Bêrût

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Wêneyekî Bêrûtê

Bêrût (bi erebî: بيروت, Bayrūt) bajarekî libnanî û paytexta Libnanê ye û li ber Deryaya Spî ye û ji bakur ber bi başûr dikevê navenda welêt. Bêrût ji aliyê çandî û aborî navenda herêmê ye û gelek çapxane û zanîngeh, mîna Zanîngeha Amerîkî, lê hene. Ev bajar gelek caran weke Parîsa Rojhilat hatiye binavkirin.

Civak û ol[biguherîne]

Hejmara rast ya niştecihên Bêrûtê nayê zanîn, ji ber ku serjimêra dawî di sala 1932'a de hate pêkanîn. Li gorî çavkaniyê nefermî hejmara niştecihên Bêrûtê di sala 1991'ê 1,5 milyon û 2001'ê jî 2,1 milyon bû. Li vî bajarî gelek netew û herwiha gelek olên cuda jî dijîn: gelek olên xiristiyanî, misilmanên sûnî û şîî. Piraniya cihûyên Bêrûtê ji sala 1975'a û vir de bajar terkkirin. Derdora 50 % ji niştecihên Bêrûtê xiristiyanî ne û ê din jî misilman in (ji wana jî 25 % şîî ne). Li bakurê bajêr piranî sunî û xiristiyanî dijîn, li rojhilat tenê xiristiyanî û li rojava jî tenê sunî. Li başûrê Bêrûtê jî pi giranî şîî dijîn.

Bajarên xwişk[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]