Partiya Demokratîk a Gelan
Partiya Çep a KeskLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Tülay Hatimoğulları Oruç (jdb. 1977 Samandağ, Xetay), aborînas, siyasetmedar, parlamentera serdema 27an PDG û parlamentera serdema 28an a YPSê ya Edeneyê û hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) a niha ye.[1]

Hatimoğulları di heman demê de endama komîsyona karên derve yê Meclisa Netewî ya Mezin (TBMM) e[2]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tülay Hatimoğulları Oruç di sala 1977an de li navçeya Samandağ a bi ser parêzgeha Xetayê ji dayik bûye ku bi eslê xwe ereb e.[3] Hatimoğulları ji salên xwe yên dibistana navîn ve bi siyasetê re eleqedar dibe û nêrîna sosyalîzmê werdigire.[3] Xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Anadoluyê li Fakulteya Aboriyê dixwîne.[4]

Hatimoğulları ji bo vejandina çanda erebî û zimanê erebî ya li Tirkiyeyê beşdarî xebatên curbecur dibe. Di sala 1995an de bûye yek ji damezrênerên Atolyeya Hunera Hemdem ku di heman demê de xebatên muzîk û şanoya erebî jî meşandiye.[5] Di sala 2015an de di avakirin û rêveberiya Enstîtuya Lêkolînên Gelên Ereb ên Rojhilata Navîn de cih digire.

Di tevgera femînîst de cih digire û fi avakirina Akademiya Jinê ya AMARGÎ de (2000) û xebatên rêxistinkirina Kolektîfa Keda Jinan de cih digire.

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind a Tirk, Bekîr Şahîn di 17ê adara sala 2021an de ji bo wê û 686 siyasetmedarên din 5 sal qedexekirina xebatên siyasî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.

Kariyera siyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tülay Hatimogullari Oruç di cotmeha sala 2023an de di dema axavtinekê de.

Tülay Hatimoğlu di Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê de ku însiyatîfeke sivîl e ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xebitiye. Di xebatên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de ku di sala 2011an de li Enqereyê hatiye damezrandin û di sala 2016an de jî di xebatên platforma Tevgera Yekîtî ya ji bo Demokrasiyê (DBH) ku yek ji partiyên siyasiyên serbixwe ye, cih girtiye.

Di sala 2013an de beşdarî xebatên damezrîner ên Partiya Ji nû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) dibe ku dibe endamê desteya navendî ya vê partiyê ku yek ji pêkhateyên Partiya Demokratîk a Gelan e û di navbera salên 2016-2018an de hevserokatiya SYKPê dike.

Di hilbijartinên giştî yên 24ê hezîrana sala 2018an de wekî parlamentera HDPêEdeneyê tê hilbijartin.[6]

Oruç di Kongreya Mezin a HDPê ku di 3ê tîrmeha sala 2022an de hatiye lidarxistin de dibe endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDPê û wekê hevseroka partiyê ya Komîsyona Gelan û Baweriyan tê hilbijartin.[7]

Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê yên ku di 14ê gulana sala 2023an de hate kirin de ji Partiya Çep a Kesk wek Parlamenterê Edeneyê hatiye hilbijartin. Hatimoğulları di 15ê cotmeha sala 2023an de ligel Tuncer Bakırhan wekê hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) hatiye hilbijartin.[1]

Nêrîna siyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tülay Hatimoğulları Oruç, wekê hevseroka Komîsyona Dîn û Baweriyan a HDPê, li gorî Peymana Lozanê ya sala 1923an li Tirkiyeyê daxwaza parastina mafên çandî yên kêmneteweyan dike.[8][9] Li dijî şandina leşkerên tirk ji bo Lîbyayê derketiye.[10] Di mijdara sala 2021an de Tülay Hatimoğulları Oruç û Garo Palyan ji bo înkar kirna hebûna Kurdistanê li Tirkiyê û li Iraqê di navbera wan û wezîrê berevaniya netewî Hulusî Akar de niqaş derketibû.[11] Di gulana sala 2022an de konser şanoyên cuda yên hunermendên Kurd hatibûn qedexekirin, Tülay Hatimoğlu ji hikûmetê agahî xwestibû ku gelo fermanek qedexekirina çalakiyên bi vê awayê heye yan na.[12]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "HEDEP eş genel başkanlarını seçti: Tülay Hatimoğulları Oruç ve Tuncer Bakırhan - Diken". www.diken.com.tr (bi tirkî). 15 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2023.
  2. ^ "TÜRKİYE BÜYÜK MİLLET MECLİSİ". web.archive.org. 10 gulan 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 10 gulan 2021. Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ a b "Arap, Alevi, Sosyalist, Feminist Bir Vekil Adayı". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2023.
  4. ^ "Tülay Hatımoğulları Oruç - Biyografya". web.archive.org. 23 kanûna paşîn 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 kanûna paşîn 2022. Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "TÜLAY HATIMOĞULLARI ORUÇ KİMDİR – Bernamegeh". web.archive.org. 5 nîsan 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 nîsan 2022. Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "TÜRKİYE BÜYÜK MİLLET MECLİSİ". web.archive.org. 6 nîsan 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 nîsan 2023. Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ "HDP indictment seeks political ban for 687 members, including Demirtaş, Buldan and Sancar". bianet.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2023.
  8. ^ "Pro-Kurdish party calls on Turkey to recognize Yazidi massacre as genocide - Stockholm Center for Freedom". web.archive.org. 3 tebax 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 tebax 2021. Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ "Christian Cemetery in Hatay Shown as 'Green Space' in Zoning Plan - SAT-7 TÜRK Haber Merkezi". web.archive.org. 27 kanûna paşîn 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 27 kanûna paşîn 2021. Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ English, Duvar (17 çiriya paşîn 2021). "Turkish Defense Minister denies existence of Iraqi Kurdistan" (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2023.
  11. ^ English, Duvar (17 çiriya paşîn 2021). "Turkish Defense Minister denies existence of Iraqi Kurdistan" (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2023.
  12. ^ "AKP municipalities tone down the volume on Kurd-Pop in Turkey - Al-Monitor: The Pulse of the Middle East". web.archive.org. 26 gulan 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 gulan 2022. Roja gihiştinê 16 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)