Thomas Bois
Thomas Bois | |
---|---|
Jidayikbûn | 6ê gulana 1890an Dunkerque (Fransa) |
Mirin | 5ê îlona 1975an Parîs (Fransa) |
Esil | Fransî |
Bernav | Thomas Bois, Lucien Rambout |
Hevwelatî | Fransa |
Pîşe | misyoner û kurdnas |
Dîn | Xiristiyanî (Katolîkî) |
biguhêre |
Thomas Bois (jdb. 6ê gulana 1890an - m. 5ê îlona 1975an), kurdolog û misyonerê fransî bû. Bois wek yek ji bingehdarên kurdolojiyê tête qebûlkirin.
Kurtejiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bois di malbatake bi heşt zarokan ji bajarê Dunkerque li bakûrê Fransayê ji dayik dibe. Hê di zarotiya xwe de dixwaze bibe keşîş, her wiha bi 19 salan dikeve terîqeta xiristiyanan a Domînîkan. Piştî qedandina xwendina wî ji aliyê terîqete ve ji bo misyoneriyê tê şandinê Kurdistanê. Keşîş Thomas ji wê rojê şûnva jiyana xwe dide kurdolojiyê û renesansa çandî ya kurdan. Li çiyayên Kurdistanê, li Mûsil û Behdînan, jiyan û zimanê kurdan vekolîne û heya hîmê zimanê kurdî jî dibe. Dîrok, ziman, edebiyata (bitaybet a devkî) kurdan bala wî dikşîne. Di wê demê de materyalê giring ên etnografik dicivîne.
Di sala 1932an ji bo keşîşxana Mor Yakûb a li Başûrê Kurdistanê tê vatinîdarkirin. Çar sal şûnda terîqeta wî, wî dişîne Qamîşloyê ya li Kurdistana binxetê. Belê piştî nêzîkê deh salan siheta wî dest nade ji bo mercên klîmayî yên Kurdistanê û zarûrî ji Kurdistanê dûr dikeve. Ji wir diçe Libnanê, pêşiyê bajarê Trablûsê paşê Bêrûtê paytexta Libnanê. Li wir rastê pisporên kurd Celadet Bedirxan û birê wî Kamûran Bedirxan tê. Piştî naskirina Bedirxaniyan Bois bi wan re hevaltiyeke zexm saz dike û ev hevaltiya heya dilovaniya dom dike. Bois di sala 1975an de li Parîsê diçe dilovaniya xwe.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Keşîş Thomas pîştî naskirina Bedirxaniyan alikariyê xebatên wan ên li ser dîrok, ziman, edebiyat, jiyana cîvakî hwd. dike. Xebata wî ya ewil li ser kurdan 1945an de, di kovara Roja Nû tê weşandin. Ew nivîs hatiye pêşkêşkirinê helbestvanê mezin Cîgerxwîn. Di heman kovarê de çend gotarên wî yên din jî têne weşandin: Le Djebel Sindjar au début du XIXe siécle (Çiyayê Şingal di sedsala 19emîn de) (îlon 1945), La Citadelle des Khurs (Kela Xur) (çiriya pêşîn 1945). Di pey wan de jî pirtuka bi navê L´âme des Kurdes à la lumière de leur folklore (folklora kurdan a devkî) derdikeve.
Di sala 1946an de gotara wî ya bi sernavê Yézidis et leur culte des morts (Êzîdî û ayinên wan ên mirinê) di kovara Cahiers de l´est de diweşe. Nivîsa wî ya bi qaşonavê "Lucien Rambout" ve 1947an de li Parîsê li ser rewşa kurdan a siyasî bi sernavê Les Kurdes et le Droit, des textes, des faits (weşan : Éditions du Cerf) balê dikîşîne ser rewşa kurdan li Kurdistana parçekirî. Di 1950yan de ji bo demeke kin dizivire Kurdistana, belê dîsa ji ber pirsên sihetê nikare zêde bisekine û dizivire Libnanê. Li wir xebatên xwe yên li ser kurdan domdike. Di kovara Al-Maşriq de gelek gotar li ser kurdan diweşîne. Piştî wergera pirtûka wî ya navdar Connaissance des Kurdes bi zimanê îngîlîzî The Kurds di sala 1966an de Bois yek ji bingehdarên kurdzanîna nûjen têye qebûlkirin. Ew salek berê barê Fransayê dike û li Enstîtuya Neteweyî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilat wek mamoste li ser kurdan dersan dide.
Deh salan piştî dilovaniya wî gotara Kurd û Kurdistan ya Mînorskî di Ensîklopediya Îslamê de, ya ku ji aliye Bois hatiye nûkirin tê weşandin. Ev gotar heya îro referansa herî giring ji bo hemî lêkolînen li ser kurda ye.
Weşan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- (fransî) L'âme des Kurdes à la lumière de leur folklore, Paris, Les Cahiers de l’Est, 1946 (bixwînin Girêdana arşîvê 2016-03-03 li ser Wayback Machine).
- (fransî) Les Kurdes et le droit, Paris, Éditions du Cerf, 1947 (bixwînin Girêdana arşîvê 2018-01-23 li ser Wayback Machine).
- (fransî) Les Kurdes, Beyrouth, 1958 (bixwînin Girêdana arşîvê 2012-05-17 li ser Wayback Machine).
- (inglîzî) The Kurds, Beyrouth, Khayats, 1958 bixwînin) Girêdana arşîvê 2016-03-05 li ser Wayback Machine ; wergera (fransî) Connaissance des Kurdes, Beyrouth, Khayats, 1958 (bixwînin Girêdana arşîvê 2015-05-06 li ser Wayback Machine).
- (fransî)) Comment écrire le kurde?, Beyrouth, Imprimerie catholique, 1965 (bixwînin Girêdana arşîvê 2016-03-04 li ser Wayback Machine).